Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dewleta tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Artêşa tirk a dagirker bombardûmaneke giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Artêşa tirk a dagirker ku hêviya xwe bi vê bombardûmanê ve girê daye, heta niha tu encam bi dest nexistiye. Agahiyên li ser êrîşan wiha ne ku tiştek bi hêzên me nehatiye:
- 7’ê çileyê saet di navbera 16:20-17:30’î de li qada Kalatuka ya herêma Qendîlê, gundê Şêxan 2 caran û qada Kozîne jî carekê bi balafirên şer hatin bombekirin.
-8’ê çileyê saet di 15:30’î de li herêma Zapê qada Karker bi balafirên şer hat bombekirin.
- 9, 10 û 11’ê çileyê li herêma Zapê qada Gundê Fileha, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi balafirên şer 6 caran hatin bombekirin.
- 9’ê çileyê saet di 14:10’an li herêma Xakurkê qada Goşîne bi balafirên şer hat bombekirin.
- 9’ê çileyê saet di navbera 13:00-14:00 de li herêma Zapê qadên Karker û Saca bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 10’ê çileyê saet di 10:00 û 11’ê çileyê saet di navbera 09:00-09:30’î de li herêma Metînayê qada Girê Heqarî 3 caran bi balafirên şer hat bombekirin.
- 10’ê çileyê saet di 10:00 de li herêma Zapê qada Girê Şehîd Şahîn bi balafirên şer hat bombekirin.
- 12’yê çileyê saet di 10:16’an li herêma Zapê qada Gundê Fileha û qada Girê Bahar bi balafirên şer 2 caran hatin bombekirin.
- 12’yê çileyê saet di navbera 10:30-11:00 de li herêma Xakurkê derdora Ava Lolanê bi balafirên şer 2 caran hat bombekirin.
- 12’yê çileyê saet di 09:00 de li herêma Zapê qada Kunîşka bi balafirên şer 2 caran hat bombekirin.
- 9’ê çileyê saet di navbera 14:30-17:30’î de û 10’ê çileyê saet di navbera 17:00-18:00 de li herêma Zapê qadên Gundê Fileha, Girê Cûdî, Geliyê Kesk û Şehîd Şîlan ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.
- 5’ê çileyê saet di navbera 19:45-21:30 û 8’ê çileyê saet di navbera 18:45-22:00 de li herêma Avaşînê li ser qada Mervanosê helîkopter geriyan.
- 9’ê çileyê saet di navbera 19:20-20:00 de li herêma Avaşînê li ser qadên Basya û Mamreşo helîkopter geriyan.” BEHDÎNAN