Amerîkayê sala 1997’an PKK’ê di lîsteya terorê de bi cih kir. Heman salê jî li dijî PKK’ê şerekî topyekun hatibû destpêkirin. Dewleta tirk, PDK û YNK jî di navê de tevan şerê PKK’ê dikirin. Di rewşeke wiha de jî Amerîka li cem wan hêzan bû û ji bo piştgiriyê PKK’ê xist lîsteya terorê. Lê ji ber ku di qada leşkerî de encam bi dest nexistin, berê xwe dan Rêber Apo. Piştî bi salekê komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê dan destpêkirin. Wan hêzan hişt ku Rêber Apo ji Sûriyeyê derkeve û berê xwe bide Ewropayê. Li Ewropayê jî bi zanebûn derî lê girtin û bi radestkirina Rêber Apo li Tirkiyeyê bi encam bû. Lê balkêş e ku beriya komployê ango di 1’ê Îlona 1998’an de Rêber Apo agirbest ragihand. Tevî vê yekê jî komplo xistin dewrê.
Rêber Apo çawa ku hat girtin ji bo çareseriyeke demokratîk gelek rê û rêbaz ceribandin. Li aliyekî komên gerîla derxistin derveyî sînorên Tirkiyeyê, li aliyekî jî sîleh sekinandin. Di rewşeke wiha de jî vê carê Ewropayê PKK’ê di lîsteya rêxistinên terorîst de bi cih kir. Heman salê li Tirkiyeyê biryara darvekirinê hat rakirin û ev biryar ji bo Rêber Apo jî bû. Lê çawa dibe ku Ewropa biryareke wiha bistîne? Ji bo vê mijarê jî divê em vegerin destpêka şerê çekdarî yê PKK’ê û biryarên destpêkê yên li dijî PKK’ê.
Ewropa û Amerîka piştî pêngava 15’ê Tebaxê PKK’ê xistin hedefa xwe. Ji bo vê yekê jî Gladyo û NATO bi awayekî çalak tevgeriyan. 28’ê Sibata 1986’an Serokwezîrê Swêdê Olof Palme li paytexta welatê xwe Stockholmê bi sûîkastekê hat kuştin. Ji bo karibin PKK’ê û kurdan berpirsyar nîşan bidin û êrîş bikin, kuştina Palme plan kirin. Lewma ne tenê cînayetek bû. Pêvajoya piştî wê jî hatibû plankirin. Ev rewş ne tenê li Swêdê bû. Destpêkê zext li kurdên li Swêdê hat kirin, hatin sûcdarkirin, hatin binçavkirin, zext li kurdan hate kirin û piştre jî li welatên din ên Ewropayê belav bû. Di sala 1993’yan de li Almanyayê PKK hat qedexekirin.
Ji ber kuştina Olof Palme Almanya, Fransa û welatên Ewropayê deriyê xwe li Rêber Apo girtin. Komploya navneteweyî herî zêde spartin bûyera kuştina Olof Palme. Piştî 34 salan jî Swêdê aşkera kir ku kujerê Olof Palme ne PKK, ne jî kurd in. Lê tevî vê yekê jî tiştek ji bo PKK’ê û kurdan negotin. Pêvajoya reşkirina navê PKK’ê xwe digihîne wê pêvajoyê. Ewropa û Amerîka bi vê yekê re dihêlin ku meseleya kurd çareser nebe û her tim wekî girêkekê bimîne. Eger ew dixwazin li Tirkiyeyê aramî hebe tişta ku bikin divê destpêkê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin. Lê bi helwesta dijber ew bi xwe agir sor dikin. Ewropa û Amerîka bi vê helwesta xwe ji PKK’ê re dibêjin şer bike. Wekî din tu wateya wê tuneye.
Îro dinya alem dizane ku PKK tu çalakiyeke terorê nekiriye û zirarê nedaye civakê. Ji ber hebûna PKK’ê îro gelek destketiyên kurdan hene. Eger PKK rêxistineke terorê bûya wê bi milyonan kesî nedabûya pey. Eger PKK rêxistineke terorê bûya wê bi deh hezaran kes di nava refên PKK’ê de canê xwe feda nekiribûna. Tevî ku ev rastî li meydanê ye gelo çima PKK di lîsteya terorê de ye ? Hin welatên Ewropayê ji bo berjewendiyên xwe vê yekê bi kar tînin. Almanya, Fransa û Îngilistan serkêşê vê yekê ne. Ji ber vê helwesta wan jî zirarê li kurdan dibe. Li ser xwesteka dewleta tirk tevdigerin û siyaseteke qirêj dimeşînin.
Ne roja destpêkê û ne jî niha tu sedem tuneye ku PKK di lîsteya terorê de bimîne. Bi saya gerîlayên PKK’ê û şervanên wê dawî li DAIŞ’ê hat. Ew DAIŞ’a ku bibû bela serê dinyayê ji aliyê PKK’ê ve hat têkbirin. Ewropa û Amerîka vê yekê dizanin û tevî vê yekê jî israra wan a neçareseriyê zirarê dide demokrasiya wan jî. Çawa ku di komploya navneteweyî de cih girtin û serkêşiya wê kirin, îro jî bi heman helwestê tevdigerin. Armanca wan neçareserî ye û kûrkirina aloziyan e. Ji destpêka komployê heta reşkirina navê PKK’ê wekî xelekekê ye. Çawa ku komplo û êrîşên li ser PKK’ê navneteweyî ye, têkoşîna li dijî wê jî divê navneteweyî be.