Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Astanayê biryara êrîşa li ser Hesekê hat dayîn

Salih Muslim diyar kir êrîşa terorî ya DAIŞ’ê ji hêla dewleta tirk ve hatiye fînansekirin û wiha got: “Ev êrîş bi rengê konsepte anîn. Êrîşa ku starta wê li Astanayê dan, beriya wê herêm hat dorpêçkirin û ji êrîşa tirk re vekirin.”

Endamê Hevseroktiya Konseya PYD’ê Salih Muslim derheqê êrîşa DAIŞ’ê ya li Hesekê ya li ser Girtîgeha Sînaayê axivî.

Muslim diyar kir ku domdariya êrîşê mezinbûna plana êrîşê nîşan dide, êrîş ji derve hatine eyarkirin û ya girîngtir lîderekî çeteyan ku beriya niha hatî girtin jî ev gotiye û wiha got: “Hicreyên veşartî yê li herêmê, hemû muhîmmat û lojîst ji wan herêman ên di bin dagirkeriya tirk de û ji Iraqê tên, naxwe tiliya van di van êrîşan de heye. Wiha tê fêhmkirin ev demeke haziriya van êrîşan tê kirin. Wiha fêhmkirin ne ku hema wiha ji ber xwe ve çêbûye.”

Planên êrîşê

Muslim bi bîr xist ku beriya bi mehekê hêzên HSD’ê bi operasyonekê rayedarekî payebilind ê DAIŞ’ê hatiye girtin, wê demê vî kesî planên êrîşê vegotiye, li xwe mikur hatibû bi wesayîtên bombebarkirî wê êrîş bianîna, piştre çete biketana hundir û DAIŞ’iyên girtî berdane û wiha domand: “Her kes pê dizane ku êrîş beriya niha plan kirine. Li qadên jîgehên sivîl cebilcane hatine danîn. Bi hicreyên veşartî yên li Hesekê heta bi girtîgehê çûne. Çeteyên li hundir jî tevlihevî kirine. Hin çeteyan hewl dan ku bazdin. Agahiyên zelal her ku diçe derdikevin holê. Ji duh ve li girtîgehê û derdora wê şer heye. Hin jê reviyane taxên din ên bajêr. Hêzên Ewlehiya Navxweyî ji bo ku bajêr ji çeteyan paqij bike li Hesekê qedexeya derketina derve ragihandine.”

Ev hemû konseptek e

Muslim bi berdewamî diyar kir ku di civîna dawî ya Astanayê de ji 10 xalên ku hatine nîqaşkirin 8 jê derheqê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye, bi gotina ‘ew der terorîst e, dabeşar e’ hatiye xwestin ku hilweşînin û ev tişt anî ziman: “Ev hemû konseptek e. Gava pêşî ya êrîşê ev e. Êrîşên ji Şehba heta bi Zirganê, dorpêçkirina herêmê, ji aliyê başûrê Kurdistanê û rejîma Sûriyeyê ve girtine deriyê sînoran, çekdarkirina DAIŞ’iyên li kampên herêmê û girtîgehan, ev hemû parçeyek ji vê konsepte ne.

Li her deverê çi qasî bikaribin tevliheviyan bikin ev di berjewendiya wan de ye. Hemû armanca êrîşên dewleta tirk rûxandina rêveberiya vir e. Ji ber vê tişta ku ji dest wan tê texsîr nakin. Heta niha bi dehan hicreyên DAIŞ’ê û çete hatine girtin û têkiliya van hemûyan ên bi dewleta tirk re derketî holê. Ji ber vê yên ku ev êrîş anîne ne bi serê xwe ne. Hin kes muhîmah û desteka lojîstîk dide van. Naxwe bi serê xwe nikarin vê bikin.”

Dadgeheke navneteweyî

Salih Muslim da zanîn ku di serî de hêzên navneteweyî divê hemû cîhan talokeya DAIŞ’ê bibîne û got ku heke girtiyên DAIŞ’ê birevin ku hejmara wan bi qasî deh hezaran e, ev ê herî zêde tesîrê li ser welatên rojavayî bike û destnîşan kir ku heke bi rastî jî dixwazin ji terorîzmê xilas bibin divê alîkar bin û li dijî wan hêzan bin ku destekê didin DAIŞ’ê.

Her wiha Muslim got ku ew dixwazin dadgeheke navneteweyî ava bikin û DAIŞ’î li wir bên darizandin û diyar kir ku ew ê ji ber êrîşan dev ji jiyana azad û demokratîk neqerin û li ber xwe bidin. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar