Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

YPJ: Bêyî zirar bigihêje gelê sivîl êrîş hat têkbirin

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê destnîşan kir ku êrîşa DAIŞ'ê ya li Hesekê bi pêşengiya hêzên YPJ'ê hatiye têkbirin û bêyî ku zirar bigihêje sivîlan operasyon bi encam bûye

Navenda Nûçeyan |

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî serkeftina li taxa Xiwêran a Hesekê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Em di şexsê hevrêya xwe Awaz Efrîn de hemû şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr tînin û ji bo misogerkirina welatê azad û mezinkirina şoreşa Rojava em ê soza ku me daye şehîdên xwe, pêk bînin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku bi salan e bi armanca sazkirina dewleta îslamî êrîşî jin û gelan dikin, di 20’ê çileyê de careke din li taxa Xiwêran a Hesekê xwest êrîş bikin û konê tarîtiyê vedin. Bêguman ji amadekarî heya pêkanîna van êrîşan, dewleta tirk a dagirker çawa ku berê ev çete fînanse kir, îro jî di her alî de bi alîkariya dewleta tirk çeteyên DAIŞ êrîş kir. Bêguman destpêkirina vê êrîşê di salvegera dagirkirina Efrînê û salvegera avakirina Rêveberiya Xweser de, rasthatinek ji rêzê nîne, ev dîrok bi zanebûn hatiye hilbijartin. Lê belê hêzên YPJ’ê çawa ku ji derketina çeteyên DAIŞ heya pêngavên tunekirina wan pêşengiya serketinê kirin û ev çete bê bandor kirin, li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê jî li hember êrîşên çeteyan têkoşîneke mezin raber kir, da ku êrîşê têk bibin.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêka navneteweyî ku heya niha ji aliyê dewletên berpirsyar ve hatiye paşguhkirin û xwedî li welatiyên xwe derneketin, di çareserkirina vê pirsgirêkê de Neteweyên Yekbûyî nebû xwedî helwesteke şênber. Neteweyên Yekbûyî bi taybet jî di pirsgirêka Eşbal El-Xilafe de ku hejmara wan 700 kesî derbas dike, divê berpirsyariya xwe tê de bibîne.

Xetere ji holê ranebûye

Her wiha di rastiya metirsiya ji nû ve zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê de ku her çendî me bi kontrolkirina girtîgehê û çeteyên tê de niha karibû pêşiya komkujiyên cîhanî bigirin lê ev nayê wê wateyê ku xetere ji holê rabû û berpirsyariya vê pirsgirêkê li ser milê hemû aliyên pêwendîdar e.

7 rojan hêzên me, HSD û Koalîsyona Navneteweyî bi hevbeşiyekê têkoşîneke mezin raber kir. Tevî ku çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hovane êrîşî sivîlan kir û şaneyên wan bi zorê di malên gel de xwe bi cih kir û gel ji xwe re kirin mertal lê hêzên me bi plansazî û şiyarî ev pêngav bi rê ve bir. Di salvegera rizgarkirina Kobanê de me careke din plansaziyên wan têk birin, di encamê de bêyî ku gelê sivîl zirarê bibine, ev operasyon bi encam bû.

Awaz Efrîn bû şopdara Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr

Ji avakirina YPJ’ê heya roja îro têkoşîna wê çarçoveya misogerkirina ewlekariya jin, gel û welat bû, weke her carê bi sekneke pêşeng û ruhekî fedaî di Pêngava Gurzê Gelan de cihê xwe girt û li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê bi fedakarî û fedaîtî erkê xwe bi cih anî ku girtîgeha çete tê de bûn, kete bin kontrolê. Di Pêngava Gurzê Gelan de yek ji lehengên YPJ’ê hevrê Awaz Efrîn gihaşt mertebeya şehadetê. Bi ruhekî berpirsyar û wêrekiyeke mezin erka xwe bi cih anî. Çawa li Kobanê Arîn Mirkan, li Efrînê Avesta Xabûr bi ruhê xwe yê fedaî mohra xwe li şoreşê xist, li bajarê Hesekê jî hevrêya me Awaz Efrîn wek şopdara şehîdên nemir bi berxwedanî şer kir. Her wiha gelek hevrêyên me di vê pêngavê de bi wêrekî û fedakariyeke mezin ji bo hemû mirovahiyê şer kir û şehîd bûn.

Em wek Yekîneyên Parastina Jin di şexsê van pêşengê xwe yê leheng de soz didin çawa ku armanca wan azadiya gel û welat bû em ê jî şopdarên wan bin. Her kêlî em ê di nava amadekariyên mezin de bin, weke mertalên parastina nirxên vê şoreşê û destkeftiyên wê û çavekî şiyar li ser ewlekariya gelê xwe bin. Wek hêzên YPJ’ê em dibêjin di serkeftina vê pêngavê de hişyarî, fedakarî û alîkariya gelê taxa Xiwêran, Neşwa, Zihur û bi giştî gelê Hesekê bi hêzên me re mezin bû û ji ber vê alîkariya gel em spasiya xwe dikin. Dîsa em Hêzên Parastina Cewherî ya Jinan ku di vê pêngavê de roleke mezin lîst û ji hêzên Asayîşa Jin ku bi fedakariyeke mezin erkê xwe bi cih anîn, spasiya xwe dikin. Vê jî diyar kir ku jin (dayik, keç, şervan) ewlekariya şoreş, ax, gel û hizûrê ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar