Piştî êrîşa şeva 20’ê çileyê ya li ser girtîgeha Xiwêranê ya Hesekê ku ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve pêk hatin, Hêzên Antî Terorê yên HSD’ê û Hêzêne wlekariya Hundirîn li Girtîgeha Xiwêran û Taxa Zihûrê ya Hesekê dest bi operasyonê kirin.
Hêzên Antî Terorê li nêzî Fakulteya Îktîsatî liv û tevgera çeteyan şopandin û destpêkê 2 çeteyên DAIŞ’ê yên êrîşî girtîgehê kirin, hatin kuştin.
Li gel vê yekê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin û di şer de bi giştî 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku li Hesekê li pey hev teqîn kirin, xwe gihandin deriyê rojava yê Girtîgeha Xiwêranê û hewl dan DAIŞ’iyên girtî birevînin.
Bi vê armancê li nêzî deriyê bingehîn ê girtîgehên wesayît û motorsîkleteke bombebarkirî teqandibûn. HESEKÊ