Di demên dawî de hem li Iraqê hem li Sûriyeyê DAIŞ êrîşên xwe zêde kirin. Di meha kanûnê de li derdor Kerkûk û Maxmûrê gelek çalakî pêk anî. Di van çalakiyan de 25 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di meha kanûnê de li gelek cihên Iraqê li serhev çalakî pêk anî.
Girtîgeha Sinaa ku li taxa Xiwêran a Hesekê dimîne, girtîgeha herî zêde ku DAIŞ’î li dîmene. Li Rojava bi giştî 12 hezar milîtanên DAIŞ’ê girtine. Nêzî 5 hezar milîtanên DAIŞ’ê li Girtigeha Sinaa dîminin. Dema dewlet û gelên ewropî û amerîkî navê yek DAIŞ’î dibihîzin rewşa awarte îlan dikin. Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê nêzî 12 hezar rêber û milîtanên DAIŞ’î di destê xwe de digire. Heta niha tu daxwazên Rêveberiya Xweser ku ji welatên ewropî derheqê rewşa girtiyên DAIŞ’î de xwestiye yek jî pêk nehatiye.
Şeva 20’ê Çileyê ji aliyê DAIŞ’ê ve êrîş li girtîgehê hat kirin. Êrîş hem li derveyî girtîgehê hem li nava girtîgehê pêk hat. Piştî 2 rojan êrîşên li derve ji aliyê hêzên HSD’ê ve hat şikandin. Operasyoneke berfireh hat destpêkirin, girtîgeh jî hatiye dorpêçkirin. Di heman rojê de dewleta tirk jî êrîşê Şengal, Tiltemir û Eyn Îsayê kir. Konvoya HSD’ê ya li Tiltemirê ku dixwest biçe alîkariya hêzên li Hesekê ji aliyê dewleta tirk êrîş hat kirin. Ev jî dide xuyakirin ku êrîşên DAIŞ û dewleta tirk bi hevre hatiye koordîne kirin. Li hewayî dewleta tirk, li bejayî DAIŞ êrîşek berfireh hatibû plankirin. DAIŞ dixwest bi êrîşî hemû milîtan û rêveberên xwe rizgar bike û ji nûve xwe bi hêz bike. Êrîşên ku di 2014’an de li Rojhilata Navîn dabû destpêkirin piştî êrîşa li Girtîgeha Musilê bû. Li Girtîgeha Musilê gelek rêveber û milîtanên El Kaîde hebûn. Piştî van êrîşan hemû hatin rizgarkirin û nîvê axa Iraq û Sûriyeyê ket destê DAIŞ’ê. Bi êrîşa li ser Girtîgeha Sinaayê jî dixwestin wek Girtîgeha Musilê bikin.
Dewleta tirk, ji bo ku êrîşên dagirkerî li ser Rojava bimeşîne, bi Rûsya û Amerîkayê re gelek hevdîtin û danûstandin kir lê tiştê ku dixwest bi dest nexist. Hemû kes li benda êrîşên dewleta tirk bû lê xuya ye ku bi destê DAIŞ’ê ev car êrîş pêk anî. Eger DAIŞ’î hemû bireviyan wê hêza HSD’ê bihata şikandin li ser vê bûyerê dê dewlata tirk carek din bi hevdîtin û danûstandinê zemînek ji bo dagirkeriyê ava bikira. Lê hem hesabên DAIŞ’ê hem jî hesabên dewleta tirk ji aliyê hêzên HSD’ê ve vala hat derxistin.
DAIŞ ji berê ve wek hêzek taşeron ji aliyê hemû hêzan ve tê bikaranîn. DAIŞ wek hêzek dîzaynkirina Rojhilata Navîn hat bikaranîn. Hem hêzên navneteweyî hem jî hêzên herêmî li gor berjewendiyên xwe bi DAIŞ’ê re ketin nav têkilî û tifaqan. Bi taybet têkiliyên DAIŞ û dewleta tirk gelek caran bi belge û dîmenan hatiye deşîfrekirin. Têkiliyên siyasî, leşkerî û tu carî bi DAIŞ’ê re, li ber çavê hemû cîhanê hat meşandin. Lê xuyaye ku di demên dawî de DAIŞ bi temamî ketiye bin kontrola dewleta tirk. Tê gotin ku serokê DAIŞ’ê Îbrahîmî El Haşimî tirkmen e û têkiliyên wî bi dewleta tirk re pir xurt in. Gelek milîtanên DAIŞ’î li Serêkanî, Girê Spî û Efrînê ji aliyê dewlet tirk ve tên parastin û perwerdekirin. Êrîşên ku li ser Girtîgeha Sinaayê hat kirin ji milîtanên DAIŞ’ê yê li Serêkanî û Girê Spî çûne, hatiye plankirin. Dîsa di meha kanûnê de ku êrîşên li ser Kerkûk û Mexmûrê hatin kirin piştî gefa Bahçelî destpêkiribû. Eniya tirkmen û Bahçelî di heman demê de gefan xwarin û gotin Kerkûk ên tirkan e. Piştî van gefan ji herêmên tirkmenan DAIŞ’ê êrîşên xwe zêde kirin.
Hem êrîşên DAIŞ’ê li Rojava, hem jî li başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye plankirin û bi destê DAIŞ’ê xist meriyetê. Di heman deme de wezîrê şer ên dewleta tirk Hulusî Akar ji bi fermandarên ku li Zap, Metîna û Avaşînê êrîşên dagirkeriyê dimeşandin civînek lidar xist. Tê gotin ku dewlata tirk li gelek cihan xwe vekişandiye û nikare li ser pêyan bimîne. Êrîşen DAIŞ û civînên Hulusî Akar dide xuyakirin ku di rojên pêş de dê bi hev re van êrîşan bimeşînin.