Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rêya sêyemîn û hevbendî

 Îro rewşa Tirkiye têde ji hemû aliyan ve rewşeke kembax e.

Cihê pirsê ye. Gelo welateke evqas li erdîngariyeke stratejîk û ji bo jiyanê jî evqas guncav; çima di vî halî de ye? Bê guman bersiv ji gelek sedeman pêk tê. Belê pêdivî heye ku mirov hinek sedemên sereke bîne ziman.

Dewleta tirk di avabûna xwe de ser hîmê yekziman, yeknetew, yekdewlet, yekal, heta fermî neyê gotin jî ji yekol û mezhebî ava bûye.  A din jî dewleta tirk hemû pîvan û nirxên mirovahî bi ked û bedelên giran afirandî suxteyên wan girtiye dest û bikar aniye û tîne jî.

Wekî; demokrasî, azadî, mafê mirovan, hiqûq, exlaq, dad, wekhevî, parastina xweza û hwd. ji ber hindê dike nake ji qeyranên civakî û pirsgirêkên siyasî xilas nabe.

Qaşo nêzî sed salan e bi armanca medenî bûyînê daye rê û dilebite. Lê çiqas tevdigere cihê xwe de dizivire. Bûye komareke darbeyan, rêveberiyên tund û awarte. Di nava civakê de tu carî nekariye aştiyeke çêke.  Kirasî dixwaze li gelên Tirkiyeyê bike ne gorî heqîqeta civakê ye.

Em dizanîn ku li Anatoliya û Kurdistanê pir rengiya gelan, baweriyan heye. Erdîngariya çanda mirovahî ya qedîm e.

Çîna serdest a dewleta tirk ji Peymana Lozanê û vir ve ser armanca avakirina netew dewletê; înkara gelan, olan, zimanan, çandan, jinan kiriye. Hemû zengînî û destkeftiyên gelan wekî neyar dîtiye û êrîş kiriye. Bîrdoziya dewletê û feraseta wî ser hîmê tirk bûyînê avakiriye. Hemû sazî, dezgeh û qadên jiyanê gorî vê armanc û ferasetê saz kiriye û meşandiye. Ji ber wê jî tu carî ji şer û pevçûnên navxweyî rizgar nebûye.

Xwestiye ku çi partî, sazî, sendîka, komel, terîqet û hwd. hebe gorî vê armanca netew dewletê ava bike û bide xebitandin. Netewperestî, nijadperestî, olperestî wekî xerca vê armancê pêkaniye.

Yên derveyî armanc û pîvanîn wan tev geriyayîn tim hatine girtin, zindanîkirin, koçberkirin û kuştin. Hatine birçî û lewaz hiştin. Di vê sed salî de partiyên sereke, sazî, sendîka, komel û hwd. bi piraniyeke mezin gorî feraset û bîrdoziya dewletê hatine avakirin. Yên hember jî tu carî ji belayê û lewazbûnê xilas nebûyîne.

Partiyên gorî feraset, bîrdozî û pîvanên dewletê avabûyîne nikarin dijbertiya dewletê bikin. Nikarin guhertinên esasî pêk bînîn.  Jixwe tu armancên wan ên esasî nînin ku gorî pîvanîn hemdem ên mirovahiyê guhertin û veguhertinê di xwe de, di civakê an jî dewletê de çêkin. Tenê armanc, di çarçoveya xwestekên dewletê de bûyîna desthilatdar e. Ji destkeftiyên gel û dewletê para xwe ya rantê girtin e. Polîtîkayên dikin hemû ser vê esasî dimeşîne.

A din jî dikevine nava pêşbirkê ka kî dê bêtir bikare partî, sazî, rêxistinên demokratîk û civaka demokrasî, azadî, mafê mirovan, hiqûq, jiyaneke bextewar dixwaze bi perçiqîne û bêxe bin rept û zeptê.

Gorî pergala hilbijartinê ya heyî partî ji bo bibin desthilatdar mecbur in hevbendiyî pêk bînîn. Di rewşa îro de partiyên gorî komarê hatine avakirin xwe du hevbendan birêxistin dikin. Hevbenda Cumhur û Hevbenda Mîllet. Belê rewşa heyî de gorî daneyan her du hevbend  nikarin bibin desthilatdar. Hewcehiya wan bi hinek hêzên din heye.

Di rewşa îro de hêza diyarker a sêyemîn HDP ye û ew partiyên bi çepgirî xwe binav dikin. HDP’e gorî bîrdozî, armanc û rêgezên xwe ji hevbendên Cumhur û Mîlet cuda ye. Partiyek meşru û hiqûqî ye. Lê ne partiya gorî pîvan û birdoziya komarê ye. Hîmê xwe ji dewletê nagire. Ji rastiya civakê, gelan, jinan û xwezayê û hwd. digire. Ew kirasê dînan ê komarê xwestî li civakê bike HDP wî kirasî teng û kevin û bi pirsgirêk dibîne.

Ber hindê HDP îro li hemberî hevbendên heyî xwe wekî bingehê hevbenda rêya sêyemîn dibîne. Rêya sêyemîn hîmê xwe ji feraseta demokratîk modernîteyê digire. Ji derveyî netew dewletê, komara demokratîk û netewa demokratîk esas digire. Netewa demokratîk jî gorî feraseta jinan, xwezayê û heqîqeta civakê xwe teşe dike.

Dewlet ser hîmê malperestî û parastina çîna serdest û daxwaziyên wan hatine avakirin. Talankirina  civakê û xwezayî esas digire. Pergaleke  gorî şer û  xwîn mijiyê avabûye. Gotina dad, wekhevî, azadî, hiqûq, mafê mirovan, ol, exlaq û hemû pîvanên mirovan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Nava wan nirxên mirovê vala dike.

Netewa demokratîk an jî demokratîk modernîte; gorî heqîqeta xweza, mirovahî, gelan, olan, jinan û hwd. tevdigere. Ji ber hindê rêya sêyemîn gorî rewşa îro ya Tirkiyeyê heta Rojhilata Navîn û cîhanê avakirina pergala netewa demokratîk ji xwe re esas digire û dibe paleyê çêkirina vê pergalê.

Îro li Tirkiye û Rojhilata Navîn, pirsgirêkên esasî; ne wekhevî û azadiya gelan, jin û mêran, ol û mezheban, xirapkirina xwezayê û xwînmijiya çîna serdest a li ser çîna bindest e.  Wekî din neyîna, azadî, demokrasî, hiqûq û mafê mirovan û hwd e.

Ser heyîna van heqîqetan HDP û hevbendên xwe, ser navê rêya sêyemîn divê ji derveyî ew herdu hevbendên heyî, hevbendiyeke berfireh ava bike.

Ev hevbend gelan, baweriyan, jinan, ronakbîran, hunermendan, hiqûqnasan, karker û kedkaran, saziyên demokratîk û hemû beşên civakê yên ji dewlet û çîna serdest neheqiyê dibîne ji xwe re bike hedef û  bigire nava xwe û bi rêxistin bike. Vê armancê çiqas pêk bîne dê ew qas bi hêz bibe û bigihêje armanca xwe. Ji derveyî rêya sêyemîn tu hêzên din nikarin vê pêk bînin û pirgirêkên civakî û xwezayî çareser bikin.

Zehmetî hene. Belê derfet û bingeh jî heye ku ev kar gav bi gav bê pêkanîn.

Nûçeyên Têkildar