Navenda Nûçeyan |
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser rewşa dawî ya operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku êrîşî girtîgeha Hesekê kiribûn, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Di 3 rojên dawî yên êrîşa birêxistinkirî ya çeteyên DAIŞ’ê de ya li ser girtîgeha Xiwêranê, astengiya herî mezin li pêşiya hêzên me derket, zarokên Eşbal El-Xîlafe ne ku çeteyên DAIŞ’ê wan zarokan weke mertal bi kar tîne. Hejmara wan 700 zarok in. Di hucreyên cuda de bûn da ku ji nû ve werin perwerdekirin. Çi bê serê wan zarokan, DAIŞ berpirsyar e. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî dikin ku mudaxele bikin da ku zarok di êrîşên DAIŞ’ê de neyên bikaranîn û wan radestî hêzên ewlehiyê bikin.”