Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Dewleta tirk bi saetan bombe li Şengalê barand 

Balafirên şer ên tirk şevê din hemwextê Mexmûr, Rojava û Şengalê bi dijwarî bombebaran kir. Li gorî agahiyan balafirên tirk 4 saet û nîv bênavber bi dehan herêmên Şengalê bombebaran kiriye

Şevê din dewleta tirk a dagirker li dijî Şengal, Mexmûr û rojavayê Kurdistanê êrîşeke berfireh a hemwext pêkanî. Êrîşa di saet 22.00’yê şevê de destpê kir heya derengê şevê dewam kir. Li gorî agahiyan nêzî çar saet û nîv êrîş pêk hatiye.

Êrîşa ku destpêkê li dijî Çiyayê Şengalê û qûntara çiyê destpê kir, Mîna Amûd û Çilmêran bi dijwarî hatin bombebarakirin. Her wiha ji Geliyê Kersê heya Barê û Kora Simoqiyan herêmeke berfireh dan ber xwe.

Êrîş saet 22:00’an de destpê kir û gelek balafirên şer tev li van êrîşan bûn. Di van êrîşan de bi taybet Çiyayê Şengalê û qûntara çiyê hedef hat girtin. Di êrîşan de cihên stratejîk ên Çiyayê Şengalê yên mîna Amûd û Çilmêran bi giranî hatin bombebarankirin. Her wiha ji Geliyê Kersê heya Barê, Kora Simoqiyan, xeteke dirêj a Bakurê Çiyayê Şengalê hat bombekirin.

Her wiha êrîş di saetên dereng ên şevê de li dijî Seytereya Mûşterek a Xanesorê ku Foca 80’ê ya hêzên Heşdî Şebî lê dimînin jî pêk hat.

Bi awayeke zelal hejmara êrîşên hewayî yên bi balafirên şer û bi balafirên bêmirov ên biçek hatin kirin nayê zanîn, lê tê gotin ku bi dehan cih hatine bombekirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê dibe ku di saetên pêş de Fermandariya Giştî ya YBŞ-YJŞ’ê têkildarî encama êrîşan daxuyaniyeke nivîskî bidin.

Careke din rojeke pîroz a êzidiyan hilbijartin

Îro cejna Çileya Zivistanê ya Civaka Êzîdiye û xelk ji duh ve amadekarî ji bo îro kiribûn.  Lê ne tesadûf e hemû êrîşên dewleta tirk ên di van demên dawiyê de dike, rastî rojên girîng û ji bo êzidiyan pîroz e hedef digirin.

Piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Hesekê û hewldana revandina DAIŞ’yan Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî, çûbû ser sînorê navbera Şengal û rojavayê Kurdistanê û di vegerê de jî bi sefîrê tirk Alî Riza Gûney re rûniştibû. Lê naveroka hevdîtinê û sedema hevdîtinê nehatibû aşkera kirin!

Piştî plana DAIŞ’ê û Tirkiyeyê li Rojava têk çûn, herkes êrîşên şeva borî weke rakirina tola DAIŞ’ê û têkçûna plana hevpar a Tirkiye-DAIŞ’ê nirxand.

Her wiha tevî hemû şertên dijwar jî duh Komîteya Navendî ya PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku wan bi beşdariya hemû endamên komîteyê û rêveberiya partiyê civîna salane lidarxistine û plansaziya têkoşînê ya sala nû derxistine. Her wiha hatibû ragihandin ku wan di civînê de gelek biryarên girîng girtine.

Wê li ser bangawaziya Meclisa Gel a Şengalê di saet 11.00’an de gel li seytereya Mûşterek a Xanesorê ku şevê din bûbû hedefa balafirên tirk kom bibe û êrîşên şevê din ên dijî Şengal, Mexmûr û Rojava were şermezarkirin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar