Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

PKK gel e divê ji lîsteya ‘terorê’ bê derxistin

Siyasetmedar Ferhat Sengawî destnîşan kir ku PKK ji bo mirovahiyê têdikoşe û divê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin

Di vê pêvajoyê de ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin di serî de li Ewropayê kampanyayek hatiye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de siyasetmedar û rewşenbîrên başûrê Kurdistanê jî ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin bang dikin.

Siyasetmedarê başûrê Kurdistanê Ferhat Sengawî bal kişand ser tevgera PKK’ê û ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, ji Ajansa ANF’ê re nirxandinên girîng kir.

Sengawî spasiya gelen Ewropa û Amerîkayê kir ku piştevaniyê didin gelê kurd û daxwaz kir ku ev piştevanî û dostaniya bi gelê kurd re zêdetir bikin û wiha got: “Divê zêdetir zextê li hikûmet û wan aliyan bikin ku êrîşî doza gelê Kurd dikin.”

PKK nûnertiya milyonan dike

Sengawî anî ziman ku Pentagon, FBI û CIA û hemû kes baştir dizanin ku PKK ne rêxistineke terorê ye û ev tişt anî ziman: “Ji ber Tirkiye heta niha PKK li lîsteya terorê hiştine. Ev yek jî sûcekî mezin e û şaşitî ye. Eger PKK ji lîsteya terorê bê derxistin, wê rêya çareseriya pirsa kurd dest pê bike. PKK ji bo mirovahiyê xwedî proje ye. PKK tevgereke welê ye ku nûnertiya bi milyonan mirovan e û daxwaza azadî û mafê wan dike. PKK xaka Tirkiyeyê dagir nekiriye.”

PKK ne ‘terorîst’ e

Siyasetmedar Ferhat Sengawî diyar kir ku rêjeyek zêde welatiyên li Tirkiyeyê ne tirk in û wiha domand: “Prof. Celal Şengûl dibêje ku ji sedî 7 xelkên li Tirkiyeyê tirk in, yên dimîne welatiyên derdor in. Ew welatiyên heyî jî hemû dixwazin bi zimanê xwe baxivin. Daxwaza çarenûsa jiyana xwe dikin.”

Sengawî bal kişand ser kiryarên ku Tirkiye dike û wiha pêde çû: “Amerîka û Ewropa baş dizanin Tirkiye çi li Lîbya, Ermenistan, rojavayê Kurdistan û başûr çi dike. Dixwaze siyaseta xwe ya şovenîst li herêmê serwer bike. Ji bo wê divê em dengê xwe bigihînin ew kes û gelên xwedî fikir û rewşenbîr ên Ewropa û Amerîkayê bibêjin ku PKK nabe terorîst û ne terorîst e. Ji ber ku xwedî dozekî rewa ye û dozeke mirovî ye. Ji bo wê dem hatiye PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.”

Tirkiye bi sê rêbazan êrîşî kurdan dike

Siyasetmedar Sengawî anî ziman ku Tirkiye bi sê rêbazan êrîş dike û ev nirxandin kir: “A yekem bi ol Birayên Îxwanî, misilman û ayetên fethê. A duyem faşîzma neteweyî û ya sêyem jî bi çekên NATO êrîşî gelê kurd dike. Ev yek ji bo NATO û Ewropayê şerm e ku bi çekên wan êrîşî kurdan tê kirin.”

Sengawî diyar kir ku Tirkiye hevkariya DAIŞ’ê dike û bi hezaran belgeyên vê piştrast dike jî hene û wiha got: “Tu gumanek nîne DAIŞ’iyên li Qereçox hemû jî bi ser Tirkiyeyê ve ne. Çima Amerîka û Ewropa bo Tirkiyeyê nabêje terorîst. Dema ku berjewendiyên wan li gel Tirkiyeyê dawî bû, wê demê terorîst îlan bikin.”

PKK milkê kesê nîn e milkê gelê kurd e

Siyasetmedarê başûrê Kurdistanê destnîşan kir ku PKK ne milkê kesê ye yan hinek kesan e û wiha domand: “PKK ne tenê milkê tevger, Rêber Apo û şexsekî ye, PKK milkê hemû gelê kurd û Kurdistanê ye. Hemû kes xwedî li PKK’ê derdikeve. Divê hemû kar bikin ku tevgera me bê parastin û ji lîsteya terorê bê derxistin.”

Sengawî bal kişand li ser doza maf a gelê kurd û ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin du name ji bo Serokê Dewletê berê yê Amerîka Donald Trûmp û serok nû Jeo Bîden name şandiye û wiha got: “Li ser doza û derxistina PKK ji lîsteya terorê bandorek çawa bi xwe re bîne, nivîsandiye.”

Kî ne teror û terorîst e?

Her wiha siyasetmedar Ferhat Sengawî li ser pirsa kî ne teror û terorîst e, ev tişt anî ziman: “DAIŞ, Tirkiye terorîst in. Ew ên rojnamevan û kovaran digirin terorîst in. Ew ên rojnamegeran digirin û zindanî dikin terorîst in. Ew terorîst in ên li Qereçoxê kebabên germ didin DAIŞ’ê. Ew ên li ser gotina Erdogan ciwanan li Behdînanê digirin terorîst in. Teror bes kuştin û êrîşên dronê nîne, teror pir rengî ye.

Her wiha divê em hemû kar bikin ku PKK’ê û Apo ji lîsteya terorê derbixin. Divê rewşenbîr, wêjevan, siyasetmedarên kurd xwedî helwest bin, ji ber ku heta helwest nebe û deng bilind nebe, tu hesab ji bo mirovan nayê kirin.” KELAR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar