Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî bûyerên li Hesekê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Di encama bûyerên dawî yên li Hesekê de, hewldana çeteyên DAIŞ’ê ku ji girtîgeha Xiwêran birevin û xwe di nava taxan de veşêrin, hêzên me dê bixebitin heta ku terorîstan tune bikin. Li ser wê esasê em bang li gelê xwe dikin ku li gorî perspektîfên li jêr tev bigerin û bi me re bibin alîkar:
1- Tevgera çûn û hatinê li bajêr heta demeke nediyar hat rawestandin.
2- Dema tevgereke biguman li bajêr hebe agahiyê bidin van hejmaran: 0997 512 256 – 0935 142 722.
Heta tunekirina terorê û peydakirina ewlehiyê li herêmê, em ê kar û xebatên xwe berdewam bikin. Em hêvî dikin ku gelê me piştgiriya hêzên me bike da ku terorê bi temamî tune bikin.” HESEKÊ