Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gel li dijî AKP û zemên wî daket qadan

Li Qoser û Farqînê gel li dijî zemên ceyranê daketin qadan û daxwaza îstîfakirina hikûmet û DEDAŞ’ê kirin

Navenda Nûçeyan

Di rojên dawî de çalakiyên li kolanan zêde dibin. Gel li dijî fatureyên zêde yên ceyranê bi hêrs in. Di 4’ê sibatê de bi hezaran gelê Bazîdê daketin kolanê û buhabûna fatûreyên ceyranê şermezar kirin. Piştî wê di 5’ê sibatê de li navçeya Geverê bi hezaran welatî daketin kolanan û buhabûna ceyranê şermezar kir. Îro jî gelê navçeya Qoserê ya Mêdînê û Farqîna Amedê derket kolanê û li dijî buhayê fatûreyan meşiyan.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi hezaran welatî li dijî buhabûna ceyranê û buhayên din daketin qadan. Girse li Qada Azadiyê ya Qoserê li hev civiya û dovîz û fatûreyên ceyranê hildan. Hin welatiyan li qadê agir bi fatûreyên ceyranê xistin û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Girseyê bê navber dirûşmên “Tayyîp îstîfa”, “Dewlet îstîfa”, “DEDAŞ îstîfa”, “Bimre DEDAŞ” û “Bijî aştî” berz kirin. Xelkê xwest biryara zemên hatine kirin paş de werin kişandin. Girse kêliyek dirêj li qadê rawestiya û pişt re xwestin ber bi avahiya DEDAŞ’ê ve bimeşin. Girse guh neda astengiyê û li ser kolana Mûsa Anter, Kîlîse û Nexweşxaneyê rê li trafîkê girtin û meşiyan. Polîsan li ser rêya Nexweşxaneyê bi ava şid û bombeyên gazê êrişî xelkê kir. Welatiyan jî kevir avêt polîsan.

Polîsan di êrîşan de gelek welatî binçav kirin.

Li Farqînê dirûşma ‘AKP îstîfa’

Li Farqînê jî gelek kes li ber PTT’ê li hev civiyan û ber bi avahiya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) meşiyan. Girse ji vir jî beta ber Qaymeqamiya Farqînê meşiya û li vir daxûyanî da. Li ser navê girseyê Seyît Aktarli axivî û bangî Erdogan kir û ev tişt got: “Zilma DEDAŞ’ê heye. Ev milet perîşan e. Gel nikare van fatoreyan razîne.”

Piştî daxuyaniyê girseyî dûrişmeya “DEDAŞ îstifa” berz kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar