Dewleta tirk, piştî ku bihara ereban gihişt Sûriyeyê bi awayekî aşkera daxilî pêvajoyê bû. Hê di sala 2011’an de bi hezaran çeteyên Cebhet-ul Nûsra û Birayên Musilman ji bakurê Afrîkayê derbasî Sûriyeyê kir. Di vê navberê de gelek hêzên cîhadîst bi serperiştiya Birayên Musilman li Antalya, Hatay û Stenbolê bi hev civandin. Dewleta tirk wisa hesab dikir ku ew ê Esad di demekî nêz de ji ser hukim biçe û kontrola jî Sûriyeyê dê ji dewleta tirk re bimîne. Amerîka jî wisa difikirî. Ew jî piştgiriya çeteyan kirin. Bi tevî Tirkiye perwerde dan çeteyên cîhadîst û wan çeteyan bi navê ‘Artêşa Azad a Sûriyeyê’ bi çek kirin.
Kurdên Rojava çi car daxilî van lîstîkên qirêj nebûn. Di destpêkê de herêmên xwe parastin. Nedixwestin herêmên wan bibe herêmên şer. Ji bo parastina herêmên xwe berê YPG, dû re YPJ’ê damezirandin. Ev hêz jî tenê li hember êrîşan gelên herêmê diparastin.
Di 19’ê Tîrmeha 2012’ya de kurd, agirê şoreşê pêxistin. Ewil car Kobanê, dû re hemû herêmên xwe girtin bin kontrola xwe û ji bo rêvebirina herêm jî Meclisên Gel damezirandin.
Dewleta tirk jî û hemû cîhan jî dizanibûn ku di van pêngavan de para herî mezin a PKK’ê bû. Bandora felsefe û paradîgmaya Abdullah Ocalan, li rojavayê Kurdistanê aşkera dixwuya. Ji ber vê bandorê Erdogan xwest tevgera kurd jî bigire bin kontrola xwe. Sedema pêvajoya çareserî ya ku di destpêka 2013’yan de ket meriyetê, yek jê jî ev bû. Lê di wê pêvajoyê de pêşketinên rojavayê Kurdistanê, ji bo tevgera kurd jî xeteke sor bû.
Dewleta tirk dît ku nikare van xetên sor a tevgera kurd hilweşine, ev car bi rêya hin hêzên çete yên wekî DAIŞ’ê hewl da ku rojavayê Kurdistanê dagir bike. Ev jî nebû. Kurd di serî de li Kobanê, li hemû rojavayê Kurdistanê berxwedanek bêhempa meşandin. Di vê heyamê de Rûsya jî wekî aktorek daxilî Sûriyeyê bû. Ev yek piştgiriyek mezin bû ji bo rejîma Esad.
Hatina Rûsyayê, nakokiya navbera Rûsya û Amerîkayê aşkera kir. Mixabin, yên ji vê nakokiyê îstîfade kir, piranî dewleta tirk bû. Ev yek derfet da Erdogan ku dest bi êrîşên dagirkirina rasterast bike. Çeteyên wekîl ji navberê derxist û ewil hin herêmên di destê çeteyan de bû girt bin kontrola xwe. Dû re berê xwe da Efrînê.
Dema êrîş bir ser Efrînê, Amerîka got ‘Ew der ne herêma min e. Min eleqeder nake.’ Rûsya jî çav li êrîşên rejîma Erdogan girt. Şervan û efrînî tena serê xwe mabûn. Li hember teknîka qirêj a zaliman encax 58 rojan li ber xwe dan. Mixabin, hemû aliyan ji bo berjewendiyên xwe tevgeriyan û piştgiriya dewleta tirk kirin. Ev piştgiriyên qirêj bûn sedem ku di 18’ê adara 2018’a de Efrîna rengîn ji alî dewleta tirk ve bê dagirkirin.
Dagirkerî her çû belav bû. Ev car di dema serokatiya Trump de Amerîka rê li Erdogan vekir û Girê Spî û Serêkaniyê jî hatin dagirkirin. Lê her çi kirin, ne kurdên rojavayê Kurdistanê, ne jî gelên din ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serî li dagirkeran netewandin.
Dewleta tirk demografiya herêmê xera kir. Kurd ji cih û warên wan derxistin. Yên derneketin jî hatin kuştin, revandin, îşkencekirin…
Ev êrîş hê jî didomin. Êdî dagirkerî reng guherandiye, veguhestiye îlhaqê û hemû dinya jî vê barbariyê temaşe dikin.
Rêvebiriya Xweser, bi israr e. Dev ji sîstema xwe ya demokratîk bernadin. Di nav şer de heta ji wan tê bingeha sîstema xwe qaîm dikin. Her wiha ji bo azadkirina herêmên dagirkirî jî hewla xwe didomînin. Çi bi şer, çi bê şer, bi biryar in ku ew ê dawî li dagirkeriyê bînin.
Qet şik nîne ku ew ê tevayî rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, rojekî azad bibe. Çimkî tê zanîn ku çi hêzek an jî çi teknîkek ji bîr û baweriya dilpolayan xurttir nîne…