Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker duh bi şev di saet 22:00’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kirin. Di encama êrîşa dewleta tirk a dagirker de tê gotin birîndar hene, lê heya niha derbarê birîndaran de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Xelkê wargehê dê li gorî dema herêmê îro saet di 11:00 de li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker meşeke girseyî li dar bixe.
Şêniyên wargehê dê heta ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî bimeşin û tê payîn li wir daxuyaniyekê bide.
Wê rêzeçelakiyên gelê Mexmûrê ya dijî êrişên dewleta tirk dewam bikin. MEXMÛR