Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji girtiyan hişyarî: Dibe ku cinayetên komî çêbibin!

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Edîrneyê bi nameyekê bal kişandin ser astengkirina mafê tedawîbûnê ya 5 girtiyan û gotin dibe ku her gav bimirin

Navenda Nûçeyan

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Edîneyê bi nameyekê bal kişandin ser netedawîkirina girtiyên nexweş. Di nameyê de ji girtiyên ku rewşa wan tê destnîşankirin yek jê 60 û yek jê 70 salî ye. Abdulrahîm Demîr (60), Ferzende Erbî (72), Abdullah Ateş (70), Ehettîn Kaynar (72) Kerîm Boran (81) salî ne û di Komîsyona Adeletê cih digirtin ku li Îdirê malbatên xwîniyên hev li hev anîbûn. Hezîrana 2018’an ji ber ku di vê komîsyonê de bûn bi îdîaya ‘endamên rêxistinê’ ne û ‘yekitiya dewletê û yekbûna welat xira kirine’ cezayê miebetê li wan hat birîn.

Di nameyê de ku ji girtiyên Girtîgeha Tîpa F’yê ya Edîrneyê Gabar Denlî, Yilmaz Bulut, Mazlûm Akdag, Huseyîn Aydin û Fuat Taş ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê re şandin, bal dikişînin ser rewşa çar girtiyên nexweş û binpêkirina mafan a li girtîgehê.

Di nameyê de hat gotin ku girtî nayên tedawîkirin û rewşa tenduristiya wan her ku diçe li wan giran dibe û hat bibîrxistin ku girtiyên bi navê Îbrahîm Akbaba û Hadî Yalçin jiyana xwe ji dest dane.

Girtiyan diyar kirin rewş giran dibe û gotin ku dibe ku cînayetên komî çêbibin.

Di nameyê de hat diyarkirin ku bi kêfî girtiyên nexweş nabin nexweşxanê, bi xweşî nayên mieyenekirin, dermanan bi derengî didin wan, piştî ku nexweşî tê asta ku nema dikarin tedawî bibin nû pêvajoya tedawiyê dest pê dike.

Di nameyê de hat gotin ku cot kelepçeyan li wan dixin, wan wiha dibin nexweşxanê û li nexweşxanê jî bi nivînan ve tên kelepçekirin.

Di nameyê de nexweşiyên girtiyên bi navê Ehettîn Kayar, Kerîm Boran, Ferzende Erbî, Abdulrahîm Demîr hat bibîrxistin û hat xwestin ku hevalên wan ên ku ji ber nexweşî û temenê xwe nikarin bi serê xwe jiyana xwe bidomînin demildestî werin berdan, heta ku werin berdan tedawiya wan were kirin, ev hevalên wan dema ku birin nexweşxanê divê bi ambûlansê wan bibin, dermanên ku hewce ne bi kar bînin divê bidin wan û neyê astengkirin û heqê van dermanan dewlet bike û heta ku bên berdan wan bibin girtîgehên nêzî malbatên wan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar