PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

YPS: Dema wê ye ku ji bo xweparastinê tev li nav refên YPS/YPS JIN’ê bibin

YPS'ê: Dema wê ye ku li ser bingeha hişmendiya xweparastinê, rêxistinî bibin û beşdarî nava refên parastinê yên YPS û YPS-JIN'ê bibin.

Koordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ji bo salvegera dameziradina xwe daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tu hêz nikare li pêşiya berxwedana civakî raweste, ji bo ku xwerêveberî were domandin banga tevlêbûnê li nav refen YPS /YPS JIN’ê kir.

Daxuyaniya YPS’ê wiha ye:

Ji bo gelê kurd ên dilêr û hemû gelên şoreşger- demokratîk;

Di nav dîroka me ya têkoşînê de, salvegera 6’an a YPS’ê ku yek ji mînaka bêhempa ya vejîn û berxwedanê ye, pîroz dikin, di şexsê şehîdên me yên leheng de ku pêşengên vê berxwedanê ne hemû şehîdên şoreşê bi hurmet bi bîr tînin, em careke din diyar dikin, bi baweriyeke mezin, dilsozî, lê rawestiyayî û biryardayî ê şerê azadiyê ne ku şehîdên me ji me re mîrate hiştiye û bi divêtiya dilsoziya bi bîranîn û îdîaya wan em ê hedefa xwe ya ‘Bi Rêbertiya Azad re Kurdistana azad’ bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Ji bo gelê me yê hêja û ciwanên kurd;

Têkoşîna me ya ku li ser îdeala azadiyê ya gelan hîmê wê hatiye danîn, bi anîna ser zimên ya heqîqeta ‘Kurdistan mêtingeh e’, bi lêgerîna vîna mirovê azad, hevgihaştina dîrokî pêk hatiye. Ev hevgihaştin ji bo civakên ku hatine kolekirin, mêtingerkirin, tune hatine hesibandin, her cure êrîşa fizîkî, çandî, civakî hatiye ser wan, bûye xala hevpar. Sedema me ya têkoşînê jiyana bi rengê xwerî ye. Jiyan jî di navbeyna lêgerîn û xwedîtinê de ye. Xwebûyîn, pêşveçûna li ber ronkahiya dîrok û çanda xwe ya civakî de, ji bo hemû mirovahiyê, bîreweriya xweparastinê ya bi rengê reflekseke sirûştî xwe daniye holê. Ev rengê xweparastinê weke ‘xweparastinê’ ango parastina gewherî rû daye û ji bo civakan tê maneya jiyanê yan jî nejiyanê. Ya ku desthilat bi hezaran sal in hewl didin bi dest bixin ew e ku vê vîna mirovan ji wan bistînin, ango vîna jiyana azad ji wan bistînin. Parastina nirxên gelê kurd ên dîrok û civaka me, li dijî hemû êrîşên pergala desthilatî ya dewletî ji bo me bûye bivênevêyek. Weke Rêbertiya me diyar kirî ‘jiyaneke ku têkoşîna wê nayê dayîn ne xwedî maneyekê ye’.  Ji bo wê heqîqeta ku civakîbûna gelê kurd ê qedîm pêkan kiriye bijîn, ji bo vê em ê li ber xwe bidin û şer bikin. Kana vê berxwedana me, bîra me ya civakî ye ku redkirina heqîqeta me nepêkan dike.

Ji bo gelê kurd ê welatparêz û ciwanên şoreşger;

Faşîzma TC li dijî rastiya me ya neteweya demokratîk sala 2021’an bi rêbazên derî mirovî ku nayê bîra mirov hewl da ku bi me paş ve gav bide avêtin. Qoza wan a herî mezin jî, piştî ku êşên giran bi me dane jiyîn, ji bo ku van êrîşên me tim zindî bihêle, rêbazên der exlaqî bi kar tîne; li ser vê, xwestiye ku biçewisîne, bixe bin kontrola xwe û vê rewşê me bi bide qebûlkirin. Cenazeyê Agît Îpek bi rengekî parçebûyî bi rêya postayê re ji dayikê re şand, tiştên Agît ku di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûyî bi rengê emanetê, piştî 7 salan dane dest dayikê, ji bo ku îxanetê qebûl nekirin mirovên me yên welatparêz ji helîkoptêrên avêtin, piştî ku dilê wan bi îşkenceyê rehet nebû, bi rêbazeke ku her kes bibîne û bibîhîse ev rêbaz hat hilbijartin, her wiha weke li Konyayê û di mînakên Denîz Poyraz de hatî dîtin, derdora faşîst tirk sor kirin, berê wan dane gelê kurd, dane kuştin, ji bo ku ciwanên me li ber çavê me gav bi gav bidin helandin mehkûmî madeyên tiryakê kirin, ji bo ku hilweşandîna civakî bi me bidin jiyîn keçên me yên ciwan xapandin, an jî bi zorê tecawiz li wan kirin, berê wan dane nav fihûşê, îsal gelek mînakên wiha em jiyan. Tenê rêyek li gelê me hat ferzkirin, ku ji dewleta ku berpirsê van hemû kirinan e, ji faşîzma AKP-MHP’ê hiqûqê bigerin. Ên ku li hiqûqê digerin jî dawiyê wan diavêjin zindanan. Faşîzm vê rêya xitimî, li xwe vegerok li me ferz dike. Li aliyê din weke tişta ku li Malbata Şenyaşar hatî kirin, beşek ji kurdan jî, ji bo ku xwe bi faşîzmê bidin şîrînkirin, destek dane qirkirina gelê xwe, dawiya wan jî bûye weke Tahîr Guven an jî Rayberê di dîrokê de.

Tu hêz nikare heq ji rawesta rêxistinî û bîrewer a civakî derkeve. Ev rastî ji hêla dîrokî ve hatiye ispatkirin. Ciwanên me û gelê me yên bi vê bîr û baweriyê sala 2015-2016’an, li dora berxwedana xwerêveberiyê, li dora tevera avakirina xweparastina xwe, ango li dora YPS’ê kom bûne. Li Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Hezex, Farqîn, Gimgim, Silopya, Dêrik, Wan, Stewrê, Kerrboran, Şemzînan, Bismil, Sêrt û li qadên din, ev têkoşîna bêhempa destkeftiyên mezin bi dest Kurdan ve anîne. Belê giran bû lê rabûna herî birûmet û biryardara a gelê Kurd bû ku ji bo dijmin rabûna herî taloke bû û redkirina herî mezin a civakê ya li dijî dewletê bû. Hemû cîhan bû şahid ku vê pêvajoyê tirseke çawa bi dijmin re çêkir û şikestineke çawa pê da jiyîn. Bi kurt û kurmancî weke fermandar Çiyager gotî, ‘Çi dibe bila bibe encam bêhempa bû’.

Xeta berxwedanê ya YPS-YPS JIN weke ku bi çend mînakên li jorê hatin diyarkirin, weke encama êrişên rêk û pêk ên li ser gelê Kurd li ser hişmendiya xweparastinê afiriye. Li dijî Kurdan ên kubi fedakarî hewl dan tevlî pêvajoya çareseriyê ya sala 2014’an bibin, di salvegera Lozanê de 24’ê Tîrmeha 2015’an êrişên topyekûn hatin destpêkirin. Ev êrişên bi zanebûn hatin plankirin, dewama dek û dolabên qesrê yên Osmanî bû. Hewldana wê yekê bû ku hesreta azadiyê ya gelê Kurd a bi pêşengiya Rêbertî bi têkoşîna 30 salî mezin bû, careke din di ber de bihêle. Di demeke wiha de li hemberî van êrişên xayinane, bi sekna polîtîk a ‘ne bi te re be, wê bê te be’ berxwedana xwerêveberiyê hate nîşandan. Rastiya ku faşîzma dewleta Tirk di berxwedana xwerêveberiyê de dît, hêz û biryardariya me bû û îro jî di her kêliyê de bi vê sendroma berxwedanê û tirsa wê dijî. Berxwedana YPS’ê şehîdên YPS’ê û gel û ciwanên berxwedêr di dÎroka civakan de cihekî xurt girtin, sekna xwe ya pîroz gihand vê serdemê. Ya ku dikeve ser milê me hemûyan ew e ku bi her awayî xwedî li vê berxwedana hêja û pîroz derkevin û hêza çalakî û rêxistinî ya YPS’ê ku çanda berxwedanê ye, weke temînata serketin û rizgariyê bibînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Di sala 7’an a têkoşînê ya YPS’ê de em bang li gelê xwe û tevahiya ciwanên Kurd ên welatparêz dikin ku li qada ku lê ne tevlî hêza rêxistinî ya YPS-YPS JIN’ê bibin, bi rengekî pratîkî tevlî têkoşîna azadiyê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar