Rêveberiya Şengalê di salvegera şahadeta Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê şehîd Zerdeşt Şengalî de xwe amade dikirin 15’ê çileyê peykerê wî deynin navenda Şengalê. Lê îro danê êvarê hêzên ewlekariya Iraqê destûr nedan peykerê şehîd Zerdeşt ê li derve hatibû amadekirin derbasê Şengalê were kirin.
Piştî welatiyên êzidî agahiya astengkirina peykerê şehîdê xwe bihîstin herikîn nuqteya kontrolê ya hêzên Iraqê û astengiyê protestokirin.
Piştî berxwedana xelkê Şengalê û hevdîtinên rêveberiya Şengalê de destûr hatiye dayîn ku peykerê şehîd Zerdeşt Şengalî derbasê Şengalê were kirin.
Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî 15’ê Çileya 2020’an li gel şervanên YBŞ’ê Hemîd Şengalî, Cîlo Borik û Êzdîn Şengalî di encama êrîşa balafirên dewleta tirk a dagirker a li ser Komalgeha Dugurê ya Şengalê de şehîd bibûn.
Dê di salvegera şehadeta Zerdeşt Şengalî de ev peyker bi merasîmeke girseyî were danîn. ŞENGAL