PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrîş kir

Rojnameger Seyît Evran pêvajoya beriya êrîşê û piştî êrîşê nirxand û da zanîn ku Tirkiyeyê ev êrîş bi erêkirina DYA’yê û hevkariya PDK’ê kiriye

Navenda Nûçeyan |

Di 1‘ê sibatê de gelek balafirên şer ji 8’emîn Fermandariya Baregeha Jetan a Amedê rabûn û bombe li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal, bajarên Rojava Dêrikê û Şehbayê barandin. Bombebarana li Şengalê bi saetan berdewam kir û 21 dever hatin bombebarankirin. Di encama bombebaranan de li Mexmûrê 2, li Şengalê 3 û li Dêrikê jî 4 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn. Têkildarî mijarê rojnameger Seyît Evran bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Seyît Evran diyar kir ku beriya êrîşan, di 23’yê çileyê de Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî û sefîrê tirk ê Iraqê Alî Riza Guney li Bexdayê hevdîtin kiribûn û wiha got: “Di şeva êrîşê de Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê DYA’yê Jake Sullivan re li ser telefonê axivî. Rojek piştî êrîşê jî Erdogan bi Nêçîrvan Barzanî re li Enqereyê civiya. Van geşedanan rê li ber gelek pirsan vekirin.”

Xeyala dagirkeriyê

Evran da zanîn ku Erdogan ji 2021’ê heta niha her tim gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û wiha domand: “Erdogan ji bo dagirkirina Kobanê û herêmê gelek xebatên dîplomatîk kirin. Lê tevî hemû hewldanên jî destûra dagirkirinê nedan Erdogan. Lê belê destûr dan ku bi awayên cuda êrîşan bike. Ji xwe bi gotina ‘em ê têkoşîna xwe bi rê û rêbazên cuda bimeşînin’ jî vê rastiyê vedibêje. Ev rê û rêbaz jî bi kar anîna DAIŞ û komên çeteyan e. Plana yekemîn DAIŞ bû. Ya duyemîn jî înfazên bi SÎHA’yan bû. Ya sêyemîn, heke bikaribe bi awayekî veşarî dê êrîşî hin deveran bike. Êrîşên li hemberî Eyn Îsa û Til Temirê çend mînakên ji van êrîşan e. Li van herêman exlebe suryan û ereb dijîn. Anku êrîş ne tenê li dijî kurdan e.”

Plana DAIŞ’ê

Di berdewamê de Evran destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plana DAIŞ’ê xistin meriyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîşa li dijî Hesekê, planeke mezin bû. Li çavrêya serkeftina DAIŞ’ê bûn. Lê DAIŞ têk çû û Erdogan bi xwe ket dewrê û êrîşî Mexmûr, Şengal, Dêrik û Kobanê kir. Di heman kêliyan de liv û tevgera SÎHA’yan li ser xeta Qamişloyê hebû, gundên Eyn Îsa û Til Temirê topbaran dikirin û heta saet 00.00’an jî êrîşî gundên Samuka û Helbîr ên Şehbayê û Bendavê Şehbayê dikirin. Anku êrîşên plankirî bûn. Bi kurtahî, bi têkçûna DAIŞ’ê re Tirkiye û hevkarên wê ketin dewrê.”

Êrîşî cihên pîroz kirin

Evran daxuyand ku deverên hatine bombebarankirin bi zanebûn hatine hilbijartin û wiha pê de çû: “Li devereka Şengalê Teyrê Tawis jî kuştibûn. Ev teyr ji bo civaka êzidî pîroz e. Hemû kes dizane ku ev dever, herêmên sivîlan in. Hêviya wan a ji DAIŞ’ê pêk nehat û bi SÎHA’yan li Kobanê sûîqest kirin. Ew jî nebû. Bi têkçûna DAIŞ’ê re planeke nû ya komkujiyê xistin meriyetê. Ev êrîş ji bo tolhildana DAIŞ’ê hatin kirin.”

Têkiliya wan a bi komployê re

Piştre jî Evran bal kişand ser şeva êrîşê û ev nirxandin kir: “Di şeva ku Viyan Soran ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan çalakî pêk anî, ev êrîş kirin. Bi vê yekê aşkera dibêjin bê ka dê meha komployê çawa derbas bibe. Li Hesekê nekarîn ser bikevin, lewma jî xwestin êrîşên din bikin. Divê hêzên navdewletî vê rastiyê bibînin. Di nezera wan de DAIŞ terorîst e lê Erdogan ji bo têkçûna wan aciz e û xwest tolê hilîne. Di êrîşê de berpirsyariya DYA û hemû hêzên navneteweyî heye. Ji ber ku qada hewayî di destê wan de ye. Lewma êrîş bi erêkirina wan çêbû ku bêdengiya wan jî nîşaneya vê erêkirinê ye.”

Rola PDK’ê

Evran qala hevdîtina Kalin û Sullivan a li ser telefonê jî kir û wiha got: “Di vê hevdîtinê de destûr ji DYA’yê girtin. Nexwe bila DYA bila bi daxuyaniyekê vê êrîşê şermezar bike û pêşî li êrîşan bigire. A din, pozîsyona PDK’ê ji xwe diyar e. Bi vekirî dijminatiya Şengal û Rojava dikin. Ji tîrmeha 2019’an heta niha ambargo danîne ser Mexmûrê. Jixwe aşkera bûbû ku gelek koordînatên êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûrê, PDK daye MÎT’ê. Li zimanê dayîna nûçeyan êrîşê ya K24’ê binêrin ku ev berdevkiya PDK’ê dike. Dibêje, ‘Noqteyên PKK’ê yên li Mexmûr, Şengal û Rojava hatin bombebarankirin.’ Tiştên ku MÎT’ê negotibûn, PDK dibêje. Tiliya PDK’ê raste rast di vê êrîşê de heye. Tiliya hinek hêzên Iraqê jî di êrîşê de heye. Lê gelê Iraqê û derdorek li dijî van êrîşan bi bertek e.”

 

Êrîşî 3 noqeteyan kirin

Rojnameger Evran got ku Tirkiyeyê êrîşî sê deverên sembol kirine û wiha daxuyand: “Cihê ewil Mexmûr e. Ji ber zilm û zordariya Tirkiyeyê, ji 30 hezar kesan tenê 14-15 hezar kes li wir man e û ev dever di bin mîsogeriya NY’ê de ye. Xelkê Mexmûrê tu carî li hemberî Tirkiyeyê serî netewand. Cihekî stratejîk e. Şengal yek ji deverên li herêma binîqaş e. Lê Şengal ji berê ve girêdayî Iraqê bû. Ji ber baweriya xwe, xelkê wê her tim rastî êrîşan hatiye. Di 2007’ê de pêşmerge lê bi cih bûn. Siba Şêx Xidir û Til Ezêr du caran hatin teqandin û 400 Şengalî hatin qetilkirin. Piştre jî PDK’ê bi hincetên cuda pêşmerge li Şengalê bi cih kirin. Lê bi hatina DAIŞ’ê re vekişiyan û xelkê êzidî bi qetlîamê re rû bi rû hiştin.”

Hesabên PDK’ê

Bi domdarî Evran qala girîngiya Dêrikê kir û wiha pê de çû: “Mexmûr, Şengal û Dêrik nêzî hev in. PDK’ê pêşmergeyên xwe li ser Dêrikê vekişandibûn. Korîdora mirovî jî li ser Til Koçerê hatibû vekirin. Di hêla civakî de jî cihekî stratejîk e. Di hêla siyasî de jî cihekî girîng e. Her wiha jeopolîtîkaya wê bihêz e. PDK dixwaze li vir serwer be. Yek ji deverên ku herî zêde neft lê heyî jî Dêrik e. Ji demên berê ve hesabên PDK’ê li ser Dêrikê hene. Di van êrîşan de PDK’ê bi vekirî hevkarî bi Tirkiyeyê re kir. Li her sê qadan jî tiliya wan di êrîşê de hebû. Êrîş, bi erêkirina DYA û hêzên navdewletî çêbûn. Nexwe bila derkevin û bertekan nîşan bidin. Bila bombebarankirina Tirkiyeyê ya li ser sivîlan qedexe bikin û zextê lê bikin.”

Dawiya Erdogan

Rojnameger Seyît Evran axaftina xwe wiha xelas kir: “AKP di her qadê de têk diçe. Erdogan mîna findekî roj bi roj dihele. Hewl dide bi van êrîşan teşe bide siyaseta navxweyî. Armanca esasî ya Erdogan înkarkirin û tunekirina kurdan e. Naxwaze kit ji kurdan, êzidiyan û gelên din bimîne. Lê dê têk biçe. Bi êrîşan diêşîne lê ev êş vediguhere hêrsê. Aqûbeta Erdogan jî dê mîna ya Sedam be. Teqez dê têk biçe. Li şûna maf, azadî û çareserkirina pirsgirêkan, bombeyan dibarîne. Ev kirin tevek jî dê li wî vegerin. Serkefin a berxwedêran e. Dê Erdogan winda bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar