Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Karayilan: Em dixwazin komployê bi temamî têk bibin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir ku pûçkirina komployê têrê nake û wiha got: “Divê bi temamî bê têkbirin. Têkbirin jî bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê dibe. Armanca me ev e.”

Komploya navneteweyî ku 15’ê Sibata 1999’an di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd hate kirin, dikeve sala 24’an.

Her wiha êrîşa berfireh a dewleta tirk a li ser Garê û têkçûna dewleta tirk a li vê derê ku 10’ê Sibatê dest pê kir, salekê li pey xwe dihêle.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi vê wesîleyê ji Hêzên Parastinê yên Gel re axivî.

Rêya têkoşînê ya li dijî komployê zelal kirin

Karayilan di salvegera 23’an a komploya navneteweyî de hêzên komploger hemû şermezar kir û şehîdên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir, di şexsê Halît Oral, Tayhan Ûmût (Ahmet Yildirim) û Rojbîn Arap (Fatma Ozen) de bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: “Van lehengên Apoyî bi sekna xwe ya fedayî nîşan dan ku helwesta li dijî komployê divê bi çi rengî be û rêya têkoşînê diyar kirin.”

Ji bo meşandina siyaseta qirkirinê

Karayilan destnîşan kir ku armanca komploya navneteweyî tunekirina xeta kurdên azad û meşandina siyaseta qirkirinê li Kurdistanê bû û ev tişt anî ziman: “Komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de ji bo tasfiyekirina xeta kurdên azad, tunekirina gelê me û meşandina siyaseta qirkirinê bû. Wan xwestin ku ji bo berjewendiyên xwe gelê me bi kar bînin, daxwazên rewa yên gelê me qebûl nekin, civaka me bitepisînin û tune bikin. Bêguman ev yek heqareteke mezin a li rastiya mirovahiyê û êrîşeke dijminane ya li dijî gelê me ye. Ev yek zilmeke mezin e.”

Karayilan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwest ku bi rêya diyalogê li Ewropayê çareseriyekê ji pirsgirêka kurd re peyda bike û wiha domand: “Ji bo vê jî li Romayê deklarasyonek weşand. Komplogeran ev yek ji nedîtî ve hatin, êrîşên xwe dewam kirin û dawiya dawî 15’ê Sibata 1999’an bi binpêkirina mafên mirovan, bi tunekirina hiqûq û feraseta exlaqî Rêber Apo revandin û radestî dewleta tirk kirin.

Bi rêya komployê wan dixwestin ku Rêber Apo îmha bikin. Dema ku dîtin nikarin vê bikin, hingî dest bi tecrîda giran kirin, xwestin têkiliya Rêbertî bi tevgerê re bibire, bi vî rengî tevliheviyê li nava tevgerê çêbikin û tasfiye bikin. Lê belê ji 9’ê Cotmeha 1998’an û pê ve li dijî pêvajoya komployê gelê Kurdistanê li çar aliyên welêt dakete qadan.”

Murat Karayilan da zanîn ku bi taybetî piştî 15’ê Sibatê serhildêr û berxwedêriya milîtan, welatparêzên kurd, jin û ciwanên kurd nîşan dan, raxistin pêş çavan ku dijmin nikare bi hêsanî bigihêje armanca xwe û wiha got: “Ji ber vê sekna gelê me, biryara îdamê ya li dijî Rêber Apo dan, nekarîn pêk bînin. Dîtin ku eger vê yekê bilkin, ev serhildan wê çi bîne serê Tirkiyeyê, metirsiya li ser Tirkiyeyê dîtin. Tirkiyeyê ji ber vê yekê di nava xwe de gelekî nîqaş kir û dawiya dawî îdam rakirin. Lê belê bi sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê xwestin ku Rêbertî di nava demê de tune bikin.”

