Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Ne şoreşgerên kurd dewletên dagirker terorîst in’

Rewşenbîr û nivîskarên bajarê Kerkûkê piştgiriya xwe ya ji bo kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ragihandin û gotin ku ne şoreşgerên kurd dewletên dagirker ên Kurdistanê terorîst in

Navenda Nûçeyan |

Rewşenbîr û nivîskarên bajarê Kerkûk a başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku navê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin û dibêjin ‘Wijdana 50 milyon kurd piştevaniya kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê dike û terorîst ew dewletên ku gundên kurdistaniyan şewitandin û gelê wê qetlîam kir.”

Nivîskar û Helbestvanê Kerkûkî Reşîd Ehmed têkildarê kirêtkirina navê şoreş û xebata rewa ya gelê kurd ji aliyê dewletên hegemon û dagirkerên Kurdistanê ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Ehmed bal kişand ser dagirkirin û parçekirina Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya 500 salên bihorî de ku Kurdistan li ser du dewletên Sefewî û Osmanî hat dabeşkirin û piştre jî kirin çar parçe, bi domdarî welatên dagirker ên Kurdistanê di nava hewldana tunekirina kurd li ser xaka wê kir û gelê kurd neçarî xebatê çekdarî hatiye hiştin. Her tim jî ji bo derb li rewabûna xebatên gelê kurd bidin, dijminên wê navek li xebatên kurdan daniye. Weke mînak li başûrê Kurdistanê rejîma Baasê ji şoreşgerên kurd re digot ‘têkder’, li bakurê Kurdistanê jî Tirkiye ji wan re dibêje ‘terorîst’ û li rojhilatê Kurdistanê jî rejîma Îranê ji wan re dibêje ‘Ji dîn derketî’; ew hemû etîketane ji bo kirêt nîşandayîn û derbkirina proseya bi dest xistina mafên rewa yên kurdan e.”

Terorîst ew dewletên ku Kurdistanê şewitandin û gel qetil kirin

Ehmed di berdewamê de behsa terora dewletê ya dijî gelê kurd birêve dibe kir û wiha got: “Tu hêzek ji wan hêzên ku li çar beşên Kurdistanê ji bo gelê xwe xebat kirine terorîst nîn in, bi taybetî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK). Ji ber ku êrîşî tu kesî nekiriye, yê terorîst ew dewlet in ku gundên Kurdistanê û daristanên wê dişewitînin û zarokên gelê wê li ber çavê xizmên wê li sêdare dikin.”

Nivîskar û Helbestvan Reşîd Ehmed bal kişande ser piştevanîkirina li kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê û wiha pêde çû: “Ez wek rewşenbîrek kurd piştevaniya xwe ji bo kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê dubare dikim û berjewendiyên siyasî û aborî yên welatên hegemon kiriye ku navê xebata rewa ya gelê kurd bikeve nav lîsta terorê ya ji bo parastina berjewendiyên xwe. Pêwîst e PKK ji lîsteya terorê bê derxistin da ku dengê rasteqîn ê gelê kurd weke xwe bigihîje ji bo pêkanîna mafên xwe yên rewa.”

Pîvanên mafên mirovan

Ehmed daxwaz kir ku pîvanê mafê mirovan ji bo gelê kurd bê pêkanîn û wiha domand: “Em kurd daxwaz dikin ku pîvana mafê mirovan ji bo me were pêkanîn, li gorî peymana Netewyên Yekbûyî ku mafê hemû neteweyan heye di çarçoveya sînorekî siyasî de bijîn.”

Di dawiyê de rewşenbîr û nivîskar Reşîd Ehmed ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ev nirxandin kir: “Pêwîst e navê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin, ji ber ku derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê karekî rewa ye û pêwîste guh li dengê PKK’ê bê girtin, ji ber ku nûnertiya beşekî mezin ê kurdan dike. Xistina PKK’ê nav lîsteya terorê şaşitiyeke ku pêwîst e were sererastkirin.”

Dijmin bi feraseta siyasî ya ne dadperwer şoreşên kurdan dorpêç dikin

Nivîskar û rewşenbîrekî din ê bajarê Kerkûkê Tariq Karêzî ku pirtûkxaneyekî xwebexş a bi navê Karêz avakiriye, diyar kir ku xebata ku kurd dikin li gorî hemû pîvanan, xebatekî mirovî ye û wiha axivî: “Ji ber ku kurd ji bo mirovatiyê dixebite. Ji ber çi ev xebat nayê qebûlkirin, ji ber ku ne li gorî berjewendiyên welatên hegemon û welatên herêmî ye, lewma ji aliyê wan welatên hegemon ve bi ferasetekî siyasî yê ne dadperwer hêz, şoreş û tevgerên gelê kurd li her çar beşên Kurdistanê dorpêç dikin. Her çar dewletên dagirker ên Kurdistanê ne dostê kurdan in û kurd neçarî hevsengiyeke pir aloz kirine. Ji ber wê pêwîst e bi şêwazekê bi gotineke yekgirtî li ser bingehê berjewendiya kurd di navbera hêzên siyasî yê her çar beşê Kurdistanê çêbibe. Di nava kurdan de belavbûnek heye ku ew jî di berjewendî û kara welatên dagirker de dibe. Herî kêm nabe ku hêzên kurdî dijberî û şerê hevûdu bikin.”

Dewleta tirk li dijî hemû kurdan şer dike

Karêzî da zanîn ku siyasetkirin di mijara xebata gelê kurd de karek pir zehmet e û got ku pêwîst e hêz û pêşengên siyasî bi mantiqekî bilin li gorî berjewendiyên neteweyî ji bo bidestxistina mafên gelê kurd bixebitin.

Têkildarê dijbertiya dewleta tirk a li ser hemû beşê Kurdistanê Tariq Karêzî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Dewleta tirk li dijî hemû kurdan li her 3 beşên bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê şer dike û êrîşî kurdan dike.”

Karêzî bal kişand ser kiryarên dewletên dagirker ên li ser kurdan û wiha pêde çû: “Kurd tu carî terorîst nebûne, em neteweyekî azadîxwaz in ku li ser xaka xwe daxwaza maf û azadiyê dikin. Me êrîşî gelê sivîl nekiriye lê dewleta dagirker li dijî kurdan terorê pêk tîne. Hemû hêzên kurdistanî daxwaza azadî û mafê mirov dikin ku ev jî mafeke ku di asta navnetewî de hatiye pejirandin.”

Wijdana 50 milyon kurd

Karêzî piştewaniya xwe ya ji bo kampanyayê ragihand û di vê derbarê de ev nirxandin kir: “Bêyî du dilî ez û 50 milyon kurd piştevaniya kampanyaya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê dikin. Wijdana 50 milyon kurd e û ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyê dibêjin erê. Bi rastî PKK xwedî armanceke mezin e ku ji bo mafê milyonan kurd têdikoşe ku ev jî xebatekî mirovatî yê pir rewa ye.

Li gorî peymana siyasî ya ji bo parastina bernewendiyên hêzên hegemonîk, navê mezintirîn hêza şoreşgerî a bakurê Kurdistanê bi darê zorê û bi neheqî xistine lîsteya terorê. Di kîjan çandê de heye ku hêzek daxwaza azadî û serbixweyî ya gelekî bindest bike, dibe terorîst? Lê yê li dijî wî mafî derbikeve terorîst e.”

Bêedaletî û zilma ku tê kirin

Rewşenbîr û nivîskar Tariq Karêzî di dawiyê de behsa girîngiya derketina PKK’ê ji lîsteya terorê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hem wek erdnîgarî û her wiha wek demografiya derketina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji lîsteya terorê wê komdengiyek ji bo piştevaniya kurd zêdetir bibe. Bi taybetî ku PKK yek ji wan hêzên siyasî ye ku di asta Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê de rêxistina xwe ya pir berfireh heye û li ser hevsengiyên siyasî xwedî bandoreke zêde ye. Hêvî dikin ku wijdana navneteweyî hişyar bibe û tu hêzekî siyasî yê kurd û kurdistanî nexe lîsteya terorê. Ji ber ku bi rastî ev e bê edaletî û zilm e derheqê xebata rewa ya 50 milyon mirovî tê kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar