Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘PDK li gor daxwaza Tirkiyeyê namzetê serokkomariyê diyar kir’

PDK'ê Hoşyar Zêbarî yê ku berê bi gendeliyê hatibû sûcdarkirin kir namzetê xwe yê serokkomartiya Iraqê. Parlementerê YNK'î Zîkrî Zebarî bertek nîşanî vê da û got ku PDK li gor daxwaza Tirkiyeyê namzet diyar kir

Navenda Nûçeyan |

Di 3’yê cotmeha 2021’ê de li Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê hilbijartinên giştî pêk hatin. 3 meh li ser hilbijartinan re derbas bûye, lê hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Li Meclisa Iraqê ya xwedî 329 kursî, di hilbijartina 9’ê çileyê de serokê meclisê Mûhammed Halbûsî 200 ray girt û cardin hat hilbijartin. Piştî hilbijartina serokê meclisê ji bo hilbijartina serokkomartiya Iraqê jî wext dest pê kir. Tê payîn ku hilbijartina serokkomartiyê di 7’ê sibatê de bê çêkirin. Piştî serokkomar bê hilbijartinê dê di nav 30 rojî de peywira avakirina hikûmetê bide partiya ku herî zêde ray wergirtine.

Namzetê srokkomariyê yê PDK’ê

Çendî di warê parvekirina meqaman de di qanûna bingehîn de tu tişt nehatibe diyarkirin jî, lê ji sala 2003’yan heya niha serokkomartî di destê kurdan de, serokwezîrtî di destê şiîyan de û serokatiya meclisê jî di destê sunniyan de ye. Her wiha heman peyman li Herêma Federal a Kurdistanê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) de jî heye. Li gor vê peymanê li herêma Kurdistanê serokwezîrtî di dest PDK û serokkomartiya Iraqê jî di destê YNK’ê de ye. Di hilbijartina cotmeha 2021’ê de PDK’ê 32 parlementer wergirtin û niha dixwaze hem serokwezîrtiya Herêma Federal a Kurdistanê hem jî serokkomartiya Iraqê di dest wê de be.

YNK, ji bo hilbijartina serokkomartiyê ya ku tê payîn di 7’ê sibatê de çêbibe, Berhem Salih ku niha Serokkomarê Iraqê ye cardin kir namzetê xwe. PDK’ê jî Wezîrê Darayî yê Iraqê yê berê Hoşyar Zêbarî yê ku Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê ew bi gendeliyê sûcdar kiribû û destnedayîna wî betal kiribû, kir namzetê xwe. Piştî PDK’ê Zêbarî kir namzet, li Qada Tahîrê ya Bexdayê gelek kesan ew protesto kir. Çalakgeran diyar kir ku divê Zêbarî ji ber gendeliyê bihatana girtin.

Tirkiyeyê xwest PDK’ê kir

Parlementerê YNK’ê Zîkrî Zebarî namzetiya PDK’ê ya ji bo serokkomartiya Iraqê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Zebarî anî ziman ku PDK bi vî awayî dixwaze Herêma Federal a Kurdistanê tevlihev bike û peymana ji bo serokkomartiya Iraqê û serokwezîrtiya Herêma Federal a Kurdistanê bi bîr xist.

Zebarî destnîşan kir ku YNK namzetiya PDK’ê ya ji bo serokkomartiyê qebûl nake.

Di axaftina xwe Zebarî diyar kir ku Tirkiye, Îran û DYA ji bo hikûmeta nû ya Iraqê ketine nav hin hewldanan û da zanîn ku Tirkiye bandorê li PDK’ê dike û PDK jî li gor daxwaza Tirkiyeyê tevdigere û wiha got: “Lê dê plan û armancên Tirkiyeyê yên li hemberî herêma me xistine dewrê bi ser nekevin.”

Hewldana PDK’ê nayê qebûlkirin

Her wiha Zebarî destnîşan kir ku Herêma Federal a Kurdistanê ji du herêman pêk tê û ji van herêman yek jê di bin kontrola YNK’ê de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nîvê herêmê di destê partiyekê de û nîvê din jî di destê partiyeke din de ye. PDK, bereksê peymanê tevdigere û ev hewldana wê dê ji xeynî tevliheviyê pêvtir bi kêrî tiştekî neyê. Ev hewldana PDK’ê xespkirina mafê YNK’ê ye. Ev nayê qebûlkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar