Ji wir û 60 sal berê peymana xebatê di navbera Tirkiye û Almanyayê de rê vekir ku bi milyonan însan berê xwe bidin Almanyayê.
Di nîvê sala 1950’î de ango pêvajoya pêşkeftina aborî de Almanya hewcedarî bi karkerên biyanî ango karkerên ji derva dît û peymana yekem ya di sala 1955’an de bi Îtalyayê re îmze kir.
Dûvre peymanên bi Îspanya û Yewnanistanê re di sala 1960’an de hatin îmzekirin. Peymanên din bi Tirkiye (1961), Fas (1963), Portekîz (1964), Tûnis (1965) û Yûgoslavya (1967) re hatin girêdan.
Her çend koçên ku ji Tirkiye û Kurdistanê di destpêka salên 60’î de pêk hatibin jî, ev koçkirin bi giranî li ser bingeha pirsgirekên aborî bûn.
Paşê ji ber sedemên siyasî di salên 1971’ê de li ser saziyên civakî û siyasî yên kurd hatin kirin bû sedem ku gelek rewşenbîrên kurd ji ber sedemên siyasî koçî Almanyayê bikin. Di pêvajoyên piştî darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’î û dûvre bi şewitandina gundan a di salên 90’î de bû sedem ku bi milyonan kurd bibin koçber ev koçberî heya îro jî berdewam dike.
Çîroka kurdên Saarbrûckenê jî di salên 1974’an destpê dike. Kurd êdî wek gelek bajarên din ên Almanyayê li wî bajarê jî bicih dibin. Di destpêka sala 1981’ê de tenê li çend bajarên Almanyayê komel vedibin yek ji wan jî komeleya Saarbrûckênê ye. Kurdên Saarbrûckenê bi salan li vir xwe birêxistin dikin.
Her çi qas çend komeleyan biguherînin jî dema xebatkarên wê demê behsa komeleya yekemîn dikin, li ber çavên wan bîranînên wan, wek fîlmek derbas dibe.
Dema mirov li dîwêrên komeleyê dinêre, li her dirêwê rastî wêneyên şehîdan tê.
Yek ji wan wêneyan jî, wêneyê Abdul Halîm Zereyê ye. Abdul Halîm Zerey gelek salan wek welatparêzek xebatan li vî bajarê dimeşîne di nav damezrandina komeleyê de cihê xwe digire û dûvre biryara tevlibûna nav refên gerîla dide û berê xwe dide çiyayan. Abdul Halîm Zerey sala 1987’an de li Îdilê tevlê karwana nemiran dibe.
Di sala 1993’yan de dewleta alman bi qedexekirina PKK’ê re komeleyên kurdan li Almanya digire û wê demê dest dide ser hemû arşîva komeleya kurdan a Saarbrûckene jî, lê kurdên Saarbrûckenê li hemberê zordariyên dewleta alman li ber xwe didin û dev ji têkoşîna xwe bernadin.
Kurdên Saarbrûckenê ev 41 sal in ji bo çand û zimanê kurdî xwe bigihîne nifşên nû bi biryardarî xebatên xwe dimeşînin. Hem xebatên çandî hem jî yên siyasî. Jinên kurd ên bajarê Saarbrûckenê ji destpêka avakirina komeleyê de cihê xwe digirin û heya sala 2021’an karma xebatên xwe dimeşînin.
Lê di sala 2021’an Jinên Kurd ên Saarbrûckenê pêwistî bi mecliseke jinan dibînin û meclisa xwe ava dikin. Wek hemû meclisên jinan navê şoreşgereke jin li meclisa xwe dikin û navê meclisa xwe datînin Meclisa Jinan a Şîrîn Elemhulî.
Şîrîn Elemhulî di sala 1981’ê de li navçeya Mako ya rojhilatê Kurdistanê ji dayik dibe. Li hemberî zext û zordariyên dewletên dagirker wek Tirkiye û Îran tev li nava refên gerîla dibe û piştî êrîşên dewleta tirk ên bi Îranê re yên di sala 2008’an de pêk tê, Şîrîn Elemhûlî vedigere rojhilatê Kurdistanê, di encama şermezarkirinê de tê binçavkirin û rastî îşkenceyên giran tê. Şîrîn Elemhuli tevî 4 hevalên xwe di 9’ê Gulana 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve tê îdamkirin.
Jinên kurd ên Saarbrûckenê pêku xwedî li mirateya Şîrîn Elemhulî derkevin ji bilî karên siyasî yên çandî jî dimeşînin.
Di bin Banê komeleya Saarbrûckenê de ji bilî meclisa jinan a Şîrîn Elemhulî, meclisa giştî û Komîna Jinên Êzidî ya Avesta jî kar dike.
Meclisa Şîrîn Elemhulî û Komîna Jinên Êzidî ya Avesta hem serbixwe hem jî bi hevre xebatên xwe birêve dibin.
Dema mirov deriyê komeya Saarbrûckenê vedike bi dilgermiya wan jinên hêja tê pêşwazîkirin.
Li vê komelê ne tenê kurd hene, alman jî hene û eleqeyek mezin nîşanê çand û zimanê kurdî didin.
Ez li wir rastê gelek dayikên delal hatim ên ku çand û zimanê kurdî diparêzên. Ji bo ku zarokên wan tev li qursên çand û ziman bibin gelek ji wan dûr jî rûnin berê xwe didin komelê.
Ya ku moral û hêz dide mirov ew ê ku li wir gelek ciwan hene û di nav xwe de jî bi zimanê kurdî diaxivin. Her çi qas ji welat dûr bin jî, ew dema berê xwe didin komelê bêhna kurd û Kurdistanê digirin.