Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbare êrîşa li Hesekê de daxuyaniyek da. Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku xetereya çeteyên DAIŞ’ê berdewam dike û ji bo ku çete bi temamî werin têkbirin, divê civata navneteweyî destekê bide. Her wiha Rêveberiya Xweser têkildarî berpirsyariya dewletên welatiyên wan di nava çeteyan de ne û ya civata navneteweyî ji bo darizandina çeteyan, 8 xal diyar kirin.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Destpêkê bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em vê serkeftina mezin a nû ya li hemberî rêxistina DAIŞ’ê li tevahî pêkhateyên gelê xwe pîroz dikin. Ev serkeftin berdewama tevahî efsaneyên lehengiyê ye ku gelê me bi fedakarî li hemberî terorê raber kiriye. Di heman demê de em şehîdên xwe bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî fedakariyên wan ditewînin û ji malbatên wan û tevahî gelê me re sersaxiyê dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.

Ji rizgarkirina Baxozê ya Adara 2019’an, ragihandina serkeftina leşkerî li hemberî DAIŞ’ê ya terorîst û têkbirina dewleta wê ji aliyê HSD’ê ve bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî, heta fedakariyên mezin ên berxwedana Kobanê heta Baxoz û bûyerên dawî yên li Girtîgeha Sînaa ya Hesekê; HSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di oxira parastina mirovahiyê ji vê rêxistina terorîst de zêdetirî 12 hezar şehîd û 25 hezar birîndar û gazî dane.

Pirsgirêka ji ber teror û şaneyên wê didome

Tevî vê yekê, pirsgirêka terorê û şaneyên wê yên veşartî û îdeolojiya wê li herêmên ku bi salan di bin serweriya wan de mane, berdewam e. Her wiha Rêveberiya Xweser li pêşberî derdora 12 hezar çeteyên DAIŞ’ê, di nav de derdora 2 hezar ên iraqî, 2 hezarên din ji nasnameyên zêdetirî 50 welatan, her wiha 5 hezar ên ji Sûriyeyê û bi deh hezaran ji malbatên wan ên li kampên Hol û Roj rû bi rû ye. Tevî derfetên diyar jî Rêveberiya Xweser û HSD’ê ew li herêmên ewle parastin. Vê yekê barê Rêveberiya Xweser giran kir. Di heman demê de operasyonên li dijî şaneyên terorîst domandin û gelek kes girtin.

Gelek caran me teqez kir ku ev dosyaya xeter û bi girêk pirsgirêkek e ku tevahî civaka navneteweyî eleqedar dike. Divê ev dosya bi rêya koordîneya di navbera civata navneteweyî û Rêveberiya Xweser de were çareserkirin, çi bi rêya avakirina dadgeheke navneteweyî be yan jî avakirina dadgeheke xwedî taybetmendiyên navneteweyî li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be da ku edalet pêk were. Ji ber vê yekê divê dewletên ku welatiyên wan di nava rêxistina DAIŞ’ê de hebin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin, welatiyên xwe, bi taybet jin û zarokan vegerînin, wan darizînin, tev li civakên wan bikin û wan ji nû ve perwerde bikin. Di heman demê de divê destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku wan zarokan ji cih û hewaya netendurist derxin, ji bo ji nû ve werin perwerdekirin. Dîsa jî divê destek were dayîn da ku rewşa kamp û girtîgehan di aliyê ewlehî û mirovî de were baştirkirin heta ku ev pirsgirêk were çareserkirin.

200 çeteyan êrîş kirin

Ji ber kêmasiya civaka navneteweyî di pêkanîna berpirsyariyên xwe de, ya ku me bi domdarî hişyarî li ser dikir qewimî. Li kampa Holê rojane bûyerên qetilkirin, serjêkirin, şewitandina kampan û hwd. rû didin. 20’ê çileyê Girtîgeha Sînaa ya li Hesekê kirin hedef. Derdora 200 çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst bi êrîşeke bigirêk û xeternak ku ji herêmên dagirkirî yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, hatibû plankirin û bi desteka komên ku ji sînorê Iraqê hatine û hin şaneyên veşartî yên li herêmê, girtîgeh kirin hedef. Armanc ji vê yekê vejandina DAIŞ’ê ye, her wiha belavkirina aloziyê û derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de ye, her wiha da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.

Di demekê de ku rêxistina terorîst li girtîgehê û derdora wê tevlihevî derxistin da ku hêzên me tevlihev bikin û derfetên bidin terorîstan da ku birevin, hêzên tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên bejahî birin ser sivîlên navçeya Eyn Îsayê. Di heman demê de desthilata Şamê û îtîlafa Erdoganî sûd ji vê rewşê girt ku HSD û Koalîsyona Navneteweyî bi pêkanîna sûcên şer, guhertina demografîk tawanbar kirin. Armanc ji vê yekê ev e ku Rêveberiya Xweser têk bibin û destekê bidin terorîstan, di heman demê de da ku fitneyên etnîk di navbera pêkhateyên herêmê de derxin. Divê ev her du alî siyasetên xwe yên binkeftî di ber çavan re derbas bikin ku tenê xizmeta zindîkirina terorê dikin. Lê bi saya fedakariyên gelê me bi hemû pêkhateyên wê û piştgirî û kombûna wê li derdora hêzên me yên leşkerî, ev plan têk çûn. Di roja salvegera rizgarkirina Kobanê de kontrolkirina rewşê hat ragihandin. Bi vê yekê dîrokê careke din xwe dubare kir, teror û tevahî alîgirên wê bi bin ketin.

Xalên ku rêveberiya xweser diyar kirine

Li ser vê yekê, li hemberî van rageşiyan û ji bo têkbirina terorê, divê xebateke mezin ji aliyê civata navneteweyî û hevkarên wê yên Koalîsyona Navneteweyî ve were kirin:

1-Li hemberî xetereya terorê û şaneyên DAIŞ’ê yên terorîst divê di hemû aliyan de desteka ji HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re were zêdekirin.

2-Divê dadgeheke navneteweyî yan jî dadgeheke xwedî taybetmendiyên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were avakirin da ku sûcdar werin darizandin û edalet pêk were.

3-Divê tevahî dewletên ku welatiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebin, erkên xwe bi cih bînin, welatiyên xwe yên çekdar, jin û zarok vegerînin, an jî destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku rewşa xizmetguzarî û ewlehî li kamp û girtîgehan baş bibe ji bo zû werin perwerdekirin û tev li civakên xwe bibin. Her wiha divê jinên ku sûc kirine, werin darizandin.

4-Ji bo pêşxisina rewşa xizmetguzarî, perwerde û tenduristiyê divê piştgiriya aborî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were kirin û herêm ji Qanûna Qeyser were dûrxistin, da ku rê li ber hewldanên rêxistina DAIŞ’ê venebe ku sûdê ji aliyê lawaz wergire û di aliyê biçekkirina şaneyan û rêxistina îdeolojîk de bi kar neynin.

5-Divê desteka mirovî were zêdekirin û biryara girtina deriyê Til Koçerê di ber çavan re were derbaskirin. Ji ber ku alîkariyên mirovî yên ku ji civata navneteweyî bi rêya Şamê derbas dibin kêm in. Mînak, dema ku Neteweyên Yekbûyî dibêje ku wê vê dawiyê 36 kamyonên alîkariyê ji ber bûyerên li Hesekê şandine herêmê, tu alîkarî nagihêjin, ji ber ku hemû ji çargoşeya ewlekariyê re diçin a li Qamişloyê ya di bin serweriya Şamê de.

6-Di aliyê siyasî de divê piştgiriya Rêveberiya Xweser were kirin, ji bo ewlehiya herêmê asta xebatê were xurtkirin, zext li dewleta tirk a dagirker were kirin da ku ji herêmên dagirkirî yên ku ji terorîstan re bûne navend vekişe, êrîşên xwe li ser herêmê rawestîne ku sivîlan dike hedef. Ji ber ku Tirkiye destekê dide terorê da ku ewlehiya herêmê têk bibe.

7-Ji bo avakirina navendên perwerdekirina zarokan, başkirina rewşa ewlehî û mirovî ya girtîgeh û kampan, divê destek ji bo Rêveberiya Xweser were dayîn.

Komploya rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst û alîgirên wê ya li ser Hesekê mezin û xeternak bû. Di encamê de 121 endamên hêzên leşkerî, ewlehî, karmendên girtîgehê û sivîl şehîd bûn. Ev komplo xwedî encamên xeter in. Di heman demê de nîşaneyek e ji bo koalîsyon û civata navneteweyî derbasî pêvajoyeke nû bibe û xebateke hevpar di hemû aliyan bi Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî û ewlehiyê re bibe da ku ev bûyer dubare nebe û têkbirina mayînde ya terorê misoger bibe.

Silav û hurmet ji bo HSD, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş), eşîrên ereb, tevahî pêkhateyên gelê me yên ku li dijî terorê li kêleka rêveberî û hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî sekinîn û ji xetereya vegera DAIŞ’ê fêm kiriye, nemaze ku gelek kesan ev tecrubeya dijwar a DAIŞ’ê dîtiye.

Di dawiyê de em spasiya hemû gelê xwe yê Hesekê û yê Xiwêranê bi taybet dikin ku bi hêzên leşkerî re bûn alîkar û em sivîlên ku şehîd bûne, bi bîr tînin. Her wiha em piştrast dikin ku em ê şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê koçber bûne, vegerînin malên wan.

Silav ji bo giyanê şehîdên me yên leheng, ji birîndaran re şîfaya lezgîn. Na ji teror û alîgirên wê re.” HESEKÊ