Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gerîla bi rêbaza xwe ya nû dijmin vala derxist

Ji Herêma Parastinê ya Medyayê rojnameger Dilgeş Sason wiha: “Dewleta tirk û PDK’ê ji bo operasyonên li ser qadên gerîla, gelek krokî amade kirin. Gerîla bi taktîk, rêbaz û berxwedana xwe ya bê hempa, dijmin vala derxist. Îradeya Apogerî, di sala 2021’an de ji tevahî gelên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin, bû îlhamek.”

Ji Herêma Parastinê ya Medyayê Dilgeş Sason ku berxwedana gerîla ya dijî artêşa tirk a dagirker dişopîne, ji ajansa Rojnewsê re behsa şer û berxwedana gerîla, êrîşên bi çekên kîmyawî û dijbertiya PDK’ê ya di sala 2021’an de kir.

Rojnameger Dilgeş Sason di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di sala 2021’an de qeyrana ku ji aliyê sîstema desthilatdar ve hatî avakirin, gihiştiye asta herî jor û da zanîn ku dewleta tirk jî para xwe ji vê qeyranê girtiye, bi salan e AKP-MHP, li ser gelê kurd komkujiyan pêk tînin û dixwaze gelê kurd tune bike.

‘Berxwedanê dijmin vala derxist’

Dilgeş Sason behsa êrîşên dewleta tirk a dagirker ên di sala 2021’an de kir û wiha got: “Di sala 2021’an de dijmin xwest bi komkojiyan bigihije encamê û kurdan bi kokê ve qir bike. Bi vê armancê di sala 2020’an de, li ser herêma Xakurk û Heftanînê operasyonên berfireh dan destpêkirin. Lê dewleta tirk ji van operasyonan encam negirt. Her ku dijmin bindikeve, piştgiriya qada navdewletî jî winda dike. Dewleta tirk ji bo ku nekeve rewşek hîn xirabtir, her ku çû êrîşên xwe dijwartir kir. Dewleta tirk herêma Garê ji xwe re kir hedef û peymanên pir mezin dan mohrkirin. Dewleta tirk bi PDK’ê re ji bo operasyonên li ser qadên gerîla, gelek krokî amade kirin. Bi rêya îstîxbarata Parastin a PDK’ê, gelek planên qirêj, pêk anîn. MÎT û Parastinê gelek agahiyên îstîxbaratî kom kirin û amadekariyên pir mezin plankirin. Bi kurtasî xwestin li Garê binketinên xwe veşêrin lê gerîlayên Rêber Apo ev armanc bi berxwedaniya xwe vala derxist.”

‘Li Garê derbeyên dîrokî li dijmin hat xistin’

Rojnameger Sason di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser taktîkên nû yên gerîla û wiha pêde çû: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, di vê serdema zanist û teknîkê de xwe ji nû ve guhert. Gerîla li dijî dagirkerî û qirkirina gelê bindest, şerê hebûn û tunebûnê dide meşandin. Gerîlayên Rêber Apo xwe di hêla rêbazên şer de perwerde kir û branşên perwerdeyan li darxistin. Di sala 2021’an de bi rêbazên nû, gerîla dijmin binxist. Li Garê di bin pêşengtiya şehîd Şoreş Beytûşebap de, derbeyekî dîrokî li dijmin hat xistin û starta çalakiyên serkeftî hat destpêkirin.”

‘Xiyaneta PDK’ê gihişt lûtkeya herî jor’

Dilgeş Sason qala dijbertiya PDK’ê ya hemberî tevgera azadiyê û hevkariya bi dijmin re wiha anî ziman: “Ev bi salan e PDK di her hêlê de alîkariya dewleta tirk dike. Di sala 2021’an de jî ev rol û xiyaneta PDK’ê gihişt lûtkeya herî jor. PDK di hêla îstîxbarat û lojîstîkî de her tim alîkarê dagirkeran bû lê ev yek wisa sînordar nema. PDK’ê li Xelîfanê gerîla şehîd xistin û heta niha jî cenazeyan wan şehîdan radestî malbatan nekiriye. PDK’ê dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûr rewa dît û xwest ku gerîlayên azadiyê ji xaka Kurdistanê derbixe. Ev kiryarên PDK’ê bû sedem ku tevahî gelê kurd û bi taybet gelê Başûr rastiya PDK’ê bizane. Gelê Başûr tu caran nebû şirîkê bêbextî û xiyaneta PDK’ê. PDK’ê di sala 2021’an de raste rast di operasyona dewleta tirk a li ser qadên gerîla de cih girt û gerîla şehîd xistin. Lê gerîlayên Rêber Apo wek her carê, ev armanc û planên dewleta tirk û PDK’ê, bi berxwedaniya xwe ya dîrokî vala derxist. PDK bi xiyaneta xwe û şehîd xistina gerîlayan re da diyarkirin ku ew şerê gerîla û tevahî gelê kurd dike.”

‘Bikaranîna çekên kîmyewî rastiya tengavbûna djmin derxist holê’

Her wiha Dilgeş Sason di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Hêzên Parastina Gel (HPG) di civîna xwe ya Konseya Leşkerî de, sala 2021’an nîqaşkirine, rê û rêbazên nû pêş xistine û wiha axivî: “Gerîla bi van rêbazên nû derbeyên herî giran li dijmin xistin. Dewleta tirk dema ku di bejahî de nekarî li dijî vîna gerîla serbikeve, dest avêt çekên kîmyewî û ev çekên qedexekirî bikar anî. Bikaranîna çekên kîmyewî, rastiya tengavbûna dijmin derxist holê. Gerîlayên azadiyê di sala 2021’an de dîrok hejand û li tevahî cîhanê da diyarkirin ku tu hêz nikare vîna gerîla bişikîne. Gerîla li dijî her cure êrîş, komplo û xiyanetê, teslîmiyetê qebûl nekir û heta niha jî bi vînek herî mezin li ber xwe dide û di tûnelên şer de dîrokê ji nû ve dinivîsînin. Gerîlayên Rêber Apo di sala 2021’an de hêza vîna gelan nîşanî tevahî cîhanê da. Vîna Apogerî, di sala 2021’an de ji tevahî gelên ku ji bo azadiya xwe di nava şerekî de ne, bû îlhamek.”

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar