Navenda Nûçeyan |
Tevî ku malbatên girtiyan û partiyên siyasî û rêxistinên sivîl banga berdana girtiyên nexweş dikin jî lê nayên berdan. Girtiyê nexweş Turgay Denîz ê li Girtîgeha Metrîsa Stenbolê girtîbû û wî rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Denîz di nava lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de cih digirt û divê bi lez bihata berdan.