Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Maf û hilbijartin

Li Tirkiye û Kurdistanê di pêvajoya ku dersên bijartî û perwerdehiya zimanê zikmakî tê niqaşkirin de Rojnameya Xwebûn ku 2 sal in bi kurdî weşanê dike ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyê ve hat astengkirin. Carek din aşkera bû ku hikûmeta AKP’ê li dijî kurdî û zimanê kurdî ne durist e. Bi hîle û lîstikan nêzî kurdî û kurdan dibe.

Mijar û daxwaza dersên bijartî polîtîkaya hikûmetê ye. Hikûmeta AKP’ê ku li ser piyê zinar e û li ber têkçûnê ye, hewl dide ku kurd destê xwe dirêjî wê bikin û wê ji vê têkçûnê rizgar bike. Ji bo vê yekê jî dixwaze bi dersên hilbijartî kurdan bixapîne. Wekî ku qenciyekê bi kurdan dike nîşan dide. Wekî ku ji bo kurdan xizmetek pir baş kiribe dide nîşan. Bi malê me qenciyê bi me dike. Li aliyekî înkar dike, qedexe dike. Li aliyê din dixwaze em bi tiştên biçûk û bê encam şa bibin. Navê faşîst û kujeran li kolan, tax û parkên me dikin. Navên ku di nava kurdan de bûne sembol radikin û navê xwe li şûna wê datînin. Li hemû kolan û taxên bajarên Kurdistanê alên tirk bi cih kirine derûniya serdestiya tirkan a li ser kurdan pêş dixin. Di rewşek wisa de dixwazin kurd bi dersên hilbijartî şikuriya xwe bînin û pê kêfxweş bibin. Gelek kurdên me jî mixabin hindik maye ji bo vê yekê dest û piyên hikûmetê maç bikin.

Di vê pêvajoya ku hikûmet dixwaze kurdan bi dersên bijartî bixapîne, Saziya Ragihandin û Teknolojiyê ya Tirkiyeyê Rojnameya Xwebûn ku bi kurdî weşanê dike asteng kir. Ev sazî li gorî daxwaz û polîtîkayên hikûmetê tevdigere. Ev nakokî û lîstika hikûmetê ya li dijî zimanê kurdî pir beloq derdikeve holê.

Dema em li dîroka nêzîk dinêrin em dibînin ku hikûmetên Tirkiyeyê bi kijan polîtîkayan nêzî ziman, çand û nirxên kurdan bûne. Her tim êrîşî hafizayê dikin. Êrîşî dîroka kurdan dikin û me mecbûrî dersên bijartî dihêlin. Sûr ziman, çand û dîroka me ye. Ku em li Sûrê xwedî dernekevin, gelo dê zimanê bijartî çi bide me?

Heskîf ziman, çand û dîroka me ye ku em li Heskifê xwedî dernekevin, gelo çend saetên dersên bijartî dê çi bide me? Ku em destûr bidin navê kesên wekî Devlet Bahçelî, Kenan Evren û gelek fermandarên artêşê yên li ser kurdan komkujî pêk anîne li park, baxçe û kolanê me bikin, em çend dersên bijartî dê çi bide. Gelek minakên bi vî rengî hene. Ji bo ku em di ferqa van polîtîkayan de bin û em di ferqa cudahiya perwerdehiya zimanê zikmakî û dersên bijartî de bin, divê em wate û pênaseya wan baş bikin. Ziman mafê me ye. Em mecbûr in mafê xwe biparêzin. Pêwistiya jiyanî ye. Lê bijratin ne wisa ye. Bijartin ne mecbûrî ye. Ne jiyanî ye.

Maf, ew tişte ku di aliyê maddî û manevî de aydî mirov e. Mirov bi mafê xwe mirov e. Her mirov ji bo hebûna xwe bidomîne mecbûrê mafê xwe ye. Mecbûrî ye. Parçeyek ji jiyana mirov e. Ku ew parçe ji mirov qut bibe yan jî jê bê stendin, ew mirov kêm dimîne. Zimanê zikmakî jî mafê hemû mirovan e. Her mirov xwedî maf e ku bi zimanê xwe yê zikmakî fêr bibe û perwerde bibe. Ji bo bibe xwedî nasname mecbûrê zimanê xwe ye. Zimanê zikmakî mafekî mecbûrî ye. Em kurd netew in. Bi hezaran sal in li ser vê axê dijîn. Divê em bi xwe pergala xwe ya perwerdehiya zimanê zikmakî ava bikin. Em xwe mohtacê çend saetên bijartî yên dewletê nekin.

Ji ber ku bijartî, ew tişt e ku ji bo mirov ne mecbûrê wê ye. Bibe jî dibe nebe jî dibe. Ew tişte ku dixwaze ligel mafê xwe, zêdekirina parçeyekî din e. Ku tiştê tê bijartin nebe tiştek ji mirov kêm nabe.

Dema ku me li hemû mufredatên dibistan û zanîngehên dewletan dinêrin, em dibînin ku dersên esasî/bingehîn hene û dersên bijartî hene. Dersên esasî û bingehîn ew e ku pêwistiya jiyanî ye. Ji bo mirov bigêje armanca xwe ew nebe nabe. Ji bo mirov di wê pîşeyê de xwe temam bike, ew ders nebe nabe. Lê dersên bijartinî ne mecbûrî ne. Bibe jî dibe, nebe jî dibe. Dema ku em kurdî hildibijêrin em vê peyamê didin dewletê û hêzên navdewletî. Em dibêjin kurdî ji bo me ne mecbûrî ye. Ne jiyanî ye. Kurdî bibe jî dibe nebe jî dibe. Ji ber vê yekê divê em baş zanibin em çi çima dixwazin. Dîsa divê em baş zanibin ku dewlet çi ji bo çi dide me. Maf nayê dayîn, tê stendin. Dewlet hem dibêje zimanê xwe hilbijêre, hem jî weşana bi zimanê me qedexe dike. Wê demê divê em baş li ser vê yekê hûr û kûr bibin.

Nûçeyên Têkildar