Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Hêzên Iraqê li Şengalê 3 rojnameger binçav kirin

Artêşa Iraqê ya hêzeke zêde li Şengalê bicih kiriye û gef li asayîşa Êzîdxanê dixwe, 3 rojnamegerên ku liv û tevgera leşkerî ya li Şengalê dişopandini binçav kir û dest danîn ser amûrên wan ên kar

Bi armanca pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ya Bexda-Hewlêrê ya li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê, çend roj in artêşa Iraq hêzêke giran li nava Şengalê û derdora wê bicihkiriye. Berî niha bi demekê artêşa Iraqê gef li asayîşa Sinûnê ya Êzîdxanê xwar ku cihê xwe berde. Lê asayîşê cihê xwe berneda û alozî li herêmê didome.

Li gorî agahiyan sê nûçegihanên ku rewş dişopandin ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine binçavkirin. Hat gotin ku xebatkarê radyo Çira Xelîl Şengalî, peyamnêr û pêşkêşkara Çira TV’yê Emîra Simoqî û Hesûnî Xanesorî hatine binçavkirin.

Hat gotin ku artêşa Iraqê dest daniye ser amûrên kar ên rojnamegeran û heya niha jî serbest ne hatine berdan.

Li gorî hinek çavkaniyan ji derveyî rojnamevanan artêşa Iraqê rewşeke aloz li herêmê çêkiriye û xelkê binçav dike.

Ji derveyî Sinûnê li Xanesorê jî hêz hatiye zêdekirin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar