Li gorî axaftin û tevgera wî, weke ku êdî bûye pêşeng û qasidê aştiyê. Ew Recebê şerxwaz bûye aştîxwaz!
Ji destpêka xwe ve û heta niha neyartiya herî tûj li dijî Israilê û Ermenistanê dikir, an jî xwe wisa nîşan dida.
Jixwe destpêkê, bi giştî lê bi taybetî ji bo dewletên cîran digot ‘Sifir problem/ pirsgrêk’, lê gav bi gav her ku desthilatiya xwe xurt kir, êdî ev siyaset berovaji bû. Bi piranî li gel dewletên cîran lê belê hema bi hemû dewletên cîhanê re bû xwedî pirsgirêk.
Li gel Israil û Ermenistanê, hejmara dewletên neyar/dijmin zêdetir kir; di serî de Sûriye, paşê Misir, Mîregtiyên Ereban, Erebistan Siûdî û hwd. Li gel Yewnenista û Qibrisê jî berê ve neyarî dewam dike.
Îca em niha dibînin, bi lezgînî navbera xwe û van dewletan xweş dike û bêgûman bi bingehîn peymanên bazirganî çêdike.
Dibe ku yê yekemîn Mîrê Mîregtiyên Ereban vexwend Enqereyê û pêşewaziyek di asta bilind de jê re çêkir û rêzepeymanên milyar dolarî îmze kirin.
Hema li pey vê lihevhatina germ, êdî weke ku qet siyasetek şerxwaz a dijwar nedabû meşandin, dest bi peyamên aştîxwaz kir û bi kurtayî got; “ji xwe siyaset û diplomasî bi aştî tê meşandin!”
Li ser van gotinan, ji bo ku lihevhatina bi Israîl, Misir, Erebistana Siûdî, Ermanesitanê û heta bi Sûriyeyê re jî çêbike peyamên erênî li pey hev da, zemîn xweş kir û bi rêya medya û çapemeniyê ev peyam bi berfirehî belav kir.
Di vê dema kurt de, li gorî çapemeniyê, li gel van dewletên mijara gotinê ne, bi şêwazên cuda cuda têkilî danî.
Pêngavek din jî li vê zêde kir û êdî xwe weke qasidê aştiyê jî pêşkêş kir. Weke mînak, yekser ji bo Ukrayna û Rûsya li hevdu werin, pêşniyazî bir ji Rûsyayê re. D.Peskov ê berdevkê Putîn, bi awayekî dîplomasiya pisporî bersivek neyînî da Îbrahîm Kalin ê berdevkê Receb.
Li gel taktîkê siyaseta derve, weke ku dixwaze taktîkê siyaseta hundir jî hinekî biguhere xwe nîşan dide.
Çawa li derve tengav bûye, her wiha li hundir jî tengavtir bûye. Jixwe ji ber encamê tengaviya hundir e û bi taybetî ji ber encamê têkoşîna gelê Kurdistanê tengav bûye. Û li dijî desthilatiya AKP-MHP’ê, eniyek berfireh a dijber derketiye holê.
Ji bo vê eniya berfireh a dijberî xwe parçe bike û heta karibe hinekan ji wan bikişine rex xwe, ketiye nava hewldanên gemar û qirêj ên piralî.
Pêşbînî xurt e ku hilbijartina giştî nêz dibe. Her wiha tê dîtin ku ji bo serkeftina di hilbijartinan de, ji bo her du aliyan jî, di kesayetiya HDP’ê de Tevgera Gelê Kurdistanê kilît e. Lewma armanca sereke ev tevger e.
Ji milekî ve hewl dide ku tevgerek berdêl/alternatif ava bike li dijî HDP’ê. Ji milekî din ve jî hewl dide ku di nava HDP’ê (bi giştî Tevgera Kurdistanî) de dubendiyê çêbike lê heke ev bi serneket HDP’ê qedexe bike/asê bike. Ew gotinên R.Erdogan ên bi taybetî ji bo Edîrne û Îmraliyê avêt holê, parçeyek ji vê siyaseta wan a qirêj e.
Heke şefên R.Erdogan ên cîhanî, destûrê bidin an ji bo xwe bi kêrhatî bibînin, tu tiştê nexêr ku R.Erdogan neke nîne. Ji ber ku li hember têkoşîna Tevgera Azadiyê gelek û gelek tengav bûye.
Heta niha bi saya êrîşên xwe yên li derve, hinekî bala hundir dikişand ser derve û bi vî awayî temenê desthilatiya xwe dirêj kiribû. Lê weke diyar e êdî cih û warên karibe lê nêçîrê, talan û wêranê bike nema ye. Lewma ewqas xwe diavêje hembêz û ber bext û lingên filan û bêvan kesan!
Lewma bi navê aştîxwaziyê dengê xwe hem li derve hem jî hinekî li hundir bilind dike. Helbet li hundir şûr û şîr bi hev re dide meşandin; tirsê û aştiyê bi hev re birêve dibe.
Lê wisa tê xuyakirin ku êdî giyan û jiyana wan, rû û ruhê wan, şût tazî bûne û daketiye ber çavan. Lewma êdî ne li hundir û ne jî li derve, bi taktîkên derewîn nikarin tu kesan bixapînin. Dest û ling û laşên wan hemû ketiye xwîna gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê, êdî ew ê di vê ked û xwîn û xwêdanê de bixeniqin! Tu rêyên wekî din ji rizgariya wan re diyar nake!