Li Şengalê ev çend roj in liv û tevgera artêşa Iraqê berdewam e û ji ber vê sedemê rewşeke aloz li herêmê serwer e. Tevî hemû hişyariyan jî artêşa Iraqê di zêdekirina hêzên xwe de berdewam e.
Herî dawî jî îro saet di 13:00’an de Fermandarê Operasyonên Rojavayê Nînovayê Lîwa Rûkun Cebar, nîv saet muhlet daye, hêza Asayîşa Êzîdxanê ya dewra nahiya Sinûnê, da ku ji cihê xwe derkeve. Her wiha gef li asayîşa Êzîdxane kiriye ku ger ji cihê xwe dernekevin, dê bi zorê wan derbixin.
Ji ber vê gefxwarina artêşa Iraqê aloziya li nahiya Sinûnê berdewam dike. ŞENGAL