Sekna Rêber Apo

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku li dijî vê projeya tunekirinê ya dijmin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sekneke dahîane nîşan da, bi rengekî mûcîzewî bi sekna ku li nava şert û mercên Îmraliyê nîşan da, komplo pûç kir û wiha dewam kir: “Rêber Apo bi kûrbûna xwe ya li wê derê, Paradîgmaya Civaka Demokratîk Ekolojîk a xwe dispêre azadiya jinan afirand. Rêber Apo bi vî rengî hem komplo pûç kir, hem jî rê danî pêşiya tevgerê ku karibe bêhnê bistîne, xwe nû û berfireh bike. Li ser bingeha perspektîfên Rêberê me têkoşîna me ji aliyekî ve xwe li gorî paradîgmaya nû di modela rêxistinbûnê de derbasî qonaxên nû bû, li aliyê din jî şer rawestand û rê da çareseriyeke demokratîk û siyasî.”

Dewlet neçar ma li Osloyê li dora maseyê rûnê

Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta tirk ji ber vê pêşketina bi lez a têkoşînê di sala 2008’an de neçar ma ku li Osloyê bi tevgera wan re li dora maseyê rûnê û nirxandineke wiha kir: “Li ser bingeha navbeynkariya dewleta Norwêcê û hin hêzên navneteweyî li Osloyê hevdîtin hatin kirin û sê salan dewam kir. Bi bihara 2011’an re nîqaşên şandeyên hevdîtinê gihîştin encamekê û protokoleke hevpar amade kirin. Tevgera me soz da ku wê vê protokolê bi cih bîne lê belê hikûmeta Erdogan ku wê protokola dewleta tirk temsîl dikir biryar li ser bida, bi mehan tiştek negot û 16’ê tîrmeha 2011’an bi ragihandina şer bersiv da. Piştî demeke kurt aşkera bû ku hevdîtinên li Osloyê û li pişt konsepta êrîşê ya piştre rû da, plana tasfiyekirinê ya Tamîlwarî heye. Dewleta Srî Lankayê jî mîna AKP’ê destpêkê li Osloyê hevdîtin kiribû û piştî van hevdîtinan ji nişka ve êrîş kiribû, bi vî rengî Tamîl tasfiye kiribû. Ji wan hebû ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hêviya xwe bi temamî bi çareseriyê ve girê dane, ji ber vê yekê sist bûne û wê karibin tasfiye bikin. Li ser vê bingehê li dijî tevgera me dest bi têkoşînê kirin.

Di vê pêvajoya şer de gelek windahiyên giran ên gerîla çê bûn. Li ser bingeha taktîka nû ya şer de di êrîşan de gerîla heta astekê tengav bûn, lê belê bi bihara 2012’an re bi hin guhertin û sererastkirinan re tevgera me kete nava pêvajoyeke nû ya pêngavî. Bi pêvajoya berxwedanê ya li ser vê bingehê re di dawiya sala 2012’an de dewleta tirk xitimî. Ji ber pêngava gerîla nikarîbû xwe bigihîne gelek çiyayên Kurdistanê, li gelek eyaletan ji aliyê fîzîkî ve nikarîbû bi gelek alayan re ku bi hezaran leşker lê bûn têkiliyê dayne. Gelek rêyên Kurdistanê ketibûn bin kontrola gerîla. Bi esasî artêşa tirk di wê pêvajoyê de têk çû.

Ji bo şerekî nû agirbest qebûl kir

Dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê ku dawiya xwe di vê pêvajoyê de dîtin, di destpêka sala 2013’an de qebûl kir ku pêvajoyeke agirbestê bikeve rojevê. Dewleta tirk ev pêvajoya agirbestê ya ku bi Newroza 2013’an re kete meriyetê ne ji bo çareseriyê, lê belê ji bo amadekariya ji şerekî nû re qebûl kir ku ev armanca wan hîn di destpêkê de aşkera bû. Di demekê de ku hevdîtinan dest pê kirin, destpêkê fermandarê me yê eyaleta Amedê hevalê Nûman û 10 hevrêyên me yên pê re bi rengekî nemerdane hatin şehîdxistin. Piştre jî li Parîsê hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî bi nemerdane û komployê hatin şehîdxistin. Tevî vê yekê dema ku li Bakur agirbest hebû, bi rêya çeteyên DAIŞ’ê û El Nûsra êrîşî destketiyên gelê me dikirin. Yanî pêvajoya ku jê re ‘Pêvajoya çareseriyê’ digotin, projeya şerê taybet a AKP’ê bû.”

Karayilan bi bîr xist ku di encama vê pêvajoyê de jî Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê maseya hevdîtinê qeliband û 24’ê Tîrmeha 2015’an dest bi pêvajoyeke nû ya şer kir.

Garê: Parçeyê destpêkê yê plana mezin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku dijminê ku li gel hemû hewldanan nekarî encama dixwaze bi dest bixe, bi planeke duyemîn a komployê xwest ku komploya navneteweyî bi ser bixîn û wiha axivî: “Ji bo vê jî di 10’ê Sibata 2021’ê de li ser Garê dest bi êrîşeke giran kir. Lê belê fedayiyên Apoyî yên bi pêşengiya hevrê Şoreş Beytuşşebap, li dijî vê yekê li ber xwe da û bi vê berxwedanê dijmin têk birin; pêla êrîşan berevajî kirin û kirind destpêka şikestineke mezin a dijmin.”

Karayilan di şexsê Şoreş, Rojhat û Seyfî de şehîdên bexwedana Garê-Siyanê bi rêzdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku li ser xeta şehîdan wê komployê bi temamî têk bibin.

Mûrat Karayilan anî ziman ku êrîşa 10’ê Sibata 2021’ê ya li ser Garê parçeyê destpêkê yê planeke mezin bû û wiha dewam kir: “Ev plan ne tenê ji bo xilaskirina dîlgirtiyan an jî dagirkirina Garê bû; hîn berfireh û mezin bû. Komployeke duyemîn hatibû plankirin û bi rêxistinkirin. Jixwe Serokê Fermandariya Giştî ya tirk Yaşar Guler got ku 6 meh bû amadekariya leşkerî hatibû kirin, leşker hatibûn perwerdekirin û ceribandin.”

Tasfiyekirina PKK’ê

Karayilan ragihand ku gelek hêzên di komploya 15’ê Sibatê de cih girtin, di nava vê plana duyemîn de jî amade bûn û wiha pêde çû: “Bi alîkariya wan, Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî dewleta Iraqê tev li vê pêvajoyê kir. Komploya duyemîn bi giranî li dijî başûrê Kurdistanê hatibû plankirin. PDK’ê jî ev konsept li gorî berjewendiyên xwe guncaw dît û tev li bû. Derxistin û tasfiyekirina PKK’ê ji başûrê Kurdistanê li dijî berjewendiyên neteweyî yên gelê kurd jî be, PDK’ê ev yek li gorî berjewendiyên xwe yên rêxistinî guncaw dît. Ji ber vê yekê ew jî tev li vê planê bûn.

Hêzên hegemon ên mîna DYE û Îngilistanê jî xwedî hesabên cuda bûn. Berevajî daxwazên xwe yên berê vê carê nedixwestin ku PKK bi temamî bê tunekirin, lê belê bê lawazkirin û hin endamên rêveberiyê yên PKK’ê tasfiye bikin, piştre jî ji mîrateya PKK’ê sûdê werbigirin û ji bo xwe bi kar bînin.”

Sîstema mêtinger a tirk şikand

Karayilan anî ziman ku van hêzan li ser bingeha berjewendiyên xwe di plana dewleta tirk de gihîştin hev û li ser vê bingehê êrişî Garê hat kirin û wiha domand: “Ev plan hewldana ji bo biserxistina komployê bû ku sala 1992’yan li dijî tevgera me hat destpêkirin û di heman demê de weke komployeke duyemîn a navneteweyî bû. Li dijî vê yekê, weke gava destpêkê helwesta dîrokî ya hevrêyên me yên leheng li tunelên li Syanê nîşan da, gelekî girîng e. Di şexsê Rojhat, Xeyrî û Seyfiyan de liv û tevgera bi tîm a hevrêyên li derveyî tunelan, destwerdaneke gelekî girîng bû ku rêveçûna şer guhert.

