Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Sedema herî mezin a qedexeya li ser PKK’ê bazirganiya çekan e’

Parêzerê alman Roland Meîster ku destekê dide kampanyaya ku PKK ji nav lîsteya ‘teror’ê were derxistin, ji Dîe Lînke Lukas Eîtel û Berdevkê Partiya Komunîst a Fransayê Cyrîl Benîot gotin ku sedema sereke ya qedexeya li ser PKK’ê bazirganiya çekan e

Navenda Nûçeyan |

Kampanyaya ji bo ku PKK ji nav lîsteya ‘teror’ê were derxistin her ku diçe li qada navneteweyî geştir dibe.  Parêzerê alman Rolan Meîster, ji Dîe Lînke Lukas Eîtel û Berdevkê Navneteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê Cyrîl Benîot ji Medya Haberê Ermen Kansoy re têkilî kampanyayê axivîn.

Parêzerê alman Meîster diyar kir ku bi qedexeya li ser PKK’ê ku sala 1993’yan dest pê kirî li Almanyayê gelek zext û zordarî li ser kurdan çêbûye gelek serlêdanên wan ên penaberiyê nehatine qebûlkirin û gelek jê teslîmî dewleta tirk a îşkencekar kirine.

Meîster bal kişande ser ‘lîsteya terorê’ ya YE’yê ev tişt anî ziman: “PKK jî di nav vê lîsteyê de ye. Tu kes maneyekê nade bê ka çima yasayên navneteweyî, mînak Almanya, YE û DYE aliyê kurdan ê têkoşer di nav van lîsteyan de ye. PKK û Rêzdar Ocalan, li Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê û li herêmên din ji bo ku gel azad bibin xwedî roleke pir girîng in. Ji ber vê pir girîng e ku qedexeya li ser PKK’ê rabe.”

PKK têkoşîna azadiyê ye

Parêzer Meîster bal kişand ser biryara dadgeha Belçîkayê ya têkilî PKK’ê, destnîşan kir ku rola Almanyayê gelek e ku PKK di nav lîsteya ‘teror’ê de ye û diyar kir ku Almanya ji ber ku PKK di nav lîsteyê de bi hezaran doz li dijî gelê kurd vekiriye û ev tişt anî ziman: “Biryara dadgeha Belçîkayê ku dibêje PKK ne rêxistineke terorê ye, biryareke di cih de ye. Tevgera kurd alîkarî dide gelê êzidî, Kobanê ji DAIŞ’ê rizgar kir, PKK têkoşîna azadiyê ye.”

Meîster got têkoşîna li dijî rejîmên diktator faşîst, nîjatperest û dagirkeriyê ne terorîzm lê têkoşîna azadiyê ye û wiha got: “Argumana me ya herî mezin a di vê kampanyayê de ev e. Em ji vir bi rengekî aşkera dikarin bibêjin ku PKK ne rêxistineke terorê ye.”

Azadiya Ocalan şert e

Mesîster bi berdewamî bal kişand ser rewşa girtîbûnê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku azadiya Ocalan şert e û wiha axivî: “Ocalan dikarîbû niha li Brûkselê biaxiviya, dikaribû xîtabî YE’yê bikira.”

Meîster destnîşan kir ku bi qedexekirinê re PKK qels nebûye, xurtir bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê kurd her ku diçe xurtir dibe. Li dijî vê lîsteya xwedêgiravî ya terorê kampanyayên girîng çêdibin. Divê ev qedexe rabe, divê were asta ku diyalog were danîn. Heke em dixwazin Rojhilata Navîn û Ewropa gavekê bi pêş ve biçe divê PKK ji lîsteyê were derxistin. Her wiha divê em bikin ku Ocalan were berdan. Çawa ku li Afrîkaya Başûr ev ji bo Mandela pir hewce bû, ji bo Ocalan jî divê ev were kirin.”

Almanya her demê li dijî tevgerên azadiyê ye

Berdevkê herêma Ahlen a Partiya Çepgir Dîe Lînke Lukas Eîtel li ser pirsa bê ka çima PKK hê jî di nav lîsteya ‘teror’ê de ye, hevkariya stratejîk a Almanya ya bi dewleta tirk re ku ji dîrokê û wir ve didome bi bîr xist û got ku ji ber vê hevkariya stratejîk PKK hê jî li Almanyayê qedexe ye û Almanya her demê li dijî tevgerên têkoşerên azadî û sosyalîst e û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku qedexeya li ser PKK’ê rabe em zextê li hikûmeta xwe dikin, ji bo li diji agresifiya Tirkiyeyê bisekine û desteka aborî nede Tirkiyeyê em hewl didin zexta giran li hikûmeta xwe bikin. PKK hê jî qedexe ye lê li gorî berê em pir pêş ve çûne. Ji bazirganiya çekan ku bi salan e bi artêşa tirk dikin bi milyaran qezenc kirine, bi qedexekirina PKK’ê hikûmeta alman pir pereyan bi dest ve tîne. Yek ji sedema sereke ku PKK hê jî di nav lîsteya rêxistinên qedexe de tê hiştin, domdarkirina bazirganiya çekan e. Em hêvî dikin înîsîyatîfa çepgir a alman, li dijî fîrmaya RheînMetallê çalakiyên cidî bike, her wiha li dijî fîrmayên pêvek ên destekvanên vê fîrmayê jî bibe xwedî helwesta cidî.”

Eîtel bal kişande ser girîngiya kampanyayê û wiha got: “Heke bi rastî ev kampanya bigihêje armanca xwe ev ê zexteke mezin li ser dewletan bike.”

Yên li dijî terorîstan şer kirin û em parastin hêzîn kurdan in

Berdevkê Navneteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê Cyrîl Benîot ku yek ji destekvanê kampanyaya îmzeyan e ku ji bo PKK ji nav lîsteya ‘teror’ê were derixistin, diyar kir ku ji bo aştî û demokrasiyê pir girîng e ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin.

Benîot têkilî hilbijartina li Fransayê ku dê di meha nîsanê de were kirin jî da zanîn ku guherîna rastî li ya li bara kurdan û PKK’ê bi guherina hikûmetê û guherîna polîtîkayên dewletê wê bibe û got ku ew dixwazin bi têkoşîna gelê kurd re hevkarî bikin û wiha domand: “Ji ber ku em li dijî wê ne ku PKK bi terorîzmê were deqkirin. Em pir xweş dizanin bê ka terorîzm bi rastî çi ye. Mînak li Parîsê û gelek paytextan me terorîstên rastî dîtin. Li dijî van terorîstên rastîn ên ku şer kirin û em parastin hêzên kurdan in.”

Di axaftina xwe de Benîot da zanîn ku ji ber têkiliyên berjewendiyê yên welatên Ewropayê yên bi Tirkiyeyê re PKK hê jî di nav lîsteya ‘teror’ê de tê hiştin.

Nêzîkatiya gelê Ewropayê

Benîot destnîşan kir ku lê ji ber ku di nav lîsteya ‘teror’ê de gelê Ewropa bi pêşdarî nêzîkatî li PKK’ê dike û got ku divê ev pêşdarazî werin şikandin. Benîot diyar kir ku PKK ne ‘rêxistina terorê’ ye, ji bo mafê mirovan, gelê sivîl têdikoşe, li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tekane hêz e ku li aştiyê digere û divê ev bi xweşikî were vegotin.

Her wiha Benîot anî ziman ku divê ew bikaribin hikûmetên xwe bi kirinên wan re hevrû bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke dibêjin PKK rêxistina terorê ye, divê em bikaribin bibêjin heta beriya bi çend salan di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de we destek dida PKK’ê. Divê em ji wan bipirsin bê ka çima bi nêzîkatiyeke wiha bûn û wan bi vê pirsê re hevrû bikin. Bi van rêbazan em dikarin nêzîkî wê armancê bibin ku PKK’ê ji nav lîsteya terorê derxin.

Em Partiya Komunîst a Fransayê li ser vê mijarê helwesta me zelal e, em dixwazin ev kampanya geş bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar