Li gor nûçeya Ajansa ANHA’yê di topbarana duh a dewleta tirk a dagirker li dijî gundê Elîmat yê li rojavayê Eyn Îsayê 2 jin û 2 zarok birîndar bûne.
Navên birîndaran wiha ne: “Nebîl El-Talib (2), Rexed Elî (15), Suha Îsa El-Feyad (21), Bera Omer Hisên (18).” Birîndar li nexweşxaneya Reqayê tên dermankirin.
Her wiha dewleta tirk û çeteyên wê duh bi şev bi dijwarî gundên Hoşan, Dixêlîb, Xalidiyê, Dibis û Mielek ên rojavayê navçeya Eyn Îsayê, bajarokê Hîşê, rêya M4, gundên Fatsa, Mişêrfê û Cehbel ên li rojhilatê navçeyê topbaran kirin. EYN ÎSA