Em niha di salvegera yekemîn a vê berxwedana mezin de ne. Bi vê wesîleyê ez şehîdên leheng ên berxwedana Garê; Şoreş, Cûdî, Bawer, Erdal, Argeş, Avareş, Rojhat, Xeyrî, Delîl, Xabûr, Rêber, Seydo, Seyfî, Arhat û Gelhat bi rêzdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Van lehengan bi şerê tîm û tunelan, bi biryardariya di berxwedanê de û bi ruhê fedaî mîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê nehiştin ku dijmin bi ser bikeve, bûn ew leheng ku pêşengî ji têkoşîna demê re kirin.

Berxwedana wan hevalan a çar rojan û giran, bi xwe re gelek pêşketinên girîng afirand. Beriya her tiştî yekemcar kirin ku sîstema mêtinger a tirk bişikê, partiyên muxalefetê yên ku tim piştgirî didan êrîşên li dijî kurdan nîqaşa ‘çima bi vî rengî bû?’ bikin. Bû wesîleya vê yekê. Yanî di nava sîstemê de şikestineke bi vî rengî çêkir.”

Şerê 2021’ê li Garê destpê kir

Di axaftina xwe de Karayilan ragihand ku vê pêvajoya şer di heman demê de bandor li hêzên navneteweyî kir, hêzên navneteweyî ev pêvajo dişopandin û wiha axivî: “Vê yekê di asta cîhanê de rola tevgera me raxist pêş çavan û cîhanê careke din dît ku tevgera me ne tevgereke welê ye ku bi hêsanî bê tasfiyekirin.”

Karayilan diyar kir ku rêbaza şerê tîm û li tunelan a li Garê mohra xwe li taktîka demê ya gerîla xist û ev tişt anî ziman: “Piştre bû rêbaza hêzên HPG’ê yên li Metîna, Zap û Avaşînê û derbên gelekî giran li artêşên dagirker xist. Gerîlayên li Avaşîn, Zap û Metînayê ku sûd ji têkoşîna li Garê wergirtin, rê nedan artêşa tirk a faşîst û dawiya dawî jî hêzên dijmin ên ku 23-24’ê Nîsanê ji hewayê leşkerên xwe li qadê danîn, li cihê ku lê bûn çikiyan. Dijmin jî li wan qadan asê maye. Yekane cihê ku karibe lê bimîne ew der e. Berxwedana Garê-Siyanê bandoreke bi vî rengî ya girîng kir.

Bi kurtasî şerê 2021’ê yê ku li Garê destpê kir û li Werxelê dewam kir, di heman demê de berxwedana azadiyê ya gelan û şerê demokrasiyê yê li Tirkiyeyê ye. Berxwedana ku Rêber Apo li Îmraliyê meşand û berxwedana bi rêbazên nû yên gerîla kir ku hem civaka kurd zindî bimîne û hêviyên serkertinê xurt bibe, hem jî gefên li ser gelên herêmê bêne têkbirin.”

Dewletê dest ji armancên xwe bernedaye

Karayilan ragihand ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst-qirker dest ji armancên xwe bernedaye û wiha domand: “Ew xwe ji nû ve amade dikin û dixwazin şensê xwe careke din biceribînin. Neçar in ku vê bikin. Eger nekin, weke ku ji anketan jî tê fêhmkirin wê di hilbijartinan de têk biçin. Eger têk biçin ne tenê yên ku sûcên li dijî mirovahiyê kirin, her wiha yên ku ji desthilatdariyê sûd wergirtine û tev li sûcê rantê bûne bên zindanîkirin. Erdogan û Bahçelî ji bo nekevin zindanê çi ji destê wan bê wê bikin. Di vê demê de wê rezervên Tirkiyeyê hemûyan bi kar bînin, rewşa jeo-polîtîk a welêt pêşkêş bikin, di navbera NATO û Rûsyayê de bilîzin, bazariyên qirêj bikin, zextê li hêzên herêmê bikin; hewl bidin ku nîfakê bixe navbera kurdan û li ser vê bingehê xwe li ser piyan bihêlin. Em zanin ku di vê mijarê de hewldanên wan ên cidî hene û leşkeran li ser vê bingehê perwerde dikin. Ev têk çûn, lê ji têkçûnê têr nabin. Dewleta tirk li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çiqasî têk biçe, hewl dide ji nû ve xwe komî ser hev bike û şer bike.”

Dê bibe saleke germ a têkoşînê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku bûyerên diqewimin nîşan didin ku sala heyî wê bibe saleke germ a têkoşînê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em vê salê weke saleke awarte dibînin. Zemîna pêwîst heye ku ev sal ji bo gelê me û tevgera me bibe saleke ji serketinên mezin. Di meşa azadiya Rêber Apo û Kurdistanê de wê bibe saleke dîrokî. Tevgera me xwe bi rengekî baş ji salê re amade kiriye. Herî dawî civîna salane ya asayî ya Komîteya Navendî ya PKK’ê ku bi rengekî serketî pêk hat, çarçoveya pêvajoya heyî bi berfirehî nirxand, rewşa îdeolojîk, polîtîk û leşkerî her wiha rewşa dijmin nirxand, perspektîfa têkoşînê ya serdema nû diyar kir. Helwest, biryar û plansaizya ku di civîna Komîteya Navendî de hatin destnîşankirin, ji bo serketina di sala 2022’yan de hîmekî xurt diyar kiriye. Weke hêzên rêxistinî berpirsyariya me ye ku pêwîstiyên van biryaran bi cih bînin.

Rola sereke ya diyarkirina rêveçûna Tirkiyeyê

Tayyîp Erdogan çend car in qala Rêber Apo dike. Ev axaftin nîşan didin ku tecrîda li ser Rêber Apo hatiye pûçkirin. Ev rewş nîşan dide ku ew hewcedarên Rêber Apo ne. Her çend Tayyîp Erdogan van daxuyaniyan ji bo armancên dûrî exlaqê dide jî li aliyê din hêza Rêbertî jî îtiraf dike. Rêber Apo hêzeke xurt e. Ev rastî careke din ispat bûye. Ji vir jî tê fêhmkirin ku niha zexteke giran a psîkolojîk li Rêber Apo tê kirin. Tê fêhmkirin ku Rêber Apo sekna xwe ya şoreşgerî ya ji bo çareseriya demokratîk hîn bi xurtî dimeşîne; lewma tecrîd nayê rakirin. Tayyîp Erdogan bi yek alî diaxive, lê belê tecrîdê bi dawî nake. Ev yek jî hêza Rêber Apo ya di diyarkirina siyaseta Tirkiyeyê de nîşan dide. Ev yek ji bo me perspektîfeke girîng e. Aşkera ye ku di vê serdema girîng a dîrokê de rola sereke ya ku rêveçûna welatê me û Tirkiyeyê diyar dike, ya Rêber û gelê me ye.

Ji bo têkbirina komployê dê bibe saleke girîng

Em dixwazin ku di sala 2022’yan de komploya navneteweyî êdî bi temamî tune bikin. Aşkera bûye ku pûçkirina komployê bi tena serê xwe têrê nake. Divê komplo bi temamî bê têkbirin û ji holê bê rakirin. Têkbirina komployê jî bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê dibe. Lewma armanca me ya îsal ev e. Bi berxwedana ku sala 2021’ê hate nîşandan, sekna hevrêyên ku li ber xwe dan, wê li nava hêzên me yên gerîla hemûyan û tevahiya hêzên têkoşer serwer bibe. Bi perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî ji bo bersiva encamgir li dijî êrîşên dijmin ên li hemû parçeyên Kurdistanê bê dayîn, şert û merc ji her demê bêhtir guncaw in.

Eger Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê Apoyî, li ser bingeha jiyana azad û wekhev têkoşînê bimeşîne, tu hêz nikare li hemberî gerîla encamê bi dest bixe, her cûre êrîşên dijmin wê têne şikandin. Li ser vê bingehê aşkera ye ku sala 2022’yan wê ji bo azadiya Rêberê me û Kurdistanê bibe saleke girîng a têkoşînê. Bi vê baweriyê hemû hevrêyên ku li dijî komploya navneteweyî têdikoşin bi hezkirin û rêzdarî silav dikim û serketinê dixwazim.” ZAGROS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar