Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ger PDK piştgirî nede Tirkiye nikare êrîş bike

Endama Rêveberiya YNK'ê Hesîbe Ebdullah diyar kir ku PDK hevkarê Tirkiyeyê ye û wiha got: “Eger PDK piştgirî û hevkariya Tirkiyeyê neke, dê Tirkiye nikaribe êrîşek wiha pêk bîne.”

Navenda Nûçeyan |

Di şeva 1’ê sibatê de, balafirên şer ên dewleta tirk bi awayên hemwext êrîşî Wargeha Penaberan Mexmûrê, Şengal û Dêrika rojavayê Kurdistanê kir. Di êrîşê de li Mexmûrê 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî, li Şengalê 3 sivîl û li Dêrikê jî 4 şervanên HSD’ê şehîd bûn.

Endama Rêveberiya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Hesîbe Ebdullah li ser mijarê ji Ajansa RojNewsê re axivî.

Hesîbe Ebdullah wiha got: “Em weke YNK’ê van êrîşên dewleta tirk şermezar û mehkûm dikin. Tirkiye bi tenê nikare van êrîşan bike, bi piştgiriya aliyek siyasî yê kurd dike ku serwerî, sînor û esmanê Iraqê û Herêma Kurdistanê derbas dike. Ev hemû xala reş ên rejîma Erdogan û hevkarên wê ne. Êdî nabe hikûmeta Iraqê bêdeng be.”

PDK nebe alîkar Tirkiye nikare êrîş bike

Ebdullah diyar kir ku ev êrîş hewldanek bêencam in û wiha domand: “Êrîşekî faşîstane ye. Dixwazin xelkê bê îrade bike û îradeya wan radest bikin. Li gel civaka xelkê Kurdistanê û Iraqê jî aşkera ye ku PDK hevkarê Tirkiyeyê ye, eger bi piştgirî û alîkariya wan nebe, wê Tirkiye nikare wiha bike û li nava xaka Kurdistanê sûc bike ku ji esman û bejahî ve êrîş dike û çend baregehên Tirkiyeyê yên sereke li ser xaka Herêma Kurdistanê heye.”

Divê PDK wek hikûmetê bersiv bide

Hesîbe Ebdullah bal kişande ser bêdengiya hikûmeta başûrê Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “PDK weke hikûmet bersiv nade. Ji ber ku hevkar û piştgirî û piştevan e. Her tişta ku bi navê parastina xaka Herêma Kurdistanê dike, tenê berjewendiye, di rastiyê de tiştek wiha nîne. Niha PDK, nava mala kurdan belav kiriye û bi cih hiştiye. Diçe di nava du eniyên şîe û sunî de navbeynkariyê dike. Hewla rêxistina mala şîeyan dike. Ev jî kiriye berjewendî û bi iraqiyan difiroşe.”

Tirkiye ketiye nav hewldanên zindîkirina DAIŞ’ê

Hesîbe Ebdullah diyar kir ku di vê demê de çavê her kesê li ser rojavayê Kurdistanê û gerîlayên PKK’ê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo lêdana Qendîl û rojavayê Kurdistanê ji bo zindîkirina DAIŞ’ê ye. Dixwazin dubare bihêz bikin û rêxistin bikin. Ev hemû hewildanên vala ne û dê pêk neyên. Îradeya pola ya xelkê Kurdistanê, şervan û gerîlayên PKK’ê gelek ji wan bihêztir e. Wê didawiyê de serkeftin her ya wan be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar