Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Rêveberiya Xweser: Plana DAIŞ’ê ya dewleta tirk hat têkbirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta tirk hewl dide bi rêya çeteyên DAIŞ'ê ewlehiya herêmê têk bibe û got ku 'plana qirêj' a li ser Hesekê hatiye têkbirin

Navenda Nûçeyan |

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro têkildarî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Armanca sereke ya êrîşê kontrolkirina Hesekê û dabînkirina korîdorekê ji bo terorîstan di navbera kampa Hol û Til Temirê de ye.

Careke din isbat bû ku zîhniyeta dewleta tirk bi rê ve dibe, li ser daxwaz û hêviyên berfirehbûn û dijminane ava bûye ku xak û mirovan li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef. Dewleta tirk bi rêya çeteyên xwe yên DAIŞ’ê hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dagirkirina yekser an jî hedefgirtina sivîlan bi rêya dronan, tune bike.

Vê carê çete li baregehên taybet ên li Serêkaniyê, Girê Spî perwerde kirin û şandin taxa Xiwêran a Hesekê û êrîşî Girtîgeha Sînaa kir ku derdora 5 hezar DAIŞ’î tê de hene. Li gel neparastina hikûmeta Şamê sînorên Sûriyeyê û bêdengiya wê li hember destwerdana domdar a dewleta tirk li dijî axa Sûriyeyê, ji vê yekê armanc dike ku Hesekê kontrol bike, korîdorekê ji bo terorîstan di navbera Til Temir û Kampa Holê de û heta Iraqê veke. Ev mudaxele li dijî qanûnên navneteweyî û serdestiya welatekî ye. Lê hêzên me bi piştgiriya gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Koalîsyona Navneteweyî ev plana kirêt têk bir.

Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin. Li hember komployên li hundir û derve piştgiriya wê bikin. Em fedakariyên şehîdan silav dikin ku li hember DAIŞ’ê li ber xwe didin. Em fedakariyên şehîdan silav dikin û bang li koalîsyonê dikin ku rola xwe pêk bîne û hewl bide tundrawên ji nasnameyên cuda vegerîne welatên wan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar