Navenda Nûçeyan |
Duh dihat payîn ku parlamentoya Iraqê bicive û serokkomarê nû yê Iraqê were hilbijartin. Lê ji ber boykota komên di nava parlamentoyê de, civîn pêk nehat û ji bo demek nediyar hat taloqkirin.
Parlamenterê Iraqê yê li ser Fraksiyona Dewleta Yasa Arif Hemamî derbarê sedema paşxistina civînê û qeyrana li Iraqê de, ji Ajansa Rojnewsê re axivî.
Hemamî diyar kir ku hemû komên siyasî li bendê bûn ku civîna ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê pêk neye û sedema vê jî bi lihevnekirina aliyên siyasî ve girê da.
Parlamenter Arif Hemamî behsa destwerdana derve ya li ser Iraqê kir û wiha got: “Gelek welatên derve destê wan di kûrkirina qeyranê de heye. Di nava wan de destwerdana dewleta tirk û peywendiyên bi hêzên siyasî ku alîkariya Enqereyê dikin jî hene.”