Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Ciwanên Şengalê ji bo azadiya Rêber Ocalan dimeşin

Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî û Yekitiya Ciwanên Êzidî li Şengalê bi meşekê 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Ocalan şermezar kirin û gotin ku dê bi têkoşîna xwe Rêber Apo azad bikin

Ji bo salvegera 15’ê Sibatê Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî û Yekitiya Ciwanên Êzidî li Şengalê meşek pêk tê.

Meş bi tevlêbûna ciwanên ereb û êzidî ji Mifriqê Komelgeha Borik bi daxuyaniyekê destpê kir.  Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Sara Botan ve hat xwendin.

Sara Botan diyar kir ku ew komploya li ser Rêber Ocalan şermezar dikin û got ku Ocalan girtî be jî bi fikir û ramanên xwe li tevahiya cîhanê berbelav bûye û tu hêz nikare pêşî li ramanên azad bigire.

Botan di daxuyaniyê de bal kişand ser zextên hikûmeta Bexdayê ya li ser ciwanan û ev tişt anî ziman: “Li gel hikûmeta Kazimî rê li çalakiyên me ciwanan digire jî em ciwanên Şengalê  ji bo azadiya Rêber Apo tu astengiyan nasnekin û em ê bi tolhildan û têkoşîna xwe Rêber Apo Azad bikin.”

Piştî daxuyaniyê hêzên Iraqê mudaxaleyê çalakiya ciwanan kirin û ji wan xwestin ku posterên Rêberê Gelê Kurd neyên rakirin lê ciwanan guh nedan astengiyan û meşa xwe bi dirûşma ‘bimire bêbextî’ domandin.

Çalakiya ciwanan bi astengiya artêşa Iraqê ve dest pê kir.

Meşa ciwana bi rakirina posterên Ocalan, alên rêxistinên ciwan, bi dirûşmeya ‘Bi tolhildana ciwanên êzidî em ê komployê têk bibin û Rêber APO Azad bikin’ dest pê kir.

Meşa ciwana dê du rojan dewam bike. Ciwan dê 25 kîlometre ji Mifreqa Borik heya bajarokê Xanesorê bimeşin.

Meş bi astengiyan berdewam dike. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar