Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

PKK tevgereke gel e

Mamoste û hunermend Simon Hotz diyar kir ku PKK bi rengekî şaş ji raya giştî ya Ewropayê re hatiye vegotin û wiha got: "Yên ku morha 'terorê' li PKK'ê xistine, hewldane rastiya PKK'ê ya ku tevgereke demokratîk, femînîst û antî kapîtalîst e, binixumînin.”

Kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ li Swîsreyê dewam dike.

Yek ji beşdarên kampanyayê hunermend û mamosteyê dibistana seretayî Simon Hotz e.

Simon Hotz ku bi rengekî çalak tev li karên GsoA (Rêxistina Swîsreyê ya bêartêş) dibe, destnîşan kir ku nayê qebûlkirin ku welatên Ewropayê ji bo berjewendiyên xwe gotinên xweş ji bo serokkomarê tirk dîktator Recep Tayyîp Erdogan re bêjin û PKK a ku rêxistineke demokratîk, femînîst û antî kapîtalîst e bi ‘rêxistiniya terorê’ bê tewambarkirin.

Hotz anî ziman ku wî di zarokatiyê de siyaset nas kir û ji hingî ve bi kurdan re ye û wiha got: “Min têkoşîn û siyaseta kurdan nêzî xwe dît. Jinedîtî hatina zilm û zexta dewleta tirk a li gelê kurd tê kirin, ji bo min nayê qebûlkirin. Dewletên Ewropayê ji ber peymanên bazirganiyê yên bi dewleta tirk re kirine, kiryarên rejîma dîktatoriyê ji nedîtî ve tên.”

Divê rejîma dîktatoriyê bê teşhîrkirin

Hotz destnîşan kir ku di asta têkiliyên navneteweyî de divê rejîma dîktatoriyê yê Erdogan bê teşhîrkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Aşkera ye ku berevajî îdîayên li nava raya giştî ya Ewropayê hatine belavkirin, li Tirkiyeyê rejîmeke demokratîk nîne û PKK jî rêxistineke terorê nîne. Bi teşhîrkirina rejîma dîktatoriyê û agahdarkirina rast a raya giştî re dê aşkera bibe ku PKK tevgereke gel e.” GALLEN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar