Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Parlamentoya Baskê amadekariya naskirina Rêveberiya Xweser dike

Parlamantera Baskê Oihana Etxebarrieta diyar kir ku Parlamentoya Baskê amadekariyên naskirina Rêveberiya Xweser dike

Navenda Nûçeyan |

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 12 hezar çeteyên DAIŞ’ê hene û ji 50 welatên cuda ne. Girtina van çeteyên DAIŞ’ê ya li herêmê sedema metirsiyeke mezin e. Rexmî ku vê metirsiya DAIŞ’ê pirsgirêkeke gerdûnî ye jî hewl tê dayîn weke pirsgirêkeke herêmî bê dîtin. Ji ber vê nêzîkatiya xemsar a hêzên navneteweyî DAIŞ’ê careke din hewl da li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aloziyê derxe. Heta niha Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gelek caran cidiyeta rewşê diyar kirine û banga darizandina çeteyan û malbatên wan kirine. Tevî hemû hewldanan jî civaka navneteweyî di vê mijarê de gaveke şênber neavêje.

Ji bo ku dadgehek were avakirin û çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin bangên naskirina statuya herêmê tên kirin.

Hewcedarî bi meşrûyeta sazûmanî heye

Parlamentera Parlamentoya Baskê Oihana Etxebarrieta, têkildarî mijarê ki Ajansa ANHA’yê re axivî. Oihana Etxebarrieta diyar kir ku piştî naskirina Parlamentoya Katalonyayê Parlamentoya Baskê jî amadekariyan dike ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike û wiha got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî rewabûna civakî ye û pêwîstiya wê bi meşrûyeta sazûmanî heye. Em wek koma EH Bildu ji bo ku Parlamentoya Baskê statuyê qebûl bike, dixebitin.”

Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin

Etxebarrieta da zanîn kir ku divê Rêveberiya Xweser di asta navneteweyî de were naskirin û wiha domand: “Divê di cîhana global de derfetên tifaqê û têkiliyên navneteweyî bên afirandin. Mimkûn e ku parlomentoyek were naskirin ku têde mafê biryarê yê piraniyê ye. Naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwazeke rêxistinên cuda û tevgerên herêmî ye jî. Em alîgirên naskirin û destekkirina wê ne. Dema parlamentoya Baskê Rêveberiya Xweser nas bike wê rêyên xebatên hevpar ên sazûmanî jî vebin.”

Piştgiriya têkoşînê

Etxebarrieta ji bo êrîşa dawîn a DAIŞ’ê ya li Hesekê jî ev nirxandin kir: “Êrîşa li Hesekê ji ber desteka kêm a hêzên navneteweyî pêk hat. Ji bo ku ev xetere bi dawî bibe, divê hêzên navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bînin û vê pirsgirêka hevpar nîqaş bikin. Em wek hêzeke têkoşer pê dizanin ka biryardayîn û rêvebirina polîtîkayê li gel raya giştî û bi tevlêbûna wê çi qas girîng e. Em ê her tim piştgiriya têkoşîna Rêveberiya Xweser bikin û em ê li cem wan bin. Ji niha û pê ve divê hêzên navneteweyî û her kes bi berpirsyariay xwe rabe.”

Darizandina çeteyên DAIŞ’ê

Di dawiya axaftina xwe de Etxebarrieta bi bîr xist ku HSD û Rêveberiya Xweser ji bo hemû mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê şer kirine lê belê tu dewletan endamên girtî yan jî malbatên wan ên welatiyên xwe wernegirtine û ev bang kir: “Divê êdî herkes bi berpirsyariya xwe rabe. Ji bo darizandina van DAIŞ’iyan divê di zûtirîn demê de dadgeheke navneteweyî were avakirin. Ev dadgeh gelekî girîng e ku bikare berpirsyariya hevpar nîqaş bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar