Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê hat ragihandin

Li herêma ereban a Şengalê ciwan û jinên ciwan ên ji pêkhateya ereban, ji bo xwerêxistinkirinê civiyan. Di civînê de Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê hat ragihandin

Di çarçoveya xwerêxistinkirina li ser bingeha civakek exlaq, polîtîk û têkoşîna azadiya jinan û ciwanan, ciwan û jinên ciwan ên ereb, li gundê Medîban ya dikeve rojavayê Şengalê civiyan. Di civînê de Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê hat ragihandin.

Înîsiyatîf ji 5 komîteyan pêk tê; çand, huner, perwerde, werzîş, ragihandin û çandinî. Sîstema rêveberiyêa hevserokatiyê, ala wê ji çiya û teyrê baz pêk tê. Navê înîstiyatîfê jî bi zimanê erebî û kurmancî hat nivîsandin.

Di komcivînê de tevî ciwanên ereb, endamên Yekitiya Ciwan û Jinên Ciwan yên Êzidxanê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzidî (PADÊ), Yekîneyên Jinên Şengalê  (YJŞ) û Endamên Meclisa Gel a Şengalê û herêma ereban amade bûn.

Komcivîn bi deqeyekî rêzgirtin ji bo şehîdan destpê kir. Li ser navê Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê Ewad Elhelal û Yusif Meculî axivîn û bi xêrhatina mêvanan kirin.

Ciwan demara sereke ya civakê ne

Li ser navê TAJÊ’yê Riham Hicû axivî û wiha behsa girîngiya avakirina înîstiyatîfê kir: “Em spasiya vexwendina we dikin. Ciwan demara sereke ya avakirina civakê ne. Germbûna ku li gel ciwanan dihêle ku ciwan di hemû aliyan de xwe birêxistin bikin û xwedî rolekî girîng bin. Di warê aştî û aramiyê de rolekî wan a girîng heye. Ciwanên ereb ên ku di herêmên dikevin ser sînora Şengalê û Rojava de, pêwîst e xwe bi awayekî xurt rêxistin bikin. Ji ber ku di hemû aliyan de êrîşên tunekirina aramiya di nav ciwanên êzidî û ereban de heye. Di van rojên bi zehmet de, lazim e em hemû bi xurtî tevlê kar û xebata avakirina civakekî azad û demokratîk bibin. Dubare em înîsyatîfê pîroz dikin.”

Înîsiyatîfê li ciwanan pîroz kirin

Endama Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Ruheyv Ereb jî ev tişt anî ziman: “Di serî de em avakirina vê înîsyatîfê li hemû ereban bi taybetî ciwanan pîroz dikin. Ciwan di vê herêmê de rolekî wan a girîng heye. Ji ber ku ciwan bingeha parastina civakê ne. Bi taybet ji bo van herêman girîngî heye, Iraq ji ber tu girîngiyê nade, ji bo wê lazim e ev gav bihata avêtin.”

Li ser navê PADÊ’ê Mihemed Ferhan Salih û li ser navê Meclisa Gel a Medîbanê Xidir Salih axivîn. Di axaftina xwe de spasiya vexwendina ciwanan kirin û avakirina înîsiyatîfê jî pîroz kirin. Her wiha weke eşîrên ereban jî piştgiriya xwe di hemû aliyan de ji înîsiyatîfê diyarkirin.

Birêxistinkirina li ser fikra Rêber Apo

Li ser navê Yekitiya Ciwan û Jinên Ciwan a Êzidxanê Sara Botan axivî. Sara Botan bal kişand ser girîngiya yekitiya xebatên ciwanên êzidî û êreb û wiha got: “Bi xêrhatina her kesî dikim. Em vê înîsiyatîfê li Rêber Apo pîroz dikin. Di pêvajoyek  wiha hesas de avêtina pêngavek bi vî awayî xwedî girîngiyekî mezin e. Piştî fermanê yekitiyekî xurt di nava ereb û êzidiyan de çêbûye. Ev înîsiyatîf nîşaneya vê yekê ye. Ji ber ku dijmin bi zanabûn dixwazin cudabûn bixin nava pêkhateyên Şengalê. Li ser fikra Rêber Apo ciwanên ereb xwe birêxistin bikin û ev gavekî mezin a pîroz e. Ji îro û pêve di nav ciwanên êreb û êzidî de dê kar bi hevre li ser bingehê parastina vê axê bê meşandin. Em heya dawî piştgiriya ciwanên êreb dikin.”

Di dawiyê de endama Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê Ewad rêziknameya înîsiyatîfê xwend.

Rêziknameya Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb wiha ye:

  1. Ji bo têkoşîna azadiyê, fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re bingeh girtin.
  2. Rêveberiya Xweser a Şengalê weke nasnameyekî rêxistinî û siyasî hildibijêre. Ji bo fermîkirina rêveberiya xweser înîsyatîf dê têbikoşîne.
  3. Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê YBŞ û YJŞ’ê weke hêza bingehîn a parastina gel û herêmê dibîne. Ji bo xurtkirina vê hêzê berpirsyar e.
  4. Jin pêşenga civakê dibîne û ji bo azadiya jin û civakê têbikoşe.
  5. Înîsiyatîf bi rêzdarî hemû ol û baweriyan qebûl dike.
  6. Li ser bingeha avakirina netewa demokratîk li hemberî zihniyeta desthiladar û zayendparêz wê têbikoşe.
  7. Mafê xwe parastinê li hemberî hemû êrîşên ji derve yên li ser aramiya herêmê, esase digire.
  8. Rexne û rexnedayîn bingeha yekemîn e.

Her kesê ku temenê xwe di navbera 15 heya 30 sal de ku van rêgezan qebûl bike, dikare cihê xwe di vê înîsiyatîfê de bigire.

Komcivîn bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar