Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sembola xeta berxwedanê ya li hemberî xiyanetê; Xebat Dêrik

Dema behsa Şoreşa Rojava tê kirin, şehîd Xebat tê bîra mirov ku bandor li tevahî gel kiriye. Şehîd Xebat bû sembol û nimûneya serbilindiyê. Hevalekî şehîd Xebat da zanîn ku hedefgirtina wî bi armanca têkbirina tevgera gel a li Rojava bû

Bi destpêka şoreşa Rojava re ku berhema xeta berxwedanê ya demdirêj e, xeteke din derket; xeta xiyanetê ya bi nûnertiya kesayeta malbata Ebdullah Bedro yê alîgirê ENKS’ê bû. Malbata Ebdullah Bedro yek ji stûnên şoreşa Rojava û damezirînerên YPG’ê Xebat Dêrik kir hedef.

14’ê Çileyê salvegera 10’emîn a şehadeta têkoşer Xebat Dêrik e. Xebat Dêrik di 7’ê Çileya 2012’yan de bi guleya îxanetê hat hedefgirtin û rakirin nexweşxaneyeke Helebê. Tevî hemû hewldanan jî şehîd bû.

Şehîd Xebat Dêrik xwedî taybetmendiyên şoreşgerî bû ku Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya ‘Pirsgirêka Kesayetiyê ya Kurdistanê’ de îşaret bi wan taybetmendiyan kiriye. Rêber Ocalan di pirtûkê de wiha dibêje: “Têkoşer ew kes e ku li gel wî/wê têgihîştineke li ser hemû mijaran heye û li derdora xwe û di jiyanê de bi awayekî durist pêk tîne. Bêguman, hebûna enerjiya teorîkî û pratîkî ya pir mezin mîna jiyana rêxistinek e. Divê wekî organîzmayeke ku bi berdewamî bi pêş dikeve û xwe diparêze be. Di heman demê de divê ji rewşa şêweyek ku xwe îzole dike û gav bi gav ji hev belav dibe jî, dûr bikeve. Divê rêwîtiya wî mîna ya gel û artêşeke birêxistinkirî be. Bi vê yekê têkoşerê/a me dikare peyama xwe ya dîrokî pêk bîne.”

Sembola şoreşê

Mehmûd Remedan Mihemed (Xebat Dêrik) têkoşer, berxwedêr û pêşengekî ku di oxira azadî û serkeftina gelê xwe de dudil nebû. Sala 1962’yan li gundê Kasan ê Dêrikê di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Ji ber rewşa debarê ya zehmet a malbatê, xwendina xwe ya qonaxa seretayî bi dawî nekir. Piştre ji bo kar berê xwe dide bajarê Dêrikê û ji biçûkaniya xwe ve bi çalakî û hezkirina ji xebatê re hat nasîn.

Ji ber rewşa debarê ya malbatê ya nebaş a mîna hemû malbatên kurd li gel rejîma despot ku bi mafên wan îtîraf nake, şehîd Xebat ji bo xebatê berê xwe da Şamê. Rewşa wî mîna rewşa hemû ciwanên kurd bû ku siyasetên nîjadperestiyê yên li herêmên kurdan pêk dihatin, ji bo xebatê berê xwe da bajarên mezin.

Li gorî birayê şehîd Xebat ê mezin Mihemed Remedan Mihemed di demeke berê de ji ajansa ANHA’yê re axivîbû, dema şehîd Xebat leşkeriya artêşa Sûriyeyê li Lubnanê kir, tevgera rizgariya Kurdistanê nas kiriye.

Şehîd Xebat di 1985’an de berê xwe dide Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a herêma Beqa ya Lubnanê. Di akademiyê de perwerdeya Rêber Abdullah Ocalan dibîne û di 1987’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Fermandarê meydanî yê mezin

Li çiyayên Kurdistanê, dibe hevalê çiyayan û parçeyek ji wan. Hevalê wî Zûhat Kobanê, piştî şehadetê bi rojekê di 2012’yan de nivîsek li ser wî belav kir û wiha tê de dibêje: “Belê hevalê min, te zanî ku pêdiviya welat bi berxwedan û fedakariyê heye. Tu di artêşa Sûriyeyê de bû, te hişt û berê xwe da qadên şer. Tu li çiyayan ne tenê gerîlayek bû, lê belê tu têkoşer û fermandarek bû ku gerîla li dijî dijmin bi rê ve dibirin. Ji ber ku te nas kir ku welatparêzî ne tenê bi gotinan e, lê bi xebat û têkoşînê ye û pêdiviya welat bi îxanet û teslîmkaran tune ye, lê belê pêdivî bi têkoşer, gerîla û fermandaran heye. Ji berê ve tu her tim fermandar, rêveber û têkoşer bû û di têkoşîna xwe de afirîner bû.”

Şehîd Xebat di têkoşîna xwe de, erka endametiya Meclisa Leşkerî ya HPG’ê û fermandarê Eyaleta Botanê wergirt, piştre dibe endamê Konseya Navendî ya KCK’ê.

Bi destpêka tevgera şoreşê li Sûriyeyê di 2011’an û guhartinên ku piştre çêbûne de, şehîd Xebat Dêrik ji kesên yekemîn bû bersiva bangê daye, tev li şoreşa azadî û parastina gelê Rojava bû. Ji destpêkê ve di eniyên pêş de têkoşiya. Xebata li ser bingehê perwerdekirina  gel meşand û di wê yekê de xwe spart fikirê ku civaka exlaq-polîtîka bêyî xweparastinê ne pêkan e û xeta bingehîn jî YPG’ê danî. Her wiha rola pêşeng di birêxistinkirina xwepêşandanên ciwan û gel de lîst, parastina wê kir û meclisên gel bi rêxistin kirin.

Silêman Ehmed yek ji kesayetên welatparêz û hevalê şehîd Xebat Dêrik bû û di bûyera siûqastkirina wî de pê re bû. Ehmed bi van gotinan şehîd Xebat bi bîr anî: “Di rastiyê de dema Şoreşa Rojava tê nasandin, yekemîn kesê tê bîra mirov, şehîd Xebat Dêrik e.

Dema me amadekariya avakirina meclisên gel dikir, min şehîd Xebat di Gulana 2011’an de nas kir. Di wê demê de me li ser şoreşa Rojava, çawaniya parastina gel, lîstina roleke aktîf di avakirina civakeke azad de nîqaş kir. Şehîd Xebat nirxên gelê kurd û şoreşa Rojava diparast.”

Ehmed îşaret bi şehadeta wî ya bi destê malbata Bedro kir û ev tişt got: “Tevgerê bawerî da malbata Bedro, lê wê rêya îxanetê vebijart. Şehîd Xebat xwest hevdîtinekê bi malbata Bedro re pêk bîne û me berê xwe da mala wan. Lê şehîd Xebat nehişt ez derbasî malê bibim, ez jî li derve li benda wî bûm.”

Piştî ku Xebat Dêrik ji mala Bedro ya li Qamişloyê derdikeve, malbatê ji paş ve gule avêtê û wî bi girînanî birîndar dike û piştî hefteyekê şehîd dibe.

Malbata Bedro dest danî ser alîkariyên ku ji bo piştevaniya şoreşa Rojava hatine şandin, şehîd Xebat jî hewl da alîkariyan vegerîne, ji ber wê malbatê ew kir hedef.

Ehmed behsa sîxuriya malbata Bedro kir û ev tişt anî ziman: “Tu nirx li gel xayînan tune ne û li her derê xiyanetê berdewam dikin. Dewleta tirk rolek di çêkirina sîxurtiyê di nav gelê kurd de lîst, malbata Bedro jî cihê xwe di vê îxanetê de girt.”

Hedefgirtina şehîd Xebat hedefgirtina vîna gelê kurd e

Ehmed anî ziman ku xeta îxanetê her tim gel hedef digire û wiha domand: “Hedefgirtina şehîd Xebat hedefgirtina vîna mirovê kurd e. Ji ber wî xwest xwîna kurdiyatiyê ji xayînan biparêze. Ev nirx li cem gelê kurd ê li Rojava pîroz in û ew alîkarî jî berhema keda gel û welatparêzan bû û ji xwêdana eniya dayik û bavan bûn. Şehîd Xebat jî xwest wî mafî vegerîne.”

Her wiha Ehmed bal kişand ser xeta îxanetê ya hedefgirtina fermandarên gel ên manewî û wiha pê de çû: “Dewleta tirk a dagirker û tevkarên wê gelek caran hewl da kesayetên şoreşger mîna şehîd Xebat bikin hedef. Lê dijmin nikarî li çiyê wî hedef bigire, ji ber wê pişta xwe da xeta îxanet û sîxurtiyê û xwest bi hedefgirtinê şoreşê bê fermandar bihêle.”

Ehmed destnîşan kir ku dijmin rola kesayetên mîna şehîd Xebat ên ku li ber destê Rêber Abdullah Ocalan dîtine, dizane. Ji lew re bi hemû rê û rêbazan wan hedef digire.

Ehmed behsa rola fermandarên şoreşgerî yên ku di Şoreşa Rojava de şehîd bûne kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Îro Şoreşa Rojava bi keda şehîdên mîna Xebat, Rustem, Polat û Hisên Çawîş ku rêya rêbertiyê parastine, bi ser ket. Li aliyekî em bi şehadeta wan diêşin û li aliyekî din jî şehadeta wan hêzeke mezin dide me ku em xeta wan berdewam bikin û armancên wan pêk bînin. Şehîdên ku me navên wan bi bîr xistine û yên me bi bîr nexistine ruhê şoreşê bi me da nasîn û ji me re îsbat kir ku ew parêzvanên gelê kurd in.”

‘Dijmin di aliyê leşkeri de têk çû ji lew re berê xwe da ajantiyê’

Ehmed îşaret bi planên dijmin ên ji bo têkbirina Şoreşa Rojava kir û wiha axivî: “Dijmin piştî ku di aliyê leşkerî de têk çû, berê xwe da sîxurtî û bikaranîna xayînan da ku planên xwe pêk bîne. Lê Şoreşa Rojava rastiya dijminê me yên rasteqîn bi me da nasîn, ew jî dewleta tirk û xayînên ku tevkariya wê dikin.”

Têkildarî siyasetên PDK’ê yên li hember gelê Rojava û girtina deriyê Pêşxabûr, Silêman Ehmed ev tişt got: “Girtina derî girtina deriyê mirovahiyê ye. Ew bêjin ku ciwanan kevir avêtine wan, gelo çima hikûmeta Başûr dewleta tirk nabîne ku xaka Başûr dagir dike û çekên kîmyewî bi kar tîne? Cihek di xaka Başûr de nemaye ku Tirkiye dagir nekiriye. Kîjan zehmet e, avêtina keviran, an şewitandina xwezaya Kurdistanê, talankirina gund û wêrankirina wan!”

Ehmed diyar kir ku yên ku şehîd Xebat hedef girtine, heman kesên niha Rojava dorpêç û ambargo kirine û girtina deriyê Pêşxabûr îxaneteke bizanabûn e. Armanc ji wê yekê koçberkirina şêniyan ji xaka wan e. Lê her kesê dibe alîkariya koçberkirina gel xayînê şoreş û gelê xwe ye.

Silêman Ehmed soza xwe ji hevalê xwe şehîd Xebat Dêrik re nû kir û bang li gelê kurd kir ku li dora Şoreşa Rojava kom bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawa ku bi sed hezaran şêniyên Rojava daketin qadan û pêşwaziya cenazeyê şehîd Xebat Dêrik kirin, divê niha jî derkevin û li dora şoreşa xwe bicivin û nekevin xefka planên dijmin.” Çavkanî: ANHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar