Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Têkoşîna PKK’ê ji bo hemû kurdan e

Kesayetên oldar qala bandoriya perwerdeya PKK’ê kirin û ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ banga yekhelwestiyê kirin û gotin ku xebat û têkoşîna PKK’ê xebata hemû gelê kurd e

Kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ berdewan dike û roj bi roj piştgirî zêde dibe. Li başûrê Kurdistanê jî piştgiriya ji bo vê kampanyayê berdewam dike. Oldaran jî piştgirî dan vê kampanyayê.

Mele Ebdullah Cengel ê li Ranyayê mamostatiya olê dike bal kişande ser komployên dijî kurdan û wiha got: “Komployên welatiyên cîhanê yên dijî tevgera azadîxwaz ên kurd a di dîrokê de ku piştî komplo û planên li dijî serokên wan dawî li wan tevger û hêzan hatiye lê PKK ji ber sedema xwedî rêveberekî perwerdekar û fikrî ye, ne dawî hat, belku zêdetir pêş ket.

Ew dewletên Kurdistan li ser wan hatine parvekirin, daxwazên rewa yên kurdan rewa nabînin. Ji berî PKK’ê jî gelek plangerî li dijî gelê kurd kirine. Li her parçeyên Kurdistanê şoreş hatine kirin lê dijmin hezim nekirine. Hewl dane bi çi nirxî be, rêveber û şoreşgeran belav bikin.”

PKK mezin bûye

Mele Ebdullah Cengel bal kişand ser têkoşîna PKK’ê û ev tişt anî ziman: “Cudahiya PKK’ê ya  li gel partiyên din ên siyasî yên Kurdistanê ew e ku xwedî fikir û perwerdeya xwe ya taybet e. Rêveberê her partiyek hatibe girtin û çend salan di girtîgehê de mane, kêm bûye û nemaye, lê PKK mezin dibe. Ji ber ku fikirên xwe xistine dil, derûnî û mejiyê xelkê. Lewma PKK ji hemû partiyên din ên her çar parçeyan cuda ye.”

Têkoşîna PKK’ê ji bo hemû gelê kurd e

Rêveberê Tevgera Heq, Şêx Hewrê Kake Heme jî daxwaz kir ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin û diyar kir ku xebat û têkoşîna PKK’ê xebata hemû gelê kurd e û wiha got: “Derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ ji bo gelê kurd û Kurdistanê gelek girîngiya xwe heye. Ji ber ku xebat û têkoşîna PKK’ê xebata hemû gelê kurd e. Bi taybet di vê qonaxê de, kesayetî xwe rewşenbîr bikin û ji bo vê derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ derkevin pêş.

Niha hicmê kurdan gelek çûye pêş. Lê mixabin nebûna yekrêziyê wiha kiriye ku pêşkeftin rawestin û gav lez nebin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar