Bêdengiya navdewletî ya cîhanî, li ser êrîşên qirkirinê û dagirkirinê dewam dike. Bêguman ev bêdengî cesaret dide dewleta faşîst a AKP-MHP’ê. Ne tenê bêdengî, hinek dewlet alîkariya vê dewleta dijminê mirovahiyê jî dike.
Lewma dewleta tirk, êdî bê tirs û xof, li gel her cûre çekên modern ên şer, niha bi çekên kîmyewî û xaza jahrî jî êrîşî ser şervan û gelê Kurdistanê dike. Ne bi tenê êrîşî mirovan dike, êrîşî hemû xwezaya Kurdistanê dike. Lê dîsa jî desthilatiya navdewletî bêdengiya xwe dom dike.
Helbet ev êrîşkariya bi hovî û har, encamê lawazketina vê dewletê ya li ber têkoşîn û xweragiriya lehengî ya şervan û gelê Kurdistanê ye.
Ev êrîşa dawî ya berfireh a hovane ya di 1’ê sibata 2022’yan de bir ser başûr û rojavayê Kurdistanê, ji bo vê mînakek zelal û şênber e.
Berî vê êrîşê, MÎT’a dewleta tirk, ji bo zemînê plana xwe ya berfireh xweş bike, li Serêkaniyê û Girê Spî, bi sedan qatil/kujerên DAIŞ’ê û terorîstên cîhadîst perwerde û amade kiribû. Ji bo heman planê amadekarî li Iraqê jî kiribû. Ji ber ku di heman demê de, weke êrîşên hevwextî, hem li Hesekê hem li Şingalê û Mexmûrê, paraleli hev êrîş dan despêkirin.
Lê ji ber ku li gor planê, navenda êrîşê girtigeha Sînaa Hesekê bû, hejmarek kujer ji Iraqê jî weke alîkar beşdar bûbûn. Ev agahî ji kesên ku bi xwe teslîmî HSD’ê bûbûn û kesên ji aliyê HSD’ê ve hatibûn girtin, hatine standin.
Weke hat zanîn, ev plan bi ser neket û şikest. Lewma dewleta tirk, dîsa weke gelek caran, erê dîsa van kujerên kirêgirtî jî dide xebitandin, belê êdî bi hêza dewleta xwe ve, yekser kete nava tevgêrê û dest bi vê êrîşa mezin û dorfireh a 1’ê sibata 2022’yan kir.
Weke êrîşek tola/heyfa şikestina Hesekê bistîne, bi planek berfireh da despêkirin. Ji Şingalê, Xanesorê, Mexmûrê heta Dêrika Hemko dan ber topbarana firokên şer. Her wiha di heman demê de êrîşên topbaranên obus û hawanan ajot ser herêma Şehbayê jî. Di van êrîşan de, heta ev nivîs dihate nivîsandin li dor 10 kesan şehîd û ewqas jî birîndar hebûn. Her wiha zirar û ziyana xwezayî jî gelek e; pir zevî, dar, bax û bîstan hatine şewitandin.
Heta niha firokeyên şer, bi giranî li Bakur û Başûr bikar dianî lê vê carê em dibînin li Rojava jî bikaranî ye. Jixwe bi vê re êdî zelaltir dibe ku hêzen cîhanî yên serwer in li wê herêmê, destûr dane dewleta AKP-MHP’ê.
Jixwe berê jî, bêdengiya cîhanî ya navdewletî ji bo qirkerî û dagirkeriya dewleta tirk hebû. Lê qenebû, hêzên hevpeymanî hinek caran li gel HSD’ê, li dijî DAIŞ û rêxistinên din ên terorîst, şerê hevpar û kêrhatî didan meşandin. Ev karekî erênî bû. Lê ev kar ji aliyê siyasî ve nehat destekkirin. Lewma aloziyên hebûn, nezivîrin aramî û çareseriyê.
Wisa diyar dibe ku ji destpêkê ve misyonek tevliheviyê ji bo dewleta tirk hatiye dayîn, ji aliyê serweriya cîhanî ve.
Ji bo vê êrîşê jî hinek nîşanên balkêş û girîng hene li ser destûrdayîna ji bo dewleta tirk.
Berî vê êrîşê (ku di êrîşên berê jî de mînakên wisa gelek hebûn) bi hefteyekê Mustafa Kazimi yê Serokwezîrê Iraqê, li gel Serbalyozê tirk ê Bexdayê Alî Riza Guney re dicivin. Her wiha berdevkê R.Erdogan Îbrahîm Kalin li gel hevsengê xwe yê amerîkî diaxive. Ya balkêştir jî R.Erdogan, ji gotinên xwe yên bêrê cudatir axivî û got; “ji niha û pêve em ê şêwazên cur be cur bidin xebatandin”! Dibe ku ew şêwazî wî yê niha jî ev be!
Eger destûr ne standiba, ev êrîşên ewqas mezin nikaribû, bi taybetî jî nikaribû firokeyên şer rakiriba. Ji ber ku li heman herêmê baregehên her du dewletên giregir ên DYA û rûsan heye, lê bêdeng mane. Lewma gelê herême gelek nerihet û hêrs bûne ji ber helwestên neyînî yên van dewletan!
Berî heman êrîşê bi rojekê PKK’ê ragihand ku civîna xwe ya Komîteya Navendî bi 27 kesan ve, bi serkeftî pêk aniye!
Dibe ku van bûyeran, hêrsa R.T.Erdogan zêdetir kiribe û hevalbendê xwe jî hinekî qayil û razî kiribe, da ku karibû lamba kesk a destûrê standibe û êdî ewqas bêpîvan û bêwijdantir, bêexlaqtir û hovanetir dest bi êrîşên giran kiribe.
Ji ber ku hewldanên van dîktatoran, hemû ji bo bi raya giştî bidin pejirandin; “me PKK’ê ji hêz ve xistiye”! Û ew mirazê wan di qirika wan de ma! Lê berovajî, desthilatiya wan lawaz ketiye û ber bi hilweşandinê ve diçe. Her wiha hevalbendên wan ên derve jî bi hevketine, alozî û nakokiyên navbera wan gihiştiye radeya şer û pevçûnê. Ji xwe çarenûsa wan û hevkarên wan ên Başûr jî bi hev re ye û bi hev re têk diçin!
Helbet jixweber têk naçe, berxwedan û têkoşîn divê!