Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

‘Em deyndarê Ocalan in’

Li Cizîrê dayikan anîn ziman ku 15'ê Sibatê komploya navdewletî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah ji bo wan rojeke reş e û wiha gotin: “Ew bû mamosteyê me jinan. Em ji bo wî çi bikin têr nake. Em deyndarê Ocalan in.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hatibû derxistin. Piştî ji Sûriyeyê hat derxistin di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Piştî komploya navdewletî li çar parçeyê Kurdistanê, Tirkiye û seranserê cîhanê bi hezaran mirov daketibûn kuçe û kolanan û gotibûn ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin.’ Gava Ocalan radestî Tirkiyeyê hatibû kirin bi hefteyekê 63 kesan agir berdabû bedena xwe û komploya li Ocalan hatibû kirin şermezar kiribûn.

Wê demê ji deverên ku bi awayekî girseyî li hemberî komploya navdewletî derketibû yek jê jî navçeya Cizîr a Şirnexê bû. Li navçeyê jinên ku wê demê pêşengtiya çalakiyên li dijî komployê dikirin, behsa wan salên ewil ên komployê kirin û ew şermezar kirin.

Ji bo  Ocalan çi bikin jî têr nake

Yek ji pêşengên çalakiyên li dijî komployê Asya Oglagi (58) diyar kir ku wê xiyaneta hêzên navdewletî tu carî nayê jibîrkirin û wiha got: “Birêz Ocalan mirovevekî gelek hêja bû. Her tişt bi me dabû fêmkirin. Kesên ku wî qet nas nedikirin jî felsefeya wî ji xwe re esas girtin. Bi saya wî xwe nas kirin. Me ji bo wî pir hindik tişt kir. Rojîgirtin, lixwekirina kincên reş ji bo wî tiştên pir hindik bûn. Em çi qasî bikin jî em ê deyndarê wî bin. Kê dizanibû em kurd in, an jî me nedizanî em kurd in. Wî her tişt nîşanî me da. Di wan salên ewil ên dema girtina wî de, mer her sal di 15’ê Sibatê de rojî digirt. Em sê rojan di grevê de diman. Tenê ew ji destê me dihat. Her kes li ser pêyan bû. Xelk li ser pêyan bû. Meş dihatin lidarxistin, mirovan kincên reş li xwe dikirin. Diviyabû em xwedî li wî derketana, ji ber ku gelek keda wî li ser me hebû. Bi sedan kesan xwe ji bo wî şewitandin. Ew roj ji bo me reş e. Her ku ew roj tê em xemgîn dibin. Heta ku ew azad nebe em nikarin azad bibin. Wê demê me tiştek nedît. Me nizanibû li dinyayê çi diqewime. Me bi dizî Roj TV temaşe dikir. Lê niha her tiştê me bi saya wî heye. Lê em niha jî zilmê dibînin. Ew jî ji destê me ye. Heger kurmê darê ne ji darê be, wê ew dar her şil be. Em 15’ê Sibatê tu caran ji bîr nakin. Her tim li ber çavê me reş e. Her tim di hişê me û dilê me de ye. Hê çend meh jê re dimîne em dibêjin roja reş li pêşiya me ye. Çawa ku xwedê ji pêxemberan re Qur’an hiştiye, hişmendiya wî jî ji me re ew qas pîroz e. Hê niha jî dema ku 15’ê Sibatê tê ez rojî digirim. Ez ê îsal jî sedeqeyî wan bikim.”

‘Em deyndarî wî ne’

Yek ji çalakvanên wê salê dayika Cemîle Çagirga ya k udi dema qedexeya derketina derve yen li Cizîrê hat qetilkirin, Emîne Çagirga (50) ne. Cagirga jî da zanîn ku jinan bi saya fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di berxwedanê de cihê xwe girtine û ev tişt anî ziman: “Em 15’ê Sibatê şermezar dikin. Ew, ji roja ku hatiye girtin heya niha dinya li me reş e. Ji wê rojê heya niha, her ku ew roj tê em kincên reş li xwe dikin. Ampûlên xwe vêdixin û ditemirînin. Ev meh, meha reş e. Her ku 15’ê Sibatê tê em şînê digirin. Ew roj li ber çavê me bûye hezar sal. Wekî ku li ser girtina wî hezar sal derbas bûne. Ew roj tu caran nayê jibîrkirin. Ji bo me kurdan rojeke giran e. Bi saya Birêz Ocalan çavê jinên kurd vebûn. Beriya wî jinan nedikarî heta ber mala xwe jî biçûna. Her tişt ji bo jinan qedexe bû. Lê bi saya wî em pêş ketin. Em bûn zana û her tişt bi me da fêmkirin. Niha tu ferq û cudahî di navbera jin û zilaman de tune ye. Ew bû mamosteyê zanistiya jinan. Em jin azadiya xwe deyndarî Birêz Ocalan in. Em wan kesên ku bûne sedema girtina wî şermezar dikin. Ew serokê her çar perçeyên Kurdistanê ye.”

Meha reş

Dayika Fatma Işik (65) jî diyar kir ku wan salan di nav hemû çalakiyan de cih girtiye. Işik anî ziman ku meha Sibatê ji bo wan meha xemgîniyê ye û wiha got: “Wê demê çi qas ji destê me dihat me dikir. Heta dawiyê jî ji bo şermezarkirina wê rojê me li ber xwe da. Me kincên xwe yên reş li xwe dikirin û me ew roj qebûl nedikir. Me li serê her kolanekê alên reş diçikandin. Ew serokê me bû. Heger em nekevin xema wî em ê bikevin xema kê? Ji bo ku bê berdan em çûne her derî. Hewledanên me dayikan gelek çêbûn. Lê bernedan. Me digot em ê ruh û canê xwe jî li ser bikin. Em bi ruh û can bi wî re bûn. Lê belê bernedan. Me konên xwe li parqan vedidan. Di wan konen de em ketin greva birçîbûnê. Bijîşk hatin gotin, ‘Divê hûn dev ji grevê berdin hûn nexweş in.’ Xelkê ji min re digot, ‘Tu nasekînî.’ Min ji wan re digot, ‘Ez ê li ber xwe bidim heta mirinê.’ Me kincên reş li xwe dikir û me ew roj bi vî rengî şermezar dikir. Her hatina vê mehê dinya reş dibe. Ruhê me her tim bi wî re ye. Wekî ku di nava dilê min de çûbe ez ew qas pê diqehirim.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar