Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir

Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan, ji bo demildest rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li her kesî kir ku tevbigere

Navenda Nûçeyan |

Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî daxuyanî da û anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd divê demildest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Înîsiyatifê xwest ji bo azadiya Ocalan her kes bikevin nava liv û tevgerê.

Daxuyaniya Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî wiha ye:

“Siyaseta redkirinê ya li dijî xwerêvebirin û diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweyî ya gelê kurd, hişt ku Abdullah Ocalan bi awayekî yekpare di milên neteweyî, herêmî û gerdûnî de pirsgirêka kurd binirxîne, pirseke radîkal bike û ji bo rêyeke din a azadiyê biryar bide.  Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û ji bo  Ocalan rola xwe di çarçoveya çareseriya ku wî pêşniyarkirin de bilîze, azadiya Ocalan a fizîkî gelekî girîng e.

Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Abdullah Ocalan li hemberî asîmîlasyon û çewisandina dewleta tirk a bi dehan salan bû sedema vejîna nasname û hişmendiya kurd.  Di pêşengiya Ocalan de kurdan ji hêza xweya netewî  bawerkirin  û di hemû qadên jiyanê de xwe bi rêxistin kirin.  Tevgera Azadiya kurd a bi pêşengiya Ocalan ji kurdên her çar perçeyî re û ji kurdên li Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran û dîasporayê re bu hêz. Abdullah Ocalan bi pêşniyar û ramanên xwe yên pêşeng bû Rêberê Gelê Kurd.

Ocalan bi bawerî û keda xwe ya bi israr a ji bo têkoşîna jinê, yek  ji  tevgerê herî  bi îrade û herî xurt ê jina li cîhanê ava kir.

Dewleta tirk ji bo tasfiyekirina tevgera azadiya kurd û tinekirina nasnameya kurd, her cure sûc li dijî gelê kurd pêkanî, mafên mirovan binpê kir û hîna jî dike. Dewleta tirk a ku nikare vîna gelê kurd bişkîne, bi NATO’ya ku Tirkiye jî endamê wê ye, dixwaze têkoşîna gelê kurd bişkîne. Dewleta tirk di dîroka xwe ya 100 salî de bi darvekirina rêberên kurdan, bi berdewamkirina zext û zordariya li ser gelê kurd siyaset meşand. Niha jî bi destê rejîma Erdogan û NATO yê dixwaze  Abdullah Ocalan di tecrîdê de bihele û mafê çarenûsa kurdan asteng bıke.

Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd Ocalan di Cotmeha 1998’an de ji Şamê derket û ji bo balê bikşîne ser rewşa kurdan hat Ewropayê.  Ji ber ku tu welatê Ewropayê rê nedan ku li wir jiyan bike neçar ma ji Ewropayê derkeve.  Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de li Kenyayê bi komployeke navneteweyî hate revandin û piştre ji aliyê dewleta tirk ve li Girtîgeha Girava Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê hate girtin.

Ev nêzî 24 sal in Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de tê ragirtin û nahêlin ku amûrên ragihandinê bi kar bine û bi awayekî hovane tê cezakirin.  Tenê di sala 2021’ê de ji 171 serlêdanên hevdîtinê yên parêzerên wî 20 jê bi biryara dadgehê (23’ê Îlona 2020’î) bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan hatin redkirin û 151 daxwazên din jî bê bersiv man.  Di heman salê de 55 daxwazên hevdîtinê yên malbat û weliyê wî jî hatin paşguhkirin.

Sîstema Îmraliyê sîstemeke keyfî ye û şert û mercên binçavkirina Ocalan hem li dijî hiqûqa Tirkiyêye û hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ji rewşa Ocalan berpirsyar in.  Tirkiye endama Konseya Ewropayê ye û peymana ku CPT bi dehan sal berê çêkiribû qebûl kiriye.

Wisa dixuye ku di navbera saziyên pêwendîdar ên weke Konseya Ewropa û CPT û rejîma tirk de tifaqeke ku li dijî Ocalan hatiye erêkirin û bi awayekî eşkere peymanên wan jî binpê dike, heye.  Konseya Ewropa amûrên xwe yên hiqûqî û siyasî yên weke CPT’yê ku ji bo li girtîgehan hiqûqa navneteweyî bi cih bîne, bi kar nayne û çavê xwe ji pêkanînên kêfî û ne hiqûqî yên ku rejîma tirk li dijî Ocalan pêktîne re digire

Bi nêzîkbûna 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê em ê xebatên siyasî û dîplomatîk di qadên cuda de bimeşînin. Her wiha, emê li ser platformên medyaya dîjîtal jî helwesta xwe raber bikin û bertekê xwe nişan bidin.  Em ê banga dawî li polîtîkayên tecrîdê bikin û ji Ocalan re azadî bixwazin.  Em bang li berpirsyar û hiqûqa navneteweyî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan demildest tevbigerin.

Ji 1’ê Sibatê heta 15’ê Sibatê em ê çalakiyên curbecur li dar bixin.  Em bang li her kesî dikin ku bi meş, bangawazî, nîqaş, vîdeo û amûrên din ên afirîner tevlî vê pêvajoyê bibin. Her wiha bi rengekî aktif tevli kampanyaya hashtagê ya ku wê di êvara 14’ê Sibatê de dest pê bike bibin.

Em bang li her kesî û rêxistinên sivîl dikin ku li dijî vê neheqiyê li keyleka Ocalan û gelê Kurd bisekinin. Bi rêya e-mail bi CPT û Konseya Ewropayê re têkilî daynin û daxwazên xwe yên li jêr parve bikin:

Divê di zûtirîn dem de destûr bê dayîn ku Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi parêzer û xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin, tecrîd tavilê bê rakirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî divê li ser Tirkiyeyê mueyîdeyan bisepînin. Ji ber ku rejîma niha ya binçavkirinê û pêkanînên dewleta tirk li dijî Rêgezên Kêmtirîn Standard ên Tenduristiya Girtiyan (Rêbazên Nelson Mandela) yên Neteweyên Yekbûyî ne.

Ji ber ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xwedî hêza pêkanînê ye û dikare di vî warî de bandorê li Tirkiyeyê bike, divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi lezgîn gavên siyasî bên avêtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar