Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

TEV-DEM: Dewleta tirk û hêzên navdewletî berpirsên êrîşê ne

TEV-DEM’ê diyar kir ku hêzên navdewletî ji êrîşên DAIŞ’ê re zemîn amade kirine û dewleta tirk jî yekser piştgirî daye êrîşan

Navenda Nûçeyan |

TEV-DEM’ê li ser êrîşa ku çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê kiribûn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat diyarkirin:

“Careke din şaneyên veşartî yên terora DAIŞ’ê şeva 21’ê çileyê li Hesekê bi rêya erebeyên bombebarkirî teqîn pêk anîn. Bi van teqînan êrîşî Girtîgeha Xiwêran kirin da ku terorîstên DAIŞ’ê yên di girtîgehê de birevînin û piştre ji nû ve xeteriyeke nû li ser mirovahiyê çêkin, aloziyê belav bikin û tirsê bixin navbera pêkhateyên bajêr bi taybet şêniyên taxê. Ev kiryara terorîst ne tesaduf bû, lê belê bi rasthatina salvegera 4’emîn a şermezarkirina dagirkirina Efrînê ji hêla dagirkeriya tirk û çeteyên wê ve û salvegera 8’emîn a ragihandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Rojava pêk hat.

Hikûmeta AKP’ê ya ku bûye piştevanê fermî ya teror û çeteyan, êdî çarenûs û mayîna vê hikûmetê ku piştevaniya terora navneteweyî dike da ku li ser desthilatê bimîne û temenê xwe dirêj bike, yekser bi çarenûsa mayîna terora DAIŞ’ê û komên çete ve girêdayî ye.

Ji lew re êrîşên xwe li dijî vîna gelên herêmê û hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê zêde kirin û li dijî gelan sûc pêk anîn da ku binketina xwe ya siyasî û aborî, her wiha binketina xwe ya hundirîn û derve veşêre. Ji lew re siyasetên herî qirêj dimeşîne.

Ev hikûmeta terorîst a tirk a ku destê wê di sûcên şer, binpêkirinên dijmirovî li herêmên dagikirî yên Sûriyeyê bi giştî, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi taybet de heye, êdî rûbirûyî krîzên hilweşîner e. Ne dûr e ku torên MIT’a tirk bi torên îstîxbaratên din re li herêmê têkildar in ku rêze êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin. Her wiha dewleta tirk a dagirker di vê dawiyê de girîngiya êrîşên xwe daye ser herêmên Şehba, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê û herî dawî jî bi rêya şaneyên terorîst êrîşî girtîgeha Xiwêran a Hesekê kir ku tê de terorîst hene û mîna mayînekê li benda teqandinê ne. Ji lew re dewleta tirk dixwaze vê mayînê biteqîne da ku tevliheviyan derxe û bi şêwazekî Rêveberiya Xweser bike hedef.

Armanca êrîşên şaneyên terorîst a bi piştevaniya yekser ji hikûmeta Erdogan a terorîst ew e ku projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser ku xwe dispêre rêgez û pîvanên mirovî têk bibe.

Lê belê bi ked û fedekariyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ev êrîş û komploya dewleta tirk hat têkbirin.

Em TEV-DEM bêdengiya civata navneteweyî ya li hember doza terorê û piştevanên wê şermezar dikin. Tevî bangên dubare yên Rêveberiya Xweser ji bo avakirina dadgehên navneteweyî yên darizandina van terorîstan an jî darizandina wan li welatên wan, civata navneteweyî û NY’yê bersiv nadin û ji erkên xwe direvin.

Her wiha em bang li tevahî pêkhateyên herêmê, rêxistin, saziyên civaka sivîl û tevahî hêzên siyasî dikin ku xebatên ji bo xurtkirina berxwedan û têkoşînê pêk bînin, da ku em nirx û destkeftiyên xwe yên dîrokî biparêzin. Di heman demê de sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar