20’ê çileyê DAIŞ’ê li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi şaneyên xwe yên veşartî li dijî girtîgeha ku 5 hezar çete tê de girtîbûn êrîşeke mezin pêk anîn. Li ser vê êrîşê gelek çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehê reviyan û li dijî hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser dest bi êrîşan kirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), hêzên Antî Terorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî êrîşan bi hemwextî bersivek xurt dan û êrîşa çeteyan pûç kirin. Li herêmê operasyon dewam dike.
Berpirsyarê Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyabend Elî, li ser rewşa dawî ya li Hesekê û operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji Ajansa ANF’ê re axivî.
Êrîşeke plankirî bû
Elî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ev plana êrîşê bi tenê pêk neaniye û li pişt vê êrîşê gelek hêz hene lê şervanên HSD’ê careke din ev plan têk birin. Elî destnîşan kir ku beriya çete dest bi êrîşê bikin, xwestine wesayîteke bombebarkirî li ber deriyê girtîgehê biteqînin û wiha got: “Di vê êrîşê de zêdetirî sed çete hebûn. Nêzî 6 mehan amadekariya vê êrîşê kirin û bi dehan şaneyê veşartî ketin nava liv û tevgerê. Çeteyan bi mehan îstîxbarat berhev kirin û di encamê de êrîş kirin. Bi destwerdana hêzên me ji deqeya ewil ve teqez kir ku ev êrîş bisînor bûye û negihiştiye armanca xwe.”
‘Girtîgeh di bin kontrola hêzên me de ye’
Elî anî ziman ku armanca çeteyan dagirkirina bajarê Hesekê bû û wiha pê de çû: “Lê di encama mudaxeleyên cidî yên hêzên me de ev plana çeteyan negihişte armanca xwe. Niha girtîgeha bi navê Sinea yan jî Xiwêran di bin kontrola hêzên me de ye. Hemû derî û derdora wê ji aliyê şervanên me ve hatiye dorpêçkirin û şervan di operasyonê de ne. Nêzî sed çete di avahiyeke nû tê çêkirin de xwe vedişêrin û li dijî wan şerekî mezin tê meşandin. Bi van operasyonan planên DAIŞ’ê tên pûçkirin.”
‘Plan ji aliyê şervanên me ve hat pûçkirin’
Her wiha Elî destnîşan kir ku di kêliya yekemîn de diyar bû ku li pişt vê planê gelek hêz hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku di salvegera Efrînê û salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser de hem ji aliyê Hesekê ve hem jî ji aliyê Til Temir, Zirgan û Eyn Îsa ve dewleta tirk a dagirker êrîş pêk anî. Dîsa hikûmeta Şamê hewl dide ku ji vê êrîşê sûdê werbigire. Divê ev plan baş were fêmkirin. Li dijî projeya neteweya demokratîk planek tê meşandin. Lê niha ev plan hemû ji aliyê şervanên me ve hatine pûçkirin.” HESEKÊ