Navenda Nûçeyan
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand hêzên wan bi awayekî baldar li dijî avahiyeke Girtîgeha Sînaa ku çete tê de bûn, operasyoneke serdegirtinê li dar xistine.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku îro danê sibehê piştî operasyoneke hêzên wan, 250 çete xwe radestî wan kirine.
Navendê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hejmara çeteyên ku xwe radestî hêzên wan kirine, gihaşt 550.