Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Amerîka ji bo Qureyşî ji Tirkiyeyê re got çi?

DAIŞ dîsa vedigere û pê re jî belgeyên nû derdikevin holê. Piştî têkçûna wê ya 23’yê Adara 2019’an li Baxozê, 20’ê çileya 2022’yan mezintirîn êrîş li dijî girtîgeha Xiwêran a Hesekê ya rojavayê Kurdistanê pêk anî. Armanca DAIŞ’ê ne tenê berdana çend serçeteyên xwe bû, lê belê plan ew bû ku ji Til Temir heta Hesekê û Çiyayên Kizwana korîdorekê veke û careke din ‘Dewleta Xîlafetê’ ragihîne. Di roja 4’an a şer de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk got ‘Bi qasî 200 çeteyên ji Serê Kanî, Girê Spî û Iraqê êrîş pêk aniye’, bi gotineke din aşkera kir ku plana vê êrîşê li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye danîn û di serî de dewleta tirk weke serperşeta êrîşa hat destnîşankirin.

Biden Tirkiyeyê tawanbar kir!

Axir piştî 10 rojan ji şer, girtîgeha navborî bi tememî ket bi bin kontrola HSD’ê û pê re jî operasyonên ên lêgerîna li şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dewam kir. Di vir de hefteyek derbas nebû, serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Îbrahîm Qureyşî li devera Etmê ya ser bi Idlibê ve hat kuştin. Qureyşî xwe li nêzî sînorê Tirkiyeyê, dûrî xeta şer a di navbera çeteyên dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê, li ser rêya bazirganiya di navbera Efrîn-Idlib û bi qasî 800 metreyî dûrî bendê Heyet Tehrîr Şam, veşartibû. Di heman demê de, li gorî daxuyaniyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, teqîn di mala serçete Qureyşî de pêk hatiye û heta niha ne diyar e, ka wî xwe teqandiye yan ji dûr ve mala wî hatiye teqandin da ku bi dest neyê girtin. Ev hemû nîşaneyên agahiyên Tirkiyeyê ji hebûna serçeteyê DAIŞ’ê li herêma di bin dagirkeriya wê de ne. Jixwe berî wî jî Ebû Bekir Bexdadî li nêzî wê herêmê û pê re jî li herêma Cerablusa dagirkirî Cîgirê Bexdadî Ebû Hesen Muhacir hatibûn kuştin. Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî jî ragihand ku ‘Tirkiye têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê asteng dike û herêmên dagirkirî bûne navendên perwerdekirina çeteyên DAIŞ’ê.”

Berî niha jî HSD’ê ev agahî belav kir û têkiliyên DAIŞ û dewleta tirk piştrast kiriye. Lê belê vê carê Serokê Amerîkayê Joe Biden jî bi awayekî ne yekser dewleta tirk bi destekdayîna ji DAIŞ’ê re tawanbar kir. Biden got “Destê Qureyşî di êrîşa li girtîgeha Hesekê de heye.” Bi vê yekê aşkera kir ku plan li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk hatiye danîn û êrîşa DAIŞ’ê pêk hatiye.

Kuştina ‘Qureyşî’ ji bo DAIŞ’ê derbeyeke demkî ye

Piştî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê çav li rê ye ku serçeteyekî din were destnîşankirin. Ev tê wê wateyê ku ev derbeyeke demkî li dijî wê ye û vê carê dê tevger û êrîşên xwe li gelek welatan pêk bîne. Li Sûriye, Iraq, Lîbya, Cezayir, Afganistan û Pakistanê êrîşên tevgerên cîhadîst zêde bûne. Lê xala herî xeter îro Kampa Holê ye. Li vê kampê bi qasî 60 hezar mirov hene. 12 hezar jin û zarokên DAIŞ’î ne. Ev hîn mejiyên radîkal ên DAIŞ’ê di serê xwe de parastine û bi zêdebûna tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li derve, ne diyar e wê kengî ev kamp biteqe û êdî rewş ji bin kontrolê derkeve.

Dosyaya DAIŞ’ê dîsa zindî dibe û bi rûdanên bûyerên dawî re, dê dewleta tirk û Qeter hîn DAIŞ’ê li dijî kurdan bi kar bînin û di rojên pêş de, çi êrîşên Tirkiyeyê û çi jî yên DAIŞ’ê dê li herêmê rû bidin. Lê belê Rêveberiya Xweser di vî warî de cîhan û Koalîsyona Navnetewî hişyar kiriye ku ger çareserî neyê dîtin dê ewlehiya cîhanê bibe berdêla xemsariya wê!

Nûçeyên Têkildar