Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

‘Em ê heta serketinê şer bikin’

Gerîlayan diyar kirin ku hesabê artêşa tirk li bin guhê berxwedanê ket û wiha gotin: “Em ê heta serketinê şer bikin. Em ê bi ser dijmin ve biçin.”

Gerîlayan destnîşan kirin ku dewleta tirk, li gel seferberkirina derfetên xwe hemûyan jî nekarî berxwedana gerîla têk bibe û gotin ku dê çalakiyên xwe yên encamgir dewam bikin.

Gerîlayan ji Ajansa ANF’ê re qala berxwedana mezin kirin.

Gerîlaya YJA Starê Bişeng Cûdî diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên berfireh ên 23’ê Nîsana 2021’ê dest pê kirin, dewam dikin û gerîla bi îradeyeke mezin li ber van êrîşan rabûne.

Bişeng Cûdî bal kişand ser pêşengiya Bawer, Delal û Ronahiyan a berxwedana destanî ya li qada Cîloyê Biçûk a Zapê û wiha got: “Her wiha Ertûş, Viyan, Gulistan, Delal, Berwelat li dijî êrîşên dijmin bi rengekî mezin li ber xwe dan, şer kirin. Bi taybetî hevalên Delal û Viyan rê nedan mêtingeran, li dijî Kobrayan şer kirin. Li Zendûrayê li gel bikaranîna çekên kîmyewî jî berxwedan bi ser ket. Li qadên Werxelê, Tepê Sor û Tabûra Ereban ên Avaşînê taktîkên gerîla yên serdema nû hatin nîşandan. Dijmin bi balafir, helîkopter, obus, hawan, katyûşa û çekên din ên giran êrîş dikir, herî kêm 4-5 balafirên keşfê li herêmê digerand. Tevî vê yekê jî hevalên me bi tîmên biçûk û veşartî çalakiyên encamgir lidar xistin. Gerîla nîşan da ku dijmin wê nikaribe bi hêsanî bikeve xaka Kurdistanê û ji bo vê jî berdêl çi be amade ye ku bide.”

Gerîlayan çalakiyên encamgir li dar xistin

Gerîlaya YJA Starê Destîna Tolhildan diyar kir ku dewleta tirk plana wê yekê dikir ku bi çekên ji teknolojî û kîmyasalê karibe gerîla biqedîne lê belê hunera çalakiyê û berxwedana dîrokî ya gerîla dijmin şoq kir û ev tişt anî ziman: “Mîna dijmin îdîa kir ku wê çend rojan Avaşînê kontrol bike. Hevalên me bi mehan di tunelên şer de şer kirin, bi tîmên biçûk çalakiyên mezin kirin. Şerê li herêma Zagrosê bû malê dîrokê. Li Şehîd Mûnzûr ji 5 baskan ve bi ser dijmin ve çûn û çek rakirin. Çalakiyên encamgir ên gerîla wê dewam bikin.”

Şerê heta serketinê

Gerîlayê HPG’ê Xemgîn Bîrhat jî diyar kir ku dewleta tirk derfetên xwe hemû seferber kiriye û wiha got: “Artêşa tirk bi teknîka xwe nikare îradeya gerîla teslîm bigire, nikare îradeya gelê kurd teslîm bigire. Em ji îdeolojî û felsefeya Rêber Apo bawer dikin, bi vî rengî şer dikin. Gerîla ji bo gel û axa Kurdistanê şer dike. Ne tenê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, em ê heta serketinê şer bikin. Em ê bi ser dijmin ve biçin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar