Li gorî nûçeya Ajansa ANHA’yê yê ku xwe dispêre çavkaniyên ji herêmê, îstîxbarata dewleta tirk û çeteyên El-Amşat duh bi ser malên şêniyên gundê Doxaniyê de girt û 150 kes revandin. Di nav revandiyan de endamên berê yên komên çete hene ku ji ber qutkirina meaşan ji komên çeteyan qut bûbûn.
Heman çavkaniyan diyar kir ku îstixbarata dewleta tirk çekên bi kesên revandî re desteser kirin û çeteyên girtî şandin Tirkiyeyê. Sivîlên girtî jî şandin navenda xwe ya li Girê Spî ya dagirkirî.
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya temamkirina projeya mêtingerî û guhertina demografiya herêmê de pêkanîna sûcan li dijî kesên ji kantonê derneketine, didomînin. EYN ÎSA