Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Parêzeran têkildarî Îmraliyê ‘banga lezgîn’ li Neteweyên Yekbûyî kirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 'banga lezgîn' li Raportorê Taybet ê li dijî Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî kir

Navenda Nûçeyan |

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 3’ê sibatê serî li ‘çalakiya lezgîn’ li Raportorê Taybet ê li dijî Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî dan.

Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişandin ser rewşa muwekîlên xwe Ocalan, Konar, Yildirim û Aktaş û destnîşan kirin ku ji 25’ê Adara 2021’ê ve agahî ji wan nagirin û serlêdanên xwe yên ku ji bo hevdîtinên dikin rêz kirin.

Parêzeran di serlêdana xwe de cih dan raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku di encama serdanên xwe yên Îmraliyê de amade kiriye û biryarên Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) yên derbarê agahî negirtinê de bi bîr xistin.

Parêzeran bal kişand ser xalên 7 û 10 ên Peymana Mafên Medenî yên NY’yê ku îşkence û mehmeleya xerab qedexe dikin û bang li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê NY’yê kirin ku bi awayekî lezgîn ji bo rewşa muwekîlê wan bikeve tevgerê